|
Mihrecanek
di
birîna min de
ket xewnan
Ibrahîm Ibrahîm
Xewna ( 1 )
di şahiyên şevên tî de
çavên xwe dikşînim ..
ji welatekî kevin..!
Bîranînên min bûne aveke
sist
Wek efrîn*mezin dibe dilê
Min
Gemiya derdan di çemê
Stirên çavan di westin ..!!
Gulek zer
hêdî .. hêdî ji hev kişî
stiranek tê de şiyar dibe
rûyê birînan direvîne
û.. ez
penca xwe didim ezman
welatekî ji didizim
û di rengê neynka xewnên
xwe de
vedişêrim..!!!!!!
Xewna ( 2 )
jinek berdayî ji mêr
li ser nameyên rû tehil
qehwa sibê vedixe ..
dengê wê…..
bi fedî..
..bi fedî
di pencera jorî de
bang dike
û ..
digirî
di destan de mirina welêt
û..
li ser lêvan
laşekî bi ronî ..!
Xewna (3 )
ket deriya bê dengiyê
wek stiranek newrozî
biskên xwe dirêj kirin
stiran pê lîst ta westiya ..!!
Wer di rengê min keve
Surgun bibe
di rengê rêwîyan de
Birîn bendewarê gemiya
lehîyên evîna te ne
Xewnên gotinan bê deng bike
Ma êdî ne bes e…??
Tu yê çibikî bi lalbûna birînan
Ka were maşuro
Di rûyê dilê min de
Hêlîna pêşmergiyekî çêke
Ji bo qundaqa tivinga te
geşkim.
|