Çavên ez
nikaribim kil bikim ezê kor bikim
Selîm
Biçûk
Rexneya ji bo
avakirinê karekî pîroz û rewa ye. Ev kar li ser bingehên zanistî tê
avakirin û xebat û livbaziyên mirovan dike riyek dirust û pêş ve
dibe. Di hêla nivîsandin û rewşenbîriyê de, li pêşberî nivîskar û
xwendevanan asoyên nû vedike. Di van asoyan de, herdu alî xwe, bîr û
boçûnên xwe û radeya civaka xwe zelaltir dibînin. Hêz û qelsiyê
berbiçav dikin û dikarin kevir bi kevir li ser tiştên ku hene ava
bikin.
Lê eger em bala
xwe bidin rewşa rexne û rexnevaniyê di kurdî de, em berevajî vê yekê
tiştên seyr dibînin. Bi taybetî di van demên dawî de, bêtir ji
rexneyê êrîş û şer û dijûn û hewldana têkbirina mirovan cihê xwe
digirin. Ev hewldan bi sê cureyan tên birêvebirin:
1- Bêtir ji
rexneyê gilîkirin e. Ev gilî awayê raporên ku ji hêzên ewlekariyê re
tên nivîsandin distîne. Li welat, kesên girêdayî hêzên ewlekariyê
bûn bi raporan giliyê xelkên xwe dikirin. Ev kar bi dizî dibû û di
encama wî de, pir kesên bêguneh ketin zindan û girtîgehan, karên xwe
winda kirin, azar(işkence) û lêdan xwarin û û ….
Ev kar niha di
riya internetê re û vekirî û işkere dibe. Sazî û kesên kurd pir
caran bi bêbextî dikin armanca hin hêzên derve û hindur. Wek mînak
li vê linkê temaşe bikin:
http://www.amude.net/Nuce_Kurdi_deep.php?newsId=3024
2- Êrîşa
li ser kesayetiya mirovan. Ev êrîş nakeve çarçoveya rexneyê. Bêtir
ji naverok, bîr û boçûna mirov, şerê wî kesayetî tê kirin. Wek mînak
hemû nivîsên qeşmerok, bavê qeşmerok û hin nivîsên din. Di vî rengê
rexneşerî de, bi piranî armancên teng û veşartî hene. Nexweşî û
nakokiyên civakî û giyanî rolek mezin dilîzin. Ev rexneşer awayê
dijûn û sixêfan distîne.
3-
Rexnekirina ne li ser bingehên zanistî ku ew jî, pir caran encamên
berevajî ji armancên xwe bi xwe re tîne.
Di vê
kurtenivîsê de, ezê balê bikişînim ser gotara bi navê rexne di tîrêj
de:
Tîrêj, ev gotar bi
navê nivîskarekî nenas (Nezîr Seîd), weşandiye û weha dinivîse:
Nizane bi kurdî bixwîne, binivîsîne
Wergerê dike…!!??
Tekez sibe dibe nivîskar û helbestvana kurd
Gotar li ser
helbestvanek kurd e. Çend helbestên ji wergerandina wê di rojava.net
de hatine weşandin û ew helbest bûne babeta rexneyê. Ez naxwazim li
ser wan helbestan rawestim. Hin şaşiyên ziman tê de hene rast e.
Herweha gelek dîtinên min li ser wergerandina bo kurmancî hene.
Piraniya kesên ku wergerandinê dikin bi herdu zimanan qels in. Ne
kurmancî baş dizanin û ne jî zimanên ku jê werdigerînin baş dizanin.
Ev jî, nayê wê wateyê ku mirov bi vî rengî êrîşî kesayetî û
taybetiyên wan bike.
(…………..temenê
nivîsandina wê du sê sal in, bi zimanê erebî xwe berda meydana
helbestê, hin ji vir hin ji wir xelkên ciwanmêr destên alîkariyê
danê, ev helbest ji wê re serast kirin; ew helbest hin jê
qurmiçandin, ewê jî bi parçîmkirina evan helbestan û bi ewî wêneyê
xwe ê ciwan helbet ew paseporta wê bû, xwe meşand, çavê xortan
dagirt lewra şerm kiririn; berhemên wê jî xistin nav berheman û navê
wê jî bû helbestvan…tekez ko pêwendiya wê bi her kesî re
berjewendiya misoger e. Lê zû bi zû tête naskirin, tev li wilo jî ew
berhemên xwe dane ser hev li gel suretekî ciwan şand ji kurdistana
Îraqê re, çer ew jî çav li wêneyê ciwan kirin yek ne kirin dido
dîwanek ji wê re çapkirin, …
Hêja…: ez te şîret dikim ko tu xwe baş fêrî {a-b eya} kurdî bikî
…,
)tirej.net – Nezîr Seid
Gelo çi têkiliya
wêneyên ciwan û kesayetiya helbestvanê bi naverok û zimanê helbesta
wê heye?
Birêz Nezîr Seid (Tîrêj)
şîret û pêşniyazan dike. Gelo ew çiqasî li ser rêziman û rastnivîsa
kurdî agahdar e? Eger ew navê nivîskariyê pêşkêş û diyarî vê
helbestvanê dike, kê vî navî bide wî? Gelo hun kî ne, ewên alîkarî û
piştgiriyê dikin? Tu bi xwe yî yan jî hun saziyek in? Pêdiviya me
tev bi alîkariya we heye (…. ne xeme em tev piştgiriya xort û
keçên kurd dikin û dibêjin bela pêşkevin…)dîsa tîrêj dibêje. Lê
hêvî dikim hûn wêneyên xweshik û ciwan ji me nexwazin!
Zimanê
rexne-êrîşvan:
Dema em li ser
zimanê vê gotarê rawestin emê bibînin ku bi çi awayî ji zimanê wan
wergeran ne bilindtir e. Emê herdu hevokên pêşî ji vê gotarê bigirin:
Hevok 1:
(Xwendevan û nivîskarên hêja gelek di girava tore û ziman de
avjeniyê bi çarlepkan dikin, hin bi naskirinê, hin bi şayikirinê
çend berhemên ketî belavkirin û navê wan bû nivîskar, nimûne pir in
lê babeta min li ser nîvhelbestvana kurd Xelat Ehmed e…)
Hevok 2:
(….. temenê nivîsandina wê du sê sal in, bi zimanê erebî xwe berda
meydana helbestê, hin ji vir hin ji wir xelkên ciwanmêr destên
alîkariyê danê, ev helbest ji wê re serast kirin; ew helbest hin jê
qurmiçandin, ewê jî bi parçîmkirina evan helbestan û bi ewî wêneyê
xwe ê ciwan helbet ew paseporta wê bû, xwe meşand, çavê xortan
dagirt lewra şerm kiririn; berhemên wê jî xistin nav berheman û navê
wê jî bû helbestvan…tekez ko pêwendiya wê bi her kesî re
berjewendiya misoger e.)
Hevokên ji tirênan
dirêjtir, mirov serî ji binî nasnake. Heta mirov digihîje dawiya
hevokê serê wê ji bîr dike. Ziman şikestî û qels e. Rewaniya hevokan
jî, mîna axaftina li civatê ye. Ne zimanê nivîsandinê ye.