Hoşeng Osê
Şiva
xwe li pişta
şevê
xe
û keriyên
xwe berde zozanên ku ji nalîna bilûra te rijiyane
li ser
sînga helbesta Xanî.
Bıla têr
biçêrin.
Li ser
tayê berbangê
refên
stêrkan razayîne.
Wan
şiyar
neke. Her stêrkek, di himbêza xwe de
Pakrewankî dilorîne.
*
* *
Çemê
ji
nav
tiliyên te der hatiye
pêlên wî
ko bûne.
Ew ê
çawa karibin çola bêdengiyê cot bikin
û
xaçerêyekî li nav striyan
ji
karwanên sozdaran re bikolin?!
De
pencera dilê xwe ji pertavên bîranînan re
veke
û destên
xwe li qeyika helbstê xîne.
Bıla li
nav ayetên bejna Rozerîna
min û te avjîniyê bike.
Ew bejna
tijî girav bendav
tijî
kendav û tengav, gerdûnke din e.
Tu yê li
wira, hînî elfebêya xwendina razên wê bibî.
Tu yê
nasbikî bê Xwedê çendîn hinermend e
û her
hinermendek Xwedayek e.
*
* *
Şivano...
Dîrpk...
dewran...
zemîn pîr dibin.
Tenê
xewnên te ciwan dimînin.
Geko,
ciwaniya xwe ji kîjan kaniyê vedixwin?!.
Dem û
xwerist ker dibin
lal dibin.
Tenê
xewnên te stranıne kovî ne.
Nayên
kedî kirin.
Ji
misînên elendê, nivîşka
temenê te dinoşin.
Ji taya
têkçûnê te
şiyar
dikin
û li
binê perda çavên te radizın.
*
* *
Şivano...
Destên
xwe têxe paxila hîvê
Misteke
ax derîne.
Xunava
omîdê li ser birıjîne.
Heriyekê
di pizdanê Adarê de bistrê.
Ji wê
heriyê, nêriyekî ji xewnên xwe biafirîne.
Belkî
buhar, çemê payizê ji ser paşeroja
te vegerîne.
Belkî li
vî warî, destara
şîn
û mirinê raweste.
Azadî
bizê.
Çav têr
ken bibin.
Zik têr
nan bibin.
Zarok
têr bilîzin.
Şam
_ 2001