Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:09

 

Elwan Şivan

Neynikên renge reng
Elwan Şivan


Neynikên di qirêjiyê û zingariyê de hewldanan didin
û tevnepîrên di quncikên zindanan
Li xemla evîneke bê hêvî xwe berdide

Devsistiya tirsê ku meyzandinan gunihkar dike
Ji nakokiyên bihişt û dojihê
Di evîniya perî û melayketan de
Di zingarîyê de winda û sitewra

Neynikên dîn

Rî û simbêlê gijolî
Mîna darbistanên bê rê
Devê bê doxîn ji gotina xirek û sist e
Teredîniya li sîka tava heyvê pez dike
û li hember neynikan bi xwera ken dikê

Neynikên bi sehû

Şanoya movikên tiliya
û tizbihên sed libî
Axwir û kavilên bi sehû
Di dengvedana
peyvên pêxember û sihabiya
Di dosa nama xwedayî
û ristên pirtûkên pîroz
Ku di leystikvaniyê de neynik bi xwe şano ye

Neynikên ocax

Qehfikên şemitandî li keviya
Merqed û ziyartan
Ku her di şemtên
Moralên gêj di fetil û qevzê
Bi hijmar
Bû sih û şeş
Xeyal di govenda xema şînê dike
Li neynikan direqse
Li cavan lêlan e

Neynikên kole

Peyalên ji aravên zimanekî jehir kirî
Tê de ser xweş dibin
Nivişt û berbejnên li sitû
Kavlê sipî û bizûzkana
û laşê gurî
Ji gurîbûna neynikên dîrok û demê
û di koletiyê de xelmaşî xewnên axretî dibin
û tirs tê guvaştin ji xwihdana xewnan dinyayî

Neynikên civakî

Kefenê mirinê û tevnepîr
Li civatên xalî
Di şûn de man
û civak di heys û beysê de
Tert û bela bû....




                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1