Pirsa zimên pirseke
piralî ye, li hêlekê zanistiyeke serbixwe di
nav beşên zanistiyê de, li bin navê
“Linguistik” cî digire, li hêla din jî, cihê
xwe bi xurtî di bin banê beşên zanistî yên
wek Philologie, Psychologie, Soziologie,
Pädagogie, Kommunikation, Computer û gelek
beşên zanistiyê yên din de digire. Di xêzên
giştî de, hemî ziman cihê xwe di nava rêbaz
û lêkolînên zanistî de dibînin. Lê helbet e,
her zimanek taybetiyên wî hene, ev taybetî
jî, di çarçoveya zanistiya zimên de, dikarin
xwe bibînin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ji bilî aliyê zanistî û rêbazên vî alî,
ziman girêdayî komek mirov ku xwe wek netewe
nas dikin, dikeve nava liv û pêşveçûnê.
Mebest li vir, berjewendiyên netewî û
yekîtiya hest, daxwaz û hêviyên gel e.
Herweha têkilî û bihevgihana çandî di nava
wî gelê xwediyê zimên de. Di vê xalê de,
eger em zimanê kurdî destnîşan bikin û di
bin hûrkolînên zanistî, dîrokî û siyasî re
derbas bikin, em dê bibînin ku gelê kurd
bêtir ji her kesî pêdivî bi vê hevgihîştin û
berdewamiya têkiliyên kulturî heye. Wek ku
em dizanin zimanê kurdî jî, di bin bayê
şerên piralî de, para xwe ji wêranî û
pişavtinê gelek girtiye.
Di xirecira serrastkirin û yekgirtina zimanê
kurdî de, bi taybetî di van demên dawî de,
hin dîtin, bîr û boçûnên seyr derdikevin.
Kesin şîret û wazan dikin, hin jî, dûrtir
diçin û bi awayekî vekirî, bi zanebûn yan bi
nezanî, lêdana mirinê, li zimanê kurdî û
yekîtiya gelê kurd dixin. Yek ji kesên ku
xwe bi pirsa zimanê kurdî re, mijûl dike,
birêz Muhsin Ciwamîr e. Birêz Cewamîr, di
gotareke xwe de, mîna meleyekî yan jî
miftiyekî, di çarçoveya pîrozayî û ramanên
dînî de, nêzî yekgirtina alfabêya kurdî dibe
û şîretan li kurdan dike.
http://www.rojava.net/MihsinCIWAMERI.31.07.07.htm
.
Ji destpêka nivîsê heta bi dawî, nakokî li
pey nakokiyê rêz dike. Dixwaze 40 miliyon
kurd bigihîne baweriyê ku li (tîpên erebî
yên pîroz vegerin). Ji bo ku nakokiyên xwe
yên dîrokî û zanistî bi nakokiyeke siyasî
bixemilîne, sernivîsa gotara xwe weha aniye:
„Mistefa Barzanî çi li ser latînî gotiye?“.
Di dawiya gotarê de, dinivîse: „Dilovaniya
Xwedê li ser pêşengê kurd Mistefa Barzanî be
dema ku di rûniştineke bi Dr. Mustefa Muslim
û hevalên wî re got: Ez ticaran napejirînim
ku nivîsandina kurdî bibe latînî“. Bê
ku bide xuyakirin, di çi rewşê de, li bin
kîjan mercî û çima nemir Barzanî ev axaftin
kiriye, bi niyeteke ku cihê pirsê ye,
dixwaze dîtinên xwe yên li derî zanistî,
yekîtiya netewî û berjewendiyên gelê kurd
bide pejirandin. Em vegerin gotara birêz
Ciwamîr û xal bi xal moxil bikin. Di
destpêkê de, weha dinivîse: „Herkes
dizane, ji roja pêşî ku xameyê di nav kurdan
de dest bi nivîsandina wêje kir û mejiyê wan
vebû, helbet e piştî ku derbasî islamê
bûn, mîna hemî gelên islamî tîpên erebî
ji bo nivîsandinê bikaranîn ….“. Birêz
Cewamîr ji bîr kiriye, yan jî, dixwaze ji
bîr bike ku derbasbûna islamê û pê re çand û
zimanê erebî felaket û wêraniya yekem bû li
ser çand û zimanê kurdî, di bin siya islamê
de, ereban cara yekemîn dest bi erebîkirin û
tunekirina çand û zimanê kurdî kirin û
peywerê wan yê herî dadmend Omer Bin Alxetab
zimanê kesên ku bi kurdî dipeyivî jêdikir.
Herweha wek berdewamiya wê erebîkirinê hêja
Ciwamîr baş dizane bê Sedam Husên çi kir û
çi nekir û di bin eynî rêbaz û bîr û ramanan
de. Li aliyê din ev tîpên ku Ciwamîr pîroz
dibîne û dixwaze kurd hemî lê vegerin, Sedam
Husên bi darê zorê û bi alîkariya Tirkiyê bi
kurdên Başûr dan pejirandin.
Cewamîr weha dewam dike
û dibêje: „ Piştî derbasbûna nîv sedsalê
di ser alfabêya kurdî ya nû re, mebest ya ku
guhertinên dengên taybet bi kurdî li ser
hatin kirin, têra pêdivîya nivîsandinê ji bo
xwendevan û nivîskar dike. ….“. Gelo
çend lêkolînên hêja Ciwamîr li ser alfabêya
kurdî ya latînî û ya erebî hene, di hêla
Semiotik, Phonetik û Phonologie, zanistiya
teknîka computer, ciwanî û aliyên din yên
zimanzaniyê de, çend berhevî û bi rêbazên
zanistî kirine heta ku bikaribe biriyarê
bide ku alfabêya erebî baştir li kurdî dike.
Gelo, birêz Ciwamîr dizane ku zimanê kurdî
zimanekî Phonetîk e û bikaranîna alfabêya
latînî, vî zimanê bêtir di Phonetîkkirinê de
bihêz dike, yanî zimanê nivîsandin û
axaftinê gelekî nêzîkî hev dike.
Hêja Cewamîr, çiqas bi
gotara xwe re diçe, nakokiyên mezintir
dicivîne û dixwaze serencama ku berê biriyar
li ser daye bi xwendevanan jî, bide
pejirandin: „ Danîna diyardeyên dengên
latînî yên tirkî li ser tîpên kurdî, ji ber
girêdana hin kurdan bi nivîsandina wan,
taybetmendiyên dengên kurdî winda kirine û
hin ji wan avêtine. Vê yekê lêdaneke zimanî
tirkî li ser zimanê gelekî ku ne ji wê
çarçoveya zimanî ye kir“. Hêvî dikim ku
haya hêja Ciwamîr jê hebe ku dengên latînî
ne yên tirkî ne, lê belê piraniya zimanên ji
malbata hindo-europî bikar tînin û zimanê
tirkî ne ji vê malbatê ye, herweha zimanê
erebî jî, ne ji vê malbata zimanan e. Zimanê
kurdî, di nav van zimanan de cih digire û
dengên wî gelekî nêzîkî dengên wan e û
gelekî dûrî dengên erebî ye. Li aliyê din
alfabêya C. Bedirxan bi çend salan berî ya
tirkî çêbûye, lê ji ber rewşa kurd û
Kurdistanê neketiye bikaranînê. Cewamîr
gelek mînakan rêz dike, lê mixabin peyvên ku
wek mînak dane hemî erebî ne.
Berî ku bi axaftina nemir Barzanî ya me di
pêşî de anî zimên, Ciwamîr gotara xwe bi
dawî bike, dest bi şîret û wazan dike, mîna:
„ Bêguman, kurdên tirkiyê dikaribûn û
niha jî dikarin alfabêya Kurdistana federal
mîna çekeke çandî û zimanî bihêz li hember
serhişkiya Tirkiyê bikarbînin …. Wek
sedemeke cudabûna kesayetiya wan ya
kurdistanî û taybet …“. Li vir hêja
Ciwamîr ji bîr dike ku ew bi xwe jî, naxwaze
alfabêya latînî ji bo cudabûna xwe ya
kurdistanî û kesayetiya xwe ya taybet li
hember erebkirinê ku ji tirkkirinê bêtir
felaket bi serê çand û zimanê kurdî de anîye,
bikar bîne. Ev nakokiyên seyr ku bîna
herêmperestiyê jê difûre, dihêlin mirov
gelek xalepirsan li ser van bîr û boçûnan
deyne.
Birêz Ciwamîr, girêdana bi tîpên latînî ve
ne „evîn“ e û ne jî, „nexweşî“
ye , bêtir, pirsa zanistiya zimên e,
ciwaniya zimên e, yekîtiya neteweyî ye,
pirsa teknîk û lêhatina latînî li zimanê
kurdî ye û dawî dûrketina ji çand û zimanê
erebî yê dagîrker û xwedîderketina li
kesayetiya kurdî ya resen e. Pirsa dûrketina
ji erebkirinê û ber bi mafên mirovan û
demokrasiyê ve çûn e. Ev nirxên giranbiha
hêja ne ku ji bo wan mirov bibe evîndarê
tîpên latînî. Lê dîsa jî, ez bi xwe nabêjim
bila tîpên latînî bibin standard. Bila
biriyara dawî ya lêkolînên zanistî û
berjewendiyên netewî be. Bila xwediyê
biriyarê zimanê kurdî bi xwe be, bi hemî
zaravayên xwe.
Pirseke bê şirove ez dê di dawiyê de,
arasteyî hêja Ciwamîr û kesên ku dixwazin
zaraveyekî kurdî li ser yên din bi zorê
fermî û standard bikin, bikim: Gelo çi
cudahî di navbera vê rêbazê û rêbazên ku doh
Sedam, îro Alesed û Tirkiye û îran birêve
dibin heye?!