|
Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên
Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat
Di rojên 28-30ê Nîsanê de kongireya sêyemîn a
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li
bajarê Göteborg ê swêdî pêk hat.
Endamên Hevgirtinê ji welatên ewropî yên cuda di
kongireyê de amade bûn û kar û rewşa wê ya ji
kongireya duwemîn ve nirxandin.
Kongireyê bi kêliyeke bêdengiyê li ser giyanên
şehîdan û sirûda Ey Reqîb destpê kir.
Şêx Murşidê Xiznewî û Hoşeng Broka li pey hev
gotinên xwe pêşkêş kirin.
Piştî xwendina brûsk û nameyên bo kongireyê
hatibûn, helbestvan Selwa Gulî gotina PENa-Kurd
xwend.
Di pey re dîwaneya birêvebir hate hilbijartin û
kongireyê dest bi karê xwe kir.
Endamên kongireyê hin guhertin di rêbaza
Hevgirtinê de pêk anîn, di nav wan de guhertina
navê wê yê kevin. Berdewamkirina projeya sala
zimanê kurdî û xurtkirina têkiliyan bi hundirê
welêt û piştgiriya tevgera çandî li wir ji xalên
sereke bûn di kongireyê de.
Endamên kongireyê bi yekdengî pejirandin ku navê
Miqdad Midhet Bedirxan li kongireyê bikin.
Di dawiya karê kongireyê de endamên komîteya
kargêr hatin hilbijartin. Komîteya kargêr a nû
li gor guhertinên di rêbazê de bi cih bûn ji 9
endaman pêk tê. Li pey hilbijartina komîteya
kargêr endamên wê Selîm Bicûk wek serokê
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê
hilbijartin.
Piştî bi dawîbûna karên kongireyê şeveke hunerî
bi beşdarbûna hunermendan: Xalid Sofî, Zubêr
Salih, Evîna Welat û Hevraz Hesko pêk hat.




|