|
Hezkirina azadiyê
Helbest: Ahîn Zozan
Ahînek..
Ji dîwana ahînên bendewariya heyvê
Diyarî: Rewanê xuşka min
Heya jîn li vê jiyanê hebe,
wê hezkirina min ji te re hebe.
Heya ew agirê newrozê
li serê çiyayên Zagros û Sîpan vêxistîbe,
wê agirê dilê min
herdem ji bo hezkirina te vêxistî be..
Ma gelo heye salak bibuhure û ew agirê
newrozê nema pêkeve??
Bawer bike hezkirina min ji te re
ji wî agirî geremtir e..
Ew agir bi azadiya kurdistanê bang dike
û agirê dilê min bi azadiya hezkirina te bang
dike..!!
hezkirina azadiyê nayê pesindan
ala me ciwan e
xwîna te jî ew dar avda,
doz û armanc e,
bi merdî te canê pak da..
dema me hat
gula me bi soza şehîdan geş e..
hêvî û evîn
diparêzin buhara me…!!
7/5/2005
Nimêjên helbestan
1
Di civîna dil û helbestê de
Feqe mîr bû..
şevbuhêrk bi Xanî re,
xweş bû..
Di xatirxwestinê de
bi şêrîn zimanî
Cizîrî ken li rewanan geş kir..!!
2
Kilçav
gazinan meke
demsal dibuhirin
herdem
tu
çavan li havînî degerinî??
3
Li hêviya bersivê
bi şevê re westiya
pala xwe spart tava heyvê
û stêrk jimartin,
tariyê rê da ahînan..!!
4
Xwe li germa
bihinvedanê girt..
Mîna goşîkî
hêlîna zêrîn vegirt,
dara gulan jê re bû sîwan
û bi siya evînê hate parastin..!!
5
Bi firîna kewan
evîn hate ziman
rêka winda diyar bû,
pîvazên nêrgizan
ji nû ve zîl dan…
Dilo
dîsa ba ne şopîne;
êşê tev raneke
bera gula jiyanê ne çilmise..!!
20/12/2006
|