|
Hevpeyvînek bi Cankurd re, li ser rewşa
edebiyata kurdî
Latif
Epözdemir
Cankurd kî ye?
Cankurd,
yek ji sıyasetmedar û cefakaré kurd e, ku di
hemû jıyana xwe de, tu wextekî, xebata ji bo
rizgarıya Kurdistané ji bira xwe ne birıye.
Min nameyek birayane jé re şand û lé daxwaz kir
ku bersıva pirsén min bide. Spasek mezin û giran
lé dikim ku bersiva min da. Ez kubar û şanaz im
ku rewşenbırekî me yé weha heye. Ez vé
hevpeyviné péşkéşî we dikim. Hîvîdar im ku jé
istifade bikin.
Xelkê binxetê
ye, ji gundê Meydankê,
li ber ava Efrîn, li herêma Çiyayê Kurdan, sala
1948 ji dayik bûye.
Li gundê xwe
çûye dibistana bingehîn, pişt re li Efrîn û
Helebê xwendina xwe kiriye, sala 1971 bûye
mamosteyê zimanê Erebî li dibistanên navîn ên
Helebê û derdora wê, lê ji wî ra qedexe bû, ku
li herêmên kurdî karê xwe bike.
Ji sala 1968
de ketiye nav tevgera neteweyî ya kurdî, û ta
sala 1977 gelek caran hatiye girtin,
îşkencekirin û li dawiyê ji mafên niştevaniyê
hatiye bêparkirin, dêrînê “mulkê” wî ji
aliyê dewletê ve hatiye bindestkirin û ji kar jî
hatiye avêtin.
Çavêd wî hîn
di sala 1968ê de li zimanê Kurdî bi rêya
Elîfbaya Osman Sebrî
(APO), “Derdê
reş” ê şehîdê mezin
Mûsa Enter
û helbestên hozanvanê welatparêz
Cegerxwîn
vebûne. Dest bi nivîsînê kir bi gotarek dirêj li
ser çêrok û efsaneyên kurdî, ku bi navekî dî di
kovara “Gulîstan”
de, ya ku rehmetî
Cegerxwîn sernûseriya
wê dikir, hate belavkirin.
Ew ji 09.09.
1979ê de li Almaniya dijî, û di gelek saziyên
kurdî de xebat kiriye. Ew yek ji avakarên
serekîn ên komîtiya vejandina
Partî Demokratî Kurdistanî –
Sûriye (KDP-S) e, ku
sala 2000 li derveyî welêt dest bi karê xwe
kiriye. Tev li gelek kongireyên hembervaniya
sûrî bûye, li Amerîka, Ewrûpa û Tûrkiye, ta niha
jî di têkoşîna gelê xwe de, wek endamekî vê
partiyê, tevî nexweşiyên (Şekir
û Dil) bê rawestan
digudîne.
Cankurd
endamê PEN a Kurdî
ye, û bi Erebî (4) pirtûkên wî hene, tev li ser
gelê Kurd in, û bi Kurdî jî van pirtûk û berhem
hene, li gel hejmarek mezin ji gotaran û hinde
lêkolîn, nirxandin û wergerandinên ji Erebî û
Almanî:
-
Dilopeka
xwîna dila (Helbest)
-
Zembîlfiroş (Lêkolîn)
-
Gundê Dîna
(kurteçêrok)
-
Selahiddînê Eyûbî – Kurdekî cîhan hejand
-
Çêrokên
Kurmancî – Vejandina pirtûka Alexander Jaba (Tîpguhastin)
-
Bazarganê
Vênîsiya – William Shakespeare (Wergerandin)
-
Niştûwarkirin
(li Almaniya) – (Wergerandin ji Almanî li gel
Bayram Ayaz)
-
Zindana
Azadiyê – (Wergerandina filmekî almanî ye li ser
Kurdan – Li gel Hemreş Reşo)
Berhemên
nehatîne çapkirin:
-Wergerandina
pirtûka (10.000 Nandozên Girîkî – ya Xenophon)
- Sênariyoyek
bi Kurdî, ku amade ye bo filmekî bi navê “Alanê
Kurd”
- Kurd
di dema Imadeddîn Zengî de (Ji Erebî)
- Newroz
û Kawa (Şano)
- Beyt
û stranên me yên kevnare (Tîpguhastin)
Hinek
berhem jî hîn neçûne serî wek romana (Welatê
Hevrîşmê Sor)…
Rewşa edebîyata kurdî, îro beramber bi salén
80 çawa ne. Li Turkîyê ku şertên nivsandina bi
kurdî parîyek azad bûne, çi fersend daye
pêşketina edebîyatê. Gelo em dikarin bêjin ku
xwendin û nivsandin yekser dimeşin yan na..?
Ma rewşa wêjevaniya kurdî wê çawa baş be, gava
roşenbîrên Kurd di nav xwe de, bi hev re, bi
zimanê Turkî her bipeyivin? Dayik û jinên Kurd
di mal de bi zarokên xwe re bi Turkî bipeyivin û
ji sibê ta bi dawiya şevê li bernameyên turkî
temaşa bikin? Wê çawa wêjevaniya kurdî baştir be
ji berê, gava piraniya bernameyên televîsyonên
Kurdan bi Turkî, Erebî an Farsî bin? Bi ser de
jî ciyê kovar û rojnameyên turkî li ba
roşenbîrên me ji yên kurdî balatir bin?... Bi
rast, ez ji vê rewşê hosan bûme... Ez
roşenbîrekî kurd dinasim, ku paş gelek salan
xebata di nav desteya kovarek kurdî de, paşnavê
xwe kiriye “Turk”,
da dên û bala Turkan bi ser xwe ve bikişîne, ku
ew ne Kurdekî nijadperest e, ew welatiyekî kurd
ê dilsoz ê “Turkiye”
ye.
Hema dîsa jî em dikarin bibêjin, ku di dema niho
de gelek Kurd êdî bi zimanê xwe yî dayîkî, bi
Kurdiya şîrîn û resen dipeyivin, dinivîsin û
dihoşin. Gava tu derbas bî nav rûpelên
Internetê, û tu “Helbest
a kurdî”
an “Strana
kurdî”
an jî “Zimanê
kurdî”
bigoogilînî, tuyê pir rûpelên dagirtî bi
berhemên kurdî bibînî. Internetê delîve û
bergehek bê sînor û bê serhed xistiye destê gelê
me, ku bi rêya wê wêjevaniya xwe ya devkî û ya
nivîskî biparize... Ew niviskarê ku ji ber hinde
egerên diravî nikane pirtûkên xwe bide çapkirinê
an li ba hêzek kurdî bide pejiran, dikare bi
asanî bigihîne milyonan ji xwendevanan bi rêya
weşandina wan pirtûkan di Internetê de, an jî bi
hinartina wan bi rêya blog û e-mailan ji nas û
dost û wêjehezan re... Pirtûkên berî niha bi 80
salî li teviya Kurdistanê hatîne çapkirin, li
ser tiliyên destan tên hejmartin, lê niha rast
nayin jimartin. Berê mijar bi piranî mijara
azadiya gelê Kurd bû, lê niha ji aliyê mijarê ve
jî tabelaviyek mezin heye... Ev e jî nîşana
pêşveçûnê ye, lê 80 sal jî ne hindik in. Divê em
ji vê delîveyê jî hodeyek mezin bigirin, ku li
Turkiyê piçekî derî li ber belavkirina
wêjevaniya kurdî di va dema dawî de hatiye
vekirin, lê em ji bîr nekin, ji aliyê dî ve
pilanin Turkkirina gelê me nehatîne rawestandin
û pêwîste em li hember vê ramyariyê livek
wêjevanî ya fireh û xort bikin.
Di
dîrokê de gelek caran rewşenbîrên kurd sedem
şert û zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar
bibin û herne derveyê welêt. Her weha li dervêyê
welêt berhemên xwe amade kirine. Edebîyat di
salên dijwarîyê de li derve xwe parastîye.
Sûrgûn û xerîbî çi tesîrek danîye ser edebîyata
kurdî.?
Li ba Ereban yek ji niviskarên tewr mezin “Cibran
Xelîl
Cibran”
e, ku jiyana xwe bi piranî li dûriyê û nenasiyê
derbas kiriye, lê hem di ziman de, hem di bîranê
de û hem jî di nêzbûna xwe de ji dilê gelê xwe
ve, wêjevanekî wek “Nimûne”
tê naskirin. Gelek niviskarên Hindî
û Pakistanî
li Brîtaniya
jiyane an dijîn, lê bi rast romannivîs û
helbestvan in mezin in. Yek ji wan Selman
Rushdî
ye, ku wek romannivîsekî cîhanî hatiye
naskirin... Ew di naveroka romanî de herdu
cîhanan, Rojhilat û Rojava tev li
hev dike û fantaziya xwe li ser wan herduwan
avadike... Dûrî carina di nav welatê niviskar de
jî çêdibe, gava ew ji dûroka xwe, ji helbesta
gelê xwe û ji zevînê xwe yê wêjevanî hatibe
hilkirin, û carina jî ewê ku li Swêd
û hî wêde daniştiye her û her li nav çiyayên
Kurdistanê
maye, nikane wan gund û koz û çem û berqef û
newal û mirovên, ku demekê di nav wan de mayî,
ji hiş û dilê xwe hilbike, bavêje û li ciyê wan
cîhanek swêdî di hinavên xwe de biçîne, wek
dûrokvanê ku her û her di nav rûpelên dûrokê de
dimîne, nema dikare tev li jîna rojane bibe...
Gelek wêjevanên kurd, ji hemî şaxên wê, wek
helbestê, çêrokê û şanoyê, di van 30 salên dawî
de li Ewrûpa
belav bûne, û hikariya jîna ewrûpî jî li wan
çêbûye, lê bi piranî ewana wefadarê kelepûra
xwe ya neteweyî mane û mera dikare wê wefadariyê
di berhemên wan de bişopîne. Di vir de Seyda
Zeynilabidin Zinar, Mehmet Uzun,
Hesenê
Metê,
Firat Cewrî,
Mahmûd
Baqsî
û Lokman Polat ber bi çavan dikevin...
İro jî navenda edebîyatê xerîbîye yan êdî
edebîyat dikare li ser axa xwe şîn bibe.
Nîvîskarên Kurd lazime çî bikin ku edebîyat
zêdetir li ser axa xwe xûrt bibe.?
Ji xwe ew wêjevaniya ku di zevînê xwe de nejî,
nabe para serekîn ji berhemên wêjevanî yên wê
civatê. Ji wê re “Wêjevaniya
koçberiyê”
tê gotin. Da niviskar ji civata xwe bi giştî
neyê birrîn, pêwîste ew têkiliya xwe bi civata
xwe ya kurdî re nûbike, ewa mak û serekîn...
Divê ew bizava xwe bike bo çapkirin û weşandina
berhemên xwe li bajêrekî Kurdistanê.
Diyarbekir
an
Hewlêr
niha dikarin niviskarê Kurd bi ser xwe ve
bikişînin, ji xwe şîrê berhemên wî bidoşin,
niviskar jî bi wan re pevgirêdanek nû avadike,
li xwe vedigere, li nişt û kevnewarê xwe... Eve
jî pir giring e, da civatên ewrûpî niviskarê me
bi tevayî ji dest me dernexînin.
Dengbêjî, xalek gelek giringe di edebîyatê de.
Her weha edebîyata Kurdî ya devkî dengbêjîyê
rumetek bilin hesab dike. Gelo dengbêjên kurd
hetanî îro çî xizmet dane edebîyatê.?
Min di van 20 salên dawî de gelek stranên kurdî
ji nû ve bo Internetê nivisandine, tîp guhastin
an ji pirtûkan girtine û civandine ser hev, min
bêtir ji 200 stran ji wan di malpera xwe de (
www.kurdax.net
)
belav kirine, parek ji wan yên ji pirtûkên
Eugen Prym û Alber Sosin hatîne, ku
bi rast ez tê de westiyam. Egera vê yekê jî
ewe, ku di strana kurdî de ziman û serohat û
canê mirovê kurd hatîne paristin. Dengbêjên kurd
ji me re Memê
Alan, Siyamen û Xecê, Yûsif û Zelîxe, Cimcimê
Sultan, Cenbelî
û bi sedan berhemên dî yên dema axatiyê di
dûroka me de paristine, eve jî pir giring e bo
civaknasan, dûroknasan û zimannasan. Di stranê
de ne tenê evîndarî, belku kesayetiya kurdî bi
tevayî hatiye nasîn. Eve jî mezintirîn berdestî
ye ji bo wêjevaniya kurdî. Neyaran kanî bûn
niviskarê kurd bêqelem bikin, lê nekanîn
dengbêjê kurd bêdeng bikin. Min qeftek ji “Stranên
Kurmancî”
bo melayekî li Dihokê
hinartin, wî bi zûkî pirsek nedîd bo min
nivisand: “Gelo! Tu ji min dixwazî,
ez xwe bi strana kurdî gêro bikim?”
Min bersiv dayê:”Min ji te re stranên
kurdî hinartin ji ber ku ez dizanim tu xwe bi
zimanê kurdî gêro dikî.”
Tê
gotin ku niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê
dike. Roman, berhemek pir hêja ye di edebîyatê
de. Her weha, roman barkêşê gotara
nîştimanperwerîyê ye. Edebîyat û romana kurdî çi
tesîrek li doza kurdayetî kirîye.?
Berî her tiştekî divê em ji bîr nekin, ku
Uris
ne bi
Qeyser
ên xwe tên nasîn, ewana bi
Tolostoy, Dostyêvskî, Poşkîn, Gorkî
û
Lêrmantof
tên nasîn, navên piraniya şah û Kanzlerên
almanan nayên bîra me, lê bêguman gava te got:
Goethe, Şîler,
an
Beethoven,
yekser navê
Alman
tê bîra mera..Wilo jî sira
Shakespeare
di hebûn û nebûna neteweya
Brîtanî
de,
Aragon
li
Espanya,
Nazêm Hîkmet
û
Celaledînê Romî
li
Tûrkiye
û
Hafizê Şîrazî
an
Xeyyam
li ba
Farsan...
Hikariya ramanên
Ehmedê Xanî,
ku yek ji mezintirîn hozanvan, zimanzan û
hişmendên neteweya kurdî ye, ta niha di
hişyariya me neteweyî de heye. Bi taybet gava ew
dibêje:
Bê ceng û
cîdal û bê tehewûr Vî şuxlî qet
mekin tesewûr
An jî
Nacî Cezîrî,
ku dibêje:
Ciwanan
pêkve hûn harkirin Bibêjin em qebûl nakin
Ji kes re
em xwe kêm nakin Eger em biçne Bomabyî
Romana kurdî, di vir de mebesta min ne ya ku bi
Kurmanciya başûr
e, hîn negihaye wê pileyê, ku daketibe nav gelê
me, bi terzekî fireh. Ew di nav niviskar û
çemberek teng a xwendevanan de maye. Pir hindik
jimar ji wan tên çapkirin û firotin. Egera vê
yekê ne niviskar e, belku teviya nîrên civakî,
ragihandinî, sazendî û ramyarî ne. Romannivîsê
kurd ê mezin li bakurê Kurdistanê
Yaşar Kemal
bi Turkî dinivîse û yek ji mezintirîn
niviskaên Erebistanê
Selîm Berekat
ê kurd e, xudanê romanin pir hêja ye.. Divê ev
rewş ji ortê rabe.. Bêguman
Şahînê Bekirê Soreklî, Helîm Yûsif, Firat Cewerî
û hinekên din berhemin pir payebilind û
giranbiha di çêrokê de nivisandine, lê naye ji
bîrkirin ku xwendevanê kurteçêrok û roman ên bi
kurdî hîn hindik in, li gor hejmara mirovên
Kurdistanê di hindikiyê de ne. Divê saziyek
hebe, ku xwendina kurteçêrok û romanê pêşve bide
ji ber ku di her kurteçêrokekê de û di her
romanekê de nameyek niviskarê wê heye, û bi
piranî roşenbîrê kurd xwe bi mijarên neteweyî
ve, bi serpêhatiyên gelê xwe ve û bi rewşa
zorbaziya bênîşe ya ku netweya wî tê re diçe
dinivîse. Di navbera pênivîs û netewayetiyê de
têkiliyek xort heye, ji hev nabin û lew re
hikariya romannivîs û çêroknivîs wek yê
helbestvan di avakirina hişyariya neteweyî de
pir mezin e û divê niha wilo bimîne, ji ber ku
ev netewe li niviskarê xwe yê pêşeng digere û bi
ser berhemên wî de diçe, li rohniyekê, li
hîviyekê digere..
Di
hişyarbûn û pêşketina miletan de rola ziman çî
ye. ?
Ziman wek
Mahatma Ghandy
dibêje ku kilîtê azadiya gel e. Ji ber vê yekê
jî zimanê kurdî bi terzekî hovbaz li her
parçeyên Kurdistanê te va dema dawîn dihat
çewsandin, binzorkirin, qedexekirin û
wêrankirin. Gelê ku zimanê xwe biparize,
wêjevaniya, kelepûr û stranvaniya xwe û
kesayetiya xwe ya neteweyî diparize.
Dr. Kamran Bedirxan
di helbesta xwe ya bi sernavê “Dengê
Dê”
de [Jêder:
Dilê kurên min, Têlî Emîn, bi tîpên erebî, r.
42, Çapxana Darulhurriye, Bexdad, 1991]
dibêje:
Kurmancî
zimanê bav û kal e Tirba xwe de dê bi wî
dinale
Kurmancî
ye deng û şora pêşîn Kurmancî ye deng û
şora paşîn
Sor û
gewr û kesk bi rengê Kurdî Bi Kurmancî
tenê bi dengê Kurdî
Bavê min
û dadka sipî por Banî me dikin ji tariya
gor
Kurmancî
zimanê bav û kal e Tirba xwe de dê bi wî
dinal e
Bêguman
Dr. Kamran Bedirxan
ê ku xebatkarekî ramyarî yê neteweya kurd bû û
jîna xwe di wî warî de derbas kir, ev helbeste
nivisand ji ber giringiya zimên di hişyariya
neteweyî de, berî wî jî
Ehmedê Xanî
û gelek helbestvanên dî, ta digihe
Şêx E’skerî
li ser giringiya zimên rawestiyane.
Şêx E’skerî
di dastana xwe de [Iqdê
Durfam]
gelek xanîk li ser zimên nivisandine, ji wan jî
evana:
Gelek
şêrîn e ev zimanê Kurda
Dirîxa me
ji dest yekcarî berda
....
Ne şah û
sermiyanek rexbetê kit
Ku qedrê
wê bizane muh’betê kit
....
Xisûsen
ev zimanê Kurdî ya me
Ku maye
hedye ez bav û diya me
[Binêre: Iqdê durfam, Şêx E’skerî, tîpguhastina
Zeynelabidîn Zinar, r. 44, çapa
Apec-Tryck&Förlag, Stockholm 1989]
Gelek niviskarên me yên ku hem wêjeparêz bûn û
hem jî rêberên têkoçîna ramyarî bûn, wek
Osman Sabrî
(Apo), Cegerxwîn, Celadet Bedirxan
û namdarên dî, giranbihayî ya zimanê Kurdî û
hikariya wê di xebata ramyarî de naskiri bûn,
eve jî ji me re, em ên ku pişt û paşserên wan
in, histobariyek giring pêda dike, ew jî
paristina vî zimanî ye, da em kesayetiya xwe ya
neteweyî ji pişaftin û sîlbûnê qurtal bikin.
Pêwendîya ziman û raman, ziman û edebîyatê çî
ye. Berhemên edebî, lazim e li gor zimanên xwe
yan li gor kesayetîya nîvîskarên xwe werin bi
nav kirin.?
Di dûrokê de gelek zanayên Kurd nivîsên xwe tev
bi Erebî nivisandin, ji wan jî hinek navdarên
cîhana îslamî hene, wek
Ibin Teymiye,
ku
Şeyxilîslam
bû, û zimanzanê zimanê Erebî yê pir navdar
Ibinelhacêb,
pişt re jî gelek helbestvan ên mezin derketin,
ji wan jî mîrê helbestvanan “Ahmed
Shewqî”,
Bilind Heyderî
û gelek ên din. Mixabin evana ne bi kok û nijada
xwe ya kurdî tên nasîn, evana wek niviskarin
Ereb tên jimartin, ji ber ku wan bi Erebî
nivisandine. Lew re pevgirêdana ziman û niviskar
bi hev de zor giring e. Xwezî kesên wek
Yaşar Kemal
an
Selîm Berekat
bi Kurdî binivîsandana. Hem zimanê neteweya xwe
bi pêş ve didan û hem jî dibûn darên berhemdar
ên baxê xwe ne yên biyaniyan, û çi biyaniyan?
ewên ku herdem bizava xwe bo bincilkirina mafên
gelê Kurd kirine. Lê kesek nikare
Cegerxwîn
an
Celadet Bedirxan
ji me bistîne an bi me re bibe hevpar di
berhemên wan de, ji ber ku wan bi zimanê gelê
xwe nivisandine. Dibe ku niviskar hinek nivîsan
xwe bi zimanekî an bi zimanin biyanî binivîse, û
dîsa jî kesayetiya xwe ya neteweyî ji dest nede,
lê pêwîste ew tîrê pişta berhemên xwe bi zimanê
dayikî ava bike. Ez di vî warî de li gel wî
nivîskarî me, ku zimanê xwe yê neteweyî di ser
navdariya xwe re digire û dibêje: “Bila
xwendevanên min ne pir bin, lê bila berhema min
bi zimanê min be.”
Musîk ne wilo ye, musîk bê ziman e, bê kesaniyek
neteweyî ye, lê dîsa jî gelek sazbendên mezin
meqam û acetên ku li ba gelê xwe dîtine, her bi
kar tînin, da tamzariyek neteweyî ji sazên wan
were.
Irlandî, Hindî, Skotlandî
û
Çînî
di vî warî de navdar in.
Pirs û kêşeya yekîtîya elfabe û zaravên di
zimanê kurdî de gelo wê çawa çareser bibe.?
Li va dema dawiyê hinek berhemên Kurdên me yên
li komarên Sovyêta berê, ku berê giş bi tîpên
Kirîlî hatibûn nivisandin, ser ji nû ve, tên
weşandin, lê bi tîpên Latînî. Eve jî
berhevhatina me ya zimanî, û berhevkirina peyva
kurdî asantir dike. Li başûrê Kurdistanê jî
bizavek di mediya de heye bo nivisandina bi
tîpên Latînî, û ez dibînim wê li dawiyê
tîpa Latînî bi serkeve. Divê em vê
livbaziyê leztir û bi hêztir bikin. Gava her yek
ji me du berheman ji tîpên Kirîlî an
Erebî biguhêze tîpên Latînî, wê ev
kar pêşve biçe, lê ez dibînim ku ev di binyadê
de histobariya saziyan e, berê saziyên me li
derveyî welêt, wek komele û komikên wêjevanî
barekî giran hilda bûn ser milên xwe, lê belê
saziya me ya zimanî ya tev bilind îro wezaretên
ku têkiliya wan bi peyv û huner û nivîsê re li
başûrê Kurdistanê hene. Divê em lava û daxwazan
li ber wan bikin, ku baş bi histobariya xwe ya
giring di vî warî de rabin, di dibistana kurdî
de tîpa Latînî bi firehî û bi sazendî bi
kar bînin, nabe di vê yekê de dudilî çêbibe, û
bila em ji bîr nekin, ku teviya dewleta
Osmanî di dûroka xwe de bi tîpên Erebî
dinivisand, lê Mustefa kemal di demek kin
û kurt de kanî bû tîpên Latînî li Turkiyê
bi cih bike, ji ber ku ew serkêşê saziyên fermî
yên komara turkî ya nû bû. Çareserî heye, û ew
jî biryardayîn e û divê ew biryar jî ji dil de
be, ne nîvcoyî be û ne jî bi fedîkirin û dudilî
be. Hîviya me di fermandariya kurdistanî de ye,
ku vê yekbûnê di nav neteweya me de bike kar û
barê xwe. Min bi xwe gelek berhem ji tîpên
Erebî wergerandine bo tîpên Latînî û
ezê di vê rêyê de her biçim, tevî ku neyên
belavkirin jî, û daxwaza min ji hemî niviskarên
kurd ewe ku piyan vemalin, da em giş bi hev re,
piryek mezin di navbera zaravên zimanê xwe de bi
firehkirina nivîsa bi tîpên Latînî ava
bikin. Mamhoste Zeynulabidîn Zinar di vî
warî de serkêşê dîlanê ye.
Xuya ye di edebîyata kurdî de, helbest zêdetir
pêş ketîye. Çîma. ? Helbesta klasîk a kurdî û ya
nûjen bi çi şîweyî divê ji hev werin cuda kirin,
yanî çi ferq di nabvbera wan de heye.?
Eve rast e. Helbestvan gelek in û di dûroka me
de helbestvan pir bûn, lê nivîskarên pexşanê
hindik bûn, çêrok û çêrçêrok û efsane tev mane
devkî, û di nav gel de bi rêya çêrokbêj û
stranbêjan li ser zimanan geriyan û man, hinek
jî bi terzê helbesta çêrokî “Epos”,
wek
Mem û Zîn
a
Ahmedê Xanî,
bi terzekî nivîskî hatine paristin. Mixabin,
gelek jî winda bûne, an niha kesek nizane wan bi
tevayî û bi zimanekî resen bibêje. Helbest bi
piranî yekpel an dupelikî ne, bi zûkî tên
nivisandin, gava kela dilekî radibe û agir canê
helbestvanî disoje, û hinek helbest jî bi zûkî
tên jiberkirin “Ezberkirin”, lê belê
roman ne wilo ye, roman naye ezberkirin û demek
dirêj bo nivisandina wê pêwîst e. Bi gumana min
nîrên zordariyê rê li ber romanê, çêrokê û
nivîsên dî yên wêjevanî û zanistî girtin, lê li
pêş hunera helbestê nekanîn bigirin. Helbestvan
wek masiyan di nav zireya gel de liviya û kanî
bû bi zûkî berhema xwe belav bike. Helbestvan û
stranbêj gavek pêşdatir di nav qelfê wêjevanan
de avêtine, berê û niha jî. Hinde egerên dî jî
hene: Ji xwe dûroka helbestê û helbesta çêrokî
di nav mirovatiyê de pir û pir kevintir e ji ya
roman û çêroka nivîskî. Li kijan welatî çapxane
bi pêşve çûye, li wir nivîsên mezin jî, wek
romanê bi zûkî vêre pêşve çûne, mixabin li
Kurdistanê çapxane her û her hatiye qedexekirin.
Ev jî yek ji egerên paşvemayîna romana kurdî ye.
Gelê Kurd di piraniya xwe de ne xwendevan bû,
ewê xwendevan jî bêtir bi zimanên din ên biyanî
dixwendin. Lew re jî pir xebatên hêja bo
nivisandina romanê di rê de man.
Helbest di binyada xwe de ya kevinar e, bi paşek
“qafiye” û terazî ye “Mîzane”.
Karekî ne asan e, wek
Şêx E’skerî
dibêje:
Nezimgotin wekî durrê buha ye Ji heddê min
gelek zêde xuya ye
Nebatê
h’enzel e baxê dilê min Qijal e ne Hezar e,
bulbulê min
Helbesta kurdî ya nûjen pir direng derket holê,
mixabin gelek ji van helbestan tew têkiliya wan
bi helbestê re nîne, hema dîsa jî hinek
helbestvanên me yên nûjen ji xwe re bi helbestên
kevin dikenin, tevî ku kesek ji wan ta niha
negihaye pileya
Melayê Cezîrî
an
Feqiyê Teyran
an jî
Şêx E’skerî...
Ka em bi hev re ji helbestên van pîrên helbesta
kevnare du-sê malikan bixwênin û pişt re ji xwe
bipirsin, gelo evana helbestvan bûn an ne:
Şêx E’skerî
wilo dibêje:
“Binoşim
xakî bim, xakê derê yar
Bi
mujganan vemalim herdem û car
Du şêran
pence bir sîne dirandin
Dil û
hestî hemî pêkve helandin...”
[r. 32]
Feqiyê Teyran
di “Beyta
Ey dilo ”
de vê dibêje:
“Bûye
payîz li van wara,
Xezal weryane bin
dara,
Li
bin çi diken gelî
yara,
Li
mêrgan bûye xîsar e..
Xezal zer
bûn ji sermayê,
Rabûn
rewneq ji dinyayê,
Li
boşavan guşîn nayê,
Ne ew
man û ne enhar e..
Buhar
borî û av kêm bûn,
Hezar
bexçe li ber dêm bûn,
Payîz
dahat û gul kêm bûn,
Weşandin belkêt
minxar e...“
…û nemir Melayê Cezîrî vê dibêje:
„Dîlberê serdarê
xoban, ez nizam agah heye
Di hebs û zindanê
esîr û girtiyê dermande ye
Girtiyim mayim di
hebsê, kî gelo mehder bikit
Carekê
navê me bînit, pir sewabek zêde ye
Mîh’net û h’alê esîran kî li mîran e’rzekit
Dê
bitin pirsê li min, lew pir bi reh’m û şefqe ye
Ger
bipirsêt carekê xatûn li h’alê suxteyî
Qifl û
zincîr dê vebin, bê îsm û dest û mufte ye
Bend û
zincîr dê vebin, curhên di kul dê xweş bikit
Lew ku
navê dîlberê dermanê derbende ye…”
[Dîwana Melê, r. 109]
Min ta niha di nav hemî helbestên me yên nûjen
de, helbestvaniyek wilo bala û balkêş nedîtiye.
Lê naye wê wateyê ku helbesta nûjen ne helbest
e. Gerdon digere, dem tên guhartin, helbest jî
azad û serbest dibe… Mixabin gihaye wê pileyê,
ku her kesek çar peyvan li pey hev rêzbike,
dikare wan bi helbest nav bike, an bi pexşan,
wek ew dixwaze. Min rojekê ji helbestvanekî pirs
kir: “Gelo,
mebesta te bi vê pevekê çîye?”
Gote min:“Tu
rast dixwazî, ji min pêve wê kesek tênegihînê
mebesta min, ez hozanê ji xwe re dinivîsim…”
Bêguman hinek helbestvanên me yên navdar, wek
seyda
Evdireh’man Mizîrî,
hene û mirov ji xwendina helbestên wan ên nûjen
têr nabe, lê belê seyda
Mizîrî
pir baş dizane helbestvanî çîye û ciyê helbesta
kurdî ya kevnare li ba wî jî bala ye, û mera
nikane helbestên wî û yên gelekan tayî hevdu
bike. Gava em helbesta wî “Ji
evîna çirayên kevin”
bixwênin, emê bibînin ku ew bihayê zimanê resen
dizane û sîstemek sazî bi kar tîne, ku di teviya
helbestê de wek tîrê piştê wê parçeyê dixuye, bi
ber destê mera dikeve. Ev helbestvan e, lê ne
her kesekê çar malikên pexşanê binivîse û
sernavê wan bike “Helbest”
ew dibe helbestvan û bi ser de jî tinaziyan bi
Feqê Teyran, Melayê Cezîrî û Ehmedê xanî
jî bike.
Xebata di warê ziman u gramera kurdî de bes e
yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çi heye. Gelo
mumkun e ku di ayende de (rojên pêş de)
ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên kurdî
pêk hatîye çêbibe. Ji bo vî karî lazime çi were
kirin ev wezîfeya giring lazim e ji alîyê kî ve
were pêkanîn. ?
Xebat di hemî waran de her ne bese, ji ber ku em
ji her aliyekî ve li dawiya karwanê mane, di
navbera me û Ewrûpa de çiyayek ji berhemên
wêjevanî heye, ne şanogeriya me wek ya wan e, ne
filmên me, ne stranbêjiya me û ne roman û çêrok
û helbestên me... Divê em lezbikin, karê xwe di
warê zimên de jî pêşve bidin... Ez nabêjim ku
berhemên me nebaş in, na... Ez dibêjim: pir
hindik in... Li Firansa komîtiyek heye bo
çavdêriya bi karanîna zimanê Firensî, gava
niviskarek, siyasetmendek, an xudanê karxaneyekê
bêtir peyvên biyanî bi kar bîne, ew ji aliyê wê
komîtiyê ve tête haydar kirin û komîtî ji
dewletê dixwaze, ku ewê giraniyê nede ser zimanê
Firensî, bite tawanbarkirin û gelek pere bide.
Em pêdivê gelek saziyên zimanparistinê ne, di
her warekî wêjevaniyê de divê bo me saziyên
fermî bên pêdakirin û avakirin û ewan kanibin bi
histobariya xwe rabin, û zagon wan biparize. Eve
jî îro li başûrê Kurdistanê dikare bi cih bê.
Bê sazî û li sazxistina karan, hîç şaxek ji
şaxên wêjevaniyê nabe serdest û xweparêz.
Li ser ferhengan, ez dikarim bibêjim ku li hêla
Soran
ew kar ji zû ve bi pêşve çûye, lê belê pêwîstî
bi nûkirin û firehkirina ferhengên mîna “Ferhengê
Mahabad”
a
Geo Mokiryanî
û “Ferhengê
Xal”
a
Mihemmedê Xal
û yên dî heye. Di nav Kurmancan de ev kar hîn
qels e, bizavên ku ta niha hatîne kirin baş in,
lê pêwîste hîn xortir bibin. Hêja
Bîlal Hesen
û hêja
Dr. Husên Hebeş
di warê amadekirina ferhengin mezin de ji zû ve
kar dikin, û em hîvîdarin ku ewan di demek nêz
de berhemên xwe bidin çapkirinê. Bêguman
amadekirina ferhengek êlêktronî ya rêk û pêk pir
pêwîst e, bo hemî xwendevanên ku li teviya
cîhanê belav bûne û dixwazin di nav destên wan
de ferhengek rojane hebe. Wek me gotiye Internet
bê sînor û bê serhed dikare peyva kurdî belav
bike û bike para her hezkiriyekî zimanê kurdî.
Pir pêwîste jî ferhengek kurdistanî bo hemî
zaravên Kurdî hebe, divê ez bizanim, ka ev peyva
li nav Kurdên
Heymanê
û
Qoniye
tê lêvkirin, li nav Kurdên
Xurasanê, Kurdaxê,
û li nav Kurdên
Kazixistanê
bi çi şêweyê ye, çi hevta ji wê re li hemî
navçeyên Kurdistanê hene. Televîsiyonên kurdî
dikarin karek pir baş ji yên dibistanên kurdî
yên derveyî welêt di warê fêrkirina peyva kurdî
de bikin, lê mixabin ta niha min bernameyekî
weha nedîtiye....
|