|

Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava Li Derve û Malpera rojava.net:
Bila serê Gelê Kurd, malbat û dost û hevalên
Prof. Dr. Şakiroyê Xido Mihoyî sax be
Me bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina dawî ya
Prof. Dr. Şakiroyê Xido Mihoyî, wergirt. Piştî
77 salên tije xebat û berhemên giranbiha, di
roja 01.02.2007 an de, dilê zanayê hêja û
payebilind rawestiye. Bi koçkirina Prof. Dr.
Şakiroyê Xido, Gelê Kurd, rewşenbîrî û
zaniyariya kurdistanî nirxekî bilind winda kir.
Şakiroyê Xido çû ser dilovaniya Xwedê û ji nav
me bar kir, lê zanîn, berhem û kesayetiya wî dê
her di dilê Gelê Kurd de bijîn.
Bila serê Gelê Kurd û malbat û xizmên wî sax be
û cihê wî bihişt be.
Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava li Derve (HRKRD)
Malpera rojava.net
01.02.2007
Kurtejiyana Prof. Dr. Şakiroyê Xido Mihoyî
Şakiroyê Xido di sala 1930 î de, li gundê
Elegezê, Aparanê, komara Ermenistanê hatiye
jiyanê.
Dibistana seretayî li gundê Elegezê, sala 1948
an bi dawî kiriye, li bajarê Yêrêvanê li Zankoya
perwerdeyîyê, beşê dîrokê temam kiriye.
Piştî bidawîkirina xwendina bilind 2 salan li
gundê Elegezê wek mamosteyê dîrokê dixebite.
Destpêka sala 1955 an, di weşangeriya rojnameya
Riya Teze de ku di sala 1938 an weşana xwe
rawestandibû cî digire û piştî salekê dibe
cîgirê berpirsiyarê rojnameyê.
Bi karê rojnamegeriyê re, di li Ermenîstanê,
dest bi xwendina kurdzaniyê dike.
Sala 1960 î karê rojnamegeriyê berdide û dest bi
karê zanistî û lêkolîna dîrokê dike.
Sala 1971 ê, di Instîtûta Rojhilatnasiyê, beşê
Kurdzaniyê de, li Ermenîstanê cî di nav xebata
zaniyarî de digire.
Ji sala 1981 ê heta 1994 an, li Instîtûta
Rojhilatnasiyê ya Ermenistanê serokatiya beşê
Kurdzaniyê dikir.
Herweha sala 1981 ê Şakiroyê Xudo dibe profîssor
.
Piştî hilweşîna Soviyetê, Prof. Dr. Şakiroyê
Xido li Moskova cî digire û bi komek kurdzanên
bi nav û deng re Navenda Lêkolînên Kurdî ava
dike û bi xwe dibe serokê vê navendê.
Sala 1994 an, li Kurdistana azad (Kurdistana
Başûr) bi xelat zêrîn ya Pîremerd tê xelatkirin.
Roja 01.02.2007 an dilê Prof. Dr. Şakiroyê
Xidoyê Mihoyî radiweste û pê re Kurdistan û Gelê
Kurd zaniyarekî hêja û kesyetiyeke bêhempa winda
dikin.
|