Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

02 June 2008 17:57

 

Mihemed Elî

 

 

Tîşka te mîrên tariyê kuştin!
BO ŞÊXÊ ŞÊXAN MESÛQÊ XEZNEWÎ

Mihemed Elî


tu navekî ne wek navan bûyî
tu gewdeyekî hevqamê çiyan bûyî
cuba te sîpera me di germa qirêj de
hênik dikir
tu zaneyekî ne wek wan bûyî
tu olnasekî ne kewden bûyî
tu ne nijadperest bûyî
tu piral bûyî
baweriya te bi biratiyê hebû
dilê xwînxwaran lerizand
guhên te li rexneyan vekirî bû
te bîrdoza wan mezixand
tu mêvanê heval û dostan
tu bû şalyarê navê kurdan
di fereziya te de peyda bû kurdekî puxte
di gotinên te de rê
bûn bendên awarte
dêmên buhûştiyane
kurdistana me bedewtir kir
asoyên ramangeriya me palîn
û geştir kir
qebqeba te ya azad
şadî xiste Agirî, Sirûc
Efrîn, Qamişlo û Firat…
guhên qirêj jan dan
bi gotinên mezinan
dilxweş bûn xwediyên
gazinan…
di şeveke tarî de
hat refê qijikên sergûyan
di şeveke bêyom de
li dijî te kom bûn
kurên bêjiyan
mîna roviyên tirsonek
di şeva çavşikestî de
mîna segên arode
li ser şopa şêran
henaseyên qirêj berdan
û tu raçav kir
van kurên bêjiyan
wek bav û kalên wan
bêbextî dubare kir
mîna kujerên şaristaniyan
xwîna pîroz rijî
alavên kirêt mîna ji
kewarên sincên xwe
bi kar anîn…
rewîştên genî ji dîroka
xwe carik din li ber te danîn
tava jiyanê bêhna wan teng kiribû
ava palîn qirêjiyan wan zeft kiribû
gul hevrikên wan bûn
evîn kujera bêdilan bû
biratî û dilovanî
di ferhenga wan de
kuştin û talan bû
dêmên dirinde nema li ber
tîşka te xwe radigirtin
buhareke şîn dilê mîrên
tarîtiyê reş dikir
hestên tor tu kuşt bo jiyanê
bikujin
bo sosin û beybûnan
biçilmisînin
bo keştiya sincên te
binuqumînin.
Na, bila bextewer nebin
tu heyî
tu nemirî
laşê zêrîn li wan bo jehr

ramana zîrek li wan bû behr
û ew nuqumîn
vaye ew diçin û tu heyî
vaye ew dihelin û mayî
bihar hêj şîn e
tûtî hêj dixwîne
zarokê me hêj
pend û şîreta te
li ser zimanê xwe digerîne
dibêje Şêxê min, tovên nemiran
di rehên min de çandin
wî çand ez hiltînim
ez ê biçînim bo
nifşê sibe hilîne
îro hemû Kurd li yadî şehîdbûna te xwedî derketîne…
îro rûyên xwedî reftarên qirêj tenî girtîne…

***
 


efrin2612@hotmail.com

 


    

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1