…Ji dema ku min nameya vexwendinê girtiye,
diya zarokan kar û barê min ji bo vê
rêwingiyê dike. Ez bi xwe jî ji leza wê
bihitî mabûm. Gelek rêwingiyên bi van
mebestan, ji aliyê min ve hatin bikaranîn (
nivîskarî- hûnermendî) Lê çima vê carê li
rêwingiya min bi lez û bez e!? Min êdî xwe
negirt û ji wê pirsî , wê jî weha bersiv
dabû:
-Sedem ew e ku bûyerên miha nîsanê(2006)
gelek bandor li hestê te kirine, ya duwamîn
jî, ku vexwendî tev hevaldost û welatîyên te
ne. Ez baş dizanim ku te gelekî bêriya henek
û laqirdiyan bi wan hevaldost û welatiyan re
kiriye!!....Ez baş dizanim ku tu yê hest
sivik û rûgeş bizîvirî bi ser me de!..
Şevê heman-heman xwe ber bi nîvî ve dikişand,
dema ku rêwingiyê bi koma hevalan re xwe ber
deriya başûrê Europayê ve digihand.
Şeveke bêdeng, ezmanekî zelal, heyva di
kemlandina bûkaniya xwe de ye, stêran jî li
hawîrdorên wê govend girtine ketine dîlana
milan. Xoşîn û nalîna avê ye, deriyayê
rêwingî di ramanên cude-cude de di xew ve
biribûn. Ez bi xwe bi fikir û ramanê xwe ve
wekî ava deriya neqam ketibûm ramanên dûr û
kûr!...Ev bîst salên koçberiya min in ku her
ez xewnên nexweş dibînim, lê îşev di vê
deriyayê de li eşqê siwar im. Rêwingiyekî
bihêrz û dil ciwan im. Evê deriya mezin ya
başûrê Europayê qenciyeke qencî bi min
kiriye, ez bextiyar û kamuran im ku ez bûme
rêwingiyê vê deryayê!?
Di nava wan lehiya fikir û ramanan de
hespekî kumêt pêçav boz ji neqamiya ava
deriyayê pêşberî min ve derket û hat ber min
rawestiya û silav kir.
- Navê min Xemrevîn e. Ez im yê ku kul, derd
û êş ji ber direvin, yan jî siwarê xwe ji
ber wan dûr dikim, direvînim. Îcar tu kî yî
!?
-Ez im yê ku jê re dibêjin lûsê derd û xeman!
Ez im yê ku li gundê xwe, bajarê xwe, welatê
xwe digerim!... Ez im yê ku paleyiya genimê
herdu birayên mezin dikim, û karê xwe li ber
dijwariya demsalên dijwar hiştiye. Ez im yê
ku bêriya Qa….
- Min tu baş nas kirî! Kurdî. Koçberekî
Kurdî ….Ez dikarim te çend kathijmêran ji
nav kul û xeman birevînim, cihê tu dixwazî
qasî dema rêwingiya te, te li deriya me, li
nav beriya eşqê bigerînim.
- Ji kerema xwe min bibe bajar û bajarokan…Gund
û çîmenan…. Ez dikim gurbikim findên
çarşemban…..
-Li Ser, serî û herdu çavan, were ser pişta
Xemrevîn.
Xemrevîn wekî teyrê başûk li ser deriya
başûr re dibeziya, nizanim dem çiqas derbas
dibû, lê ya ku hestê min hejand, pirça serê
min rabûbû ser xwe û pêre-pêre êşekê giran
avête serê min û zimênî bi herdu guhên min
ket, ew jî, nalîn û îska-îska keçika hifdeh
salî ji aliyê newal û kopikên çiyayê Meqlûb
dihat. Mirov dizanî ku nalîn nalînên
poşmanan ne, ji nalîn û hêstiran erda pîroz,
qûbên Laliş dihajiyan, ava kaniya sipî bi
hêrz lem-lem bûbû……
- Xemrevîn!...Ez di bextê te de, tu bizîvire,
me rêya rêwingiyê şaş kir, hestê min ji serî
heta neynûkên lingan direhilin….
Min herdu ling li bin zikê Xemrevîn dan,
demek derbas dibû, aveke bi xûmîn û xûşa-xûş
pireke ji dema salan pêmayî!…. Em li kuderê
ne…Qorzîkek sê kûça…!!??
- Evder jê re dibêjin ava mezin, pira Bafê….
Êdî kete dilê min ku serxweşiyekê bidim
helbestvanê hêja Emerê Lalê…
- Xemrevîn îcar rêya me rast e. Her weha
bidomîne…
Xemrevîn serbilind li ser kopik û beran re
li ser hacetên bîrkolanê (Betrûl) ku bi sed
mitran di nava çaqên namûsa kurdên rojava
de, di erda wan gihandine ava deriyayê!!..Xemrevîn
diqevize, ez jî ketime dilxweşiyekê ku ev
bîst sal qediyan, min dilxweşiya weha
nedîtiye!... Ez bi xwe jî nizanim sedem çi
ye!? Di ber çavê min ketin Gorên sipî,
Xemrevîn jî berê xwe dabû bakûr û ber bi jor
ve hildikşiya . Xûşîna aveke hêdî-hêdî wekî
tu dibe ev xûşîna han, ev ava han li min bi
xwe xerîb nayê!?...Mirov rageş dikir. Ez bi
xwe jî ba bilind bûbûm, sed siwar li ser
rima min hatiye nivîsîn û her sedem nizanim!!...
Gihîştine mirovekî navser (kalemêr)
- Mamo ev erda han çi erd e… tu bi xwe kî yî…tu
ji kuderê tê û diçê kuderê….Cima merdalên vî
warî hîn di xewa sibê de ne…Çima û Çima… Kîn
e, kanî, kuda, bêdeng, bêtevger,……..,……..,…..????
Kalemêr piştî demeke xweş ku li bejin û bala
min, li rûdêm û çavên min temaşe kir
pêre-pêre serê xwe hejand wekî ku bêje; Min
tu nas kirî! Kalo qasekê bê deng ma paşê li
ser milê rast ve li min zîvirî û weha got:
Ev erda pîroz ku tu pirsa wê dikî, warê
kurdan e. Ez kurdekî pêmayê êla Hevêrka me,
ji şahiya bajarê Qamişlokê têm, wek ku tu
dibînî, ez ber jor ve hildikşim. Rast e
asoyeke dûr e, lê omîd mezin e û bawerî pir
hêrz e. Lewma jî bûma rêwingiyê miha nîsanê.
Tu wê çirawîska (find) aaa han dibînî, rast
e aso ye dûr e lê çiqasî tu xwe ber bi wê ve
hildikşînî çirawîsk geş dibe aso jî nêzîk
dibe. Birazî merdalên vî warî di xewa sibê
de namînin! Wek min gote te ew çûne şahiya
Qamişlokê, ev sê şev, sê rojên me ne ku li
Qamişlokê Şevberata (Şev-erat). hinek ji
ciwanan mêvanê Cegirxwîn in Cegirxwîn jî
helbesta kurdî ji wan re dixwîne, hinek ji
qîz û lawan mêvanên hunermendê hêja Mihemed
Şêxo ne, mil dane hev dîlana kurdî dikin,
Şêxo jî qeyd û benda li ser wan dibêje. Ewî
bi xwe gotiye ku “Hemu Adaran hûm min
şiyarkin” . Em çûn jibo ku wî şiyar kin.
- Mamo tu natirsî ji guran, hirç û keftaran,
tu vê şeva han ber vî çemî ve ketî rê !?...
- Birazî mirovê ku netirse ew ne mirov e!..
Ma kesek heye ku netirse!? Lê Mamê te
xizmetkarê warê xwe ye, heçî em in, yê ku
hûn ji wan re dibêjin bav-kal, em di dîwan,
civaka namûs û şerefê de perwerde bûne. Tu
bala xwe bide ji bajarkê Tirbespiyê çem û
çem, Cerih û Cerih, ji gorstanê sipî heta
diyarê Felekê ji Tirbespiyê heta bi kaniyên
Şêhadir (Şêx Qadir), ji bajarok di nav hemu
gund û gundikan re rêwingiyekî li ser xwîna
mêr û mêrxasan re derbas dibe. Ji kuştiyên
fermanan, ji yên bi destê dijimin beg û axan,
ji yên sînor û mayînann(bûmban) ji yên heps
û zîndanan., belê li ser kul û kederên
penaber û koçerên welatê biyaniyan re derbas
dibim . Ez im yê ku jê re dibêjin; Rêwingiyê
miha nîsanê. Silavên mamê xwe bigihîne hemû
rêwnigiyên rêya dûr, yên deriya başûr yên
Europayê, ji bo wan bêje; Qamişlo li benda
we ye, pêwîstiya wê bi pênûsa we heye, bi
helbest, wêneker rêziman û hunermendiya we
heye. Ji bo neviyên mamê xwe û azadiya wan
biramin, ji bo xweşî û xweşkaya Tirbespiyê û
Cerihê biramin. Belê ji bo Qamişlo û Kobanê
biramin.. Birazî ji mamê xwe hes bike, ji bo
xatirê ku tu bikarî karekî ji cîran, gund
tevaya Kurdistaniya re bikî
Ez bûm rêwingiyê miha nîsanê. Ez bûm mêvanê
deriya Başûrê Europayê, mêvanê melûlvanekî
kurdê dilsoz û rûdêmgeş kekê min Mizgîn. Ez
bi rêzimanan re, bi helbestvan re, wênekar û
hunermend re, belê bi rojnamevanan re bûm
hevalbend û xizmetkarê warê rêwingiyên miha
nîsanê.
10.05.07 Husum, Elmaniya
amercelik@hotmail.de