|
Vî çemê derewan
rawestînin
Mehmed Uzûn û qapûtê wî
Helîm Yûsiv
Di şopandina vê gengeşiyê de ya ku piştî
“Konfiransa Mehmed Uzun” derkete holê, berî her
tiştî, belengaziya wêjeya kurdî bala min kişand.
Di vê kurtenivîsê de, ez dixwazim bala wan
pêlewan û mirîdên ku bi navê wêjeya kurdî
dixwazin qehremaniyên xwe û şêxê xwe ji bo me
pêşkêş bikin, bidim xuyakirin ku, êdî wêjeya
kurdî nema bêxwedî ye.
Her kes nikare çi bê ber devê wî bibêje û xwe,
yan şêxekî xwe, bike destpêka wêjeya kurdî yan
jî afirînerê zimanê kurdî yê modern.
Eger hinek naxwazin bawer bikin ku, ew qonaxa
derewan qediyaye, roj hatiye ku kumên xwe deynin
ber xwe û bifikirin.
Ez ê ji Mehmed Uzun û pêlewaniyên wî dest pê
bikim:
“Min zimanekî nû hem ji bo kurdan, hem ji bo
tirkan û dinyayê çêkiriye.”
(Nûçeya Diyarname 18.2.07)
Ez bi xwe şaş dimînim bê M. Uzun (wêrekiyeke)
wiha ji ku tîne ku, ev gotinên bê bingeh bibêje,
bêyî ku kurekî ciwamêran bipirse bê ma gelo ev
ziman çi ye evê Uzun qala wî dike.
Heta berî îro li ber guhê min diket ku, ji bo
kurdan ziman afirandiye, lê niha bû ji bo tirkan
û ji bo dinyayê.
Ez dipirsim, eger nivîskarekî miletekî din ev
gotin kiriba, ne ku rexnegiran li ser wî wiha
gotiba, wê ew nivîskar nebiriba nexweşxaneyekê
ji bo tedawiya pisîkolojîk?
Xala din a ku ez dixwazim li cem rawestim qapûtê
ku Mehmed Uzune jê derketiye. Ciwamêr xwestiye
wî qapûtê xwe yê tirkî li hemû nivîskarên kurd
bike, hetanî ewên ku bi tirkî nizanin jî.
M.Uzun dibêje:
“Ji bo dinyayê ‘qapûtê’ Gogol çi be, ji bo me
kurdan jî ‘Hemedok’ê (Înce Memed) Yaşar Kemal ew
e. Hemedok ‘qapûtê’ me ye.” (Husên Duzen
24.2.07)
M. Uzun dikare her qapûtî li xwe û li
nivîskariya xwe bike, lê mafê wî tune ye ku
qapûtê tirkan û wêjeya wan li nivîskarên kurd
bike.
Eger bixwaze dikare qenciyên Yeşar Kemal bi
awayekî din lê vegerîne, lê bêyî ku heqaretê li
nivîskarên kurd û nivîskariya kurdî bike,
nexasim ku hejmareke mezin ji wan dûrî bandora
tirkan û wêjeya wan in.
Girêdayî vê mijarê:
“pirtûka zimanzanê Alman Eric Auerbach ya bi
navê ‘Mimesis’ bi xwe re biribû cihê konferansê
û ew bilind kiribû nîşanî guhdarvanê xwe dabû û
gotibû “Hîn wergera tirkî ya vê pîrtûkê tune ye.
Ev şerm e ji bo weşangerên Tirkiyeyê.”
Eger ew tunebûna pirtûkeke girîng di wêjeya
tirkî de şerm dibîne û xwe wekî parçeyekî wê
wêjeyê bibîne ew azad e, lê bikaranîna navê
kurdan û zimanê wan ê qedexe û wêjeya wan bi vî
awayî sosreteke mezin e.
Ez bi xwe nikarim têbigihêjim bê çawa
nivîskarekî kurd li ber qelsiya wergera di
wêjeya tirkî de dikeve bêyî ku, qala hejarî û
qelsiya wergerên ji bo kurdî bike.
Xala din ew e, dema ku mirov bala xwe dide kesên
ku di konferansê de axivîn, mirov dikare hinekî
nas bike bê M. Uzun wê wêrekiyê li cem kê û di
nav kê de bikar tîne. Ji xwe re guh bidin vî
ciwamêrê ku qala teoriya xwe ya ji bo wêjeya
kurdî dike.
Omer Turkeş (Rojnameger):
“Ez bawerim wêjeya kurdî divê mirov bi Mehmed
Uzun bide dest pê kirin. Uzun ne tenê bi romanê,
bi xebatên xwe yên li ser ziman û wêjeya kurdî
jî destpêkek e.”
(Diyarname 18.2.07)
Ka em ê tenê ji bo romanê bibêjin. Romana kurdî
ya yekem di salên 1930’yan de ji aliyê Erebê
Şemo ve hatiye nivîsandin û roman çap bûye.
Belkî birayê me bêje, ew kurdê Sovyeta berê ye û
ez li ser yên Kurdistanê dibêjim. Baş e, di
navbera 1956-1962’yan de romana “Jana Gel” ya
Îbrahîm Ehmed ji başûr û ya pêşmerge ya Rehîmê
Qazî ji rojhilat derketin.Baş e,dibe ku birayê
me bêje em li ser bakur diaxivin, baş e. Dîsa
1983’yan de zeviyên Soro û piştre jî romaneke
Mehmûd Baksî heye. M.Uzun di 1985’yan de dest pê
kir. Îca ev birayê me ev baweriya xwe li ser çi
bingehê ava kiriye, Xwedê zane. Ew nebes bû,
vêca ciwamêrekî din tê qala sirgûniyê dike:
Şeyhmus Diken (Nivîskar):
“ Mehmed Uzun li sirgûniyê wêjeya modern a
kurdan çêkir..”
(Diyarname 18.2.07)
Bala xwe bidin vê hevokê wêjeya modern a kurdan.
Ez nizanim çima ev ciwamêrên ku peyvan bê ser û
ber davêjin di wê baweriyê de ne ku ji wêjeya
kurdî agahdar in û dikarin bibin xwediyên
nirxandinên wiha giştî.
Lê dibe ku bersivên gelek pirsên ku me kirin li
cem Muhsin Kizilkaya bin, gava ku qala
nimûneyeke zindî ji van nimûneyan dike:
Muhsin Kizilkaya
“Jineke gundî ku qet roman nedîtiye, nexwendiye,
tevî mêrê xwe hatibû, wê digot, mêrê wê li
deftera mêvanan gotinên wê dinivîsand. Wê digot;
"Tu dengê me yî."
Bê guman gava ku mirov nizanibe bixwîne, mirov
dikare her tiştî bibêje. Û her tiştî ji mafê xwe
bibîne. M. Kizilkaya ev mînak ji bo pesindana
romana Uzun aniye û bawer dike ku roman ew qasî
bûye tiştekî girîng li cem vê jina gundî ya
nexwendî. Bêyî ku qala rola reklam û
propagandaya kesan û ya çapemeniyê bike. Sosret
ew e ku bi nîşandana vê mînakê re Kizilkaya doza
bawerkirineke wiha li me jî dike. Baweriya vê
jina gundî ne ji xwendina romanên Uzun hatiye,
wekî ku diyar e, lê ji hêlên din yên siloganîk
tê. Ew aliyê ku Uzun gelekî dide pêş. Ez bawer
dikim ku hayê wî jê tuneye ku silogana
televîzyona El Cezîre ya erebî ji salan de ev e:
'' Em dengê kesên ku dengê wan hatiye birîn
in''.
M.Uzun dibêje:
“Min qala dengê yên ku dengê wan hatiye birîn
kir ..”
Ez hêvî dikim ku ev kurtegotar nekeve bin siya
şiroveyên şexsî. Mebest ew e ku rê li ber
bêxwedîbûna wêjeya kurdî bê girtin. Bi navê
wêjeya kurdî ev cînayetên ku di rojê de dibin
bêne rawestandin. Mirov rêzgirtineke mezin dide
her kesê ku keda wî di pêşxistina wêjeya kurdî
de hebe, M.Uzun jî yek ji wan e. Lê, em ji mafê
xwe dibînin ku em vê daxwazê bi dengekî bilind
bikin, da ku ew û romanên wî bi awayekî dirust û
bi pîvanên zanistî û bi şîroveyên bi bingeh bêne
nirxandin.
helimyusiv@hotmail.com
Ji Diyarname
|