Çendî
min dixwest ez jî beşdariyê di Festîvala
Rêzgirtina Neteweyî bo binemala Cemîl Paşa
yê Diyarbekirî li Hewlêra paytext bikim, lê
mixabin ji ber gelek sedeman, ew derfeta
zêrîn bi dest min neket.. Erê derfetek zêrîn
bû sebaretî min..Min di dixwst neferên vê
binemala dêrîn ji nêzîk ve nas bikim û
nexasim li Kurdistana azad..Tevî ku ez gelek
neferan ji wan nas dikim, ji yên ku li
Binxetê dimînin. Di vê dema dawî de, min du
hevpeyvînên xweş bo KurdistanTV amade kirine.
Yek bi Jala xanim, keça Ekerm beg Cemîl paşa
re ye û ya din bi Mistefa beg, kurê Mihemed
begê Cemîl paşa re ye. Belê navê min di
progiramê festîvalê de hebû û kêfxweş dibûm
ku bi mamoste Malmîsanij, Dr. Kendal Nezan,
Perwîn xanim, Verda xanim û yên mayî re,
têkevim dabaşa malbata Cemîl Paşa Diyarbekrî
û em bi hev re kar, xebat û bizava wan di
ber kurdewariyê de giftûgo bikin.. Lê
mixabin sînor bû kelem û ew derfeta zêrîn ji
dest min firiya.
Xwendevanên bi rûmet ! Ev nivîsîna li xwarê,
mijara min bû bo festîvala rêzgirtina
neteweyî bo binemala Cemîl Paşa yê
Diyarbekirî li Hewlêra paytext. Min Dr.
Qasim Miqdad Cemîl Paşa wek nimûne ji vê
malbatê ji xwe re bijarti bû, fermo nivîsa
min bixwînin.
* * *
Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê
Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek
malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî
Îbrahîm efendî(1 û Cemîl Paşa, ji tevan
bêtir malbata Cemîl Paşa nav û deng di nav
kurdan de daye û navê bajarê Diyarbekirê,
bedena diyarbekirê bi navê wan ve hatiye
girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di
warê xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin,
nemaze bi van mirovên xwe yên xebatkar û
kurdperwer wek: Omer Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl
Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Wecdî Cemîl
Paşa û hin din.
Cemîl Paşa, nevîyê Mehmûd Paşa bû. ji bav û
kalên xwe ve li bajarê Diyarbekirê dijiya,
lê bi koka xwe ji xelkên ( Silopî ) bû. Ji
ber vê yekê Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên
xwe de xwe bi naznavê ( Zinar Silopî ) daye
naskirin. Ji berî 300 salî ve Beden û Birca
Diyarbekirê dibin hêza destê vê malbatê de
bû, yekî dispart yê din û wiha ta ku dawiya
wan Cemîl Paşa û kurên xwe bûn.
Di sala 1847 de, piştî ku sultanê Osmanî,
mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxanê Azîzî, dîl
û sirgûnî Stenbolê û girava Kirîtê kir,
hingê berê xwe da kurdan û bi sed hezaran ji
kurdan sirgûnî derdora Anedolê kirin. Û
Cemîl Paşa jî li Yemenê kir walî. Da ku ji
şer û bela wê xelas bibin û kesên wek Cemîl
Paşa nedin ser şopa mîr Bedirxan, ji ber ku
têkilîyên Cemîl Paşa û mîr Berdirxan bihev
re hebûn û xweşbûn û herêma Diyarbekirê
bêtir dibin destê Cemîl Paşa de bû û wiha
Cemîl Paşa 30 sal li Yemenê qedandin. Li
Yemenê Cemîl Paşa 8 jinên din bi ser dotmama
xwe de anîn, ji wan jinan 11 kur û 3 keç
jêre çêbûn, 4 kur û keçek ji dotmama wî û 7
kur û 2 keç ji wan jinên din.
Piştî ku Cemîl Paşa 30 salên xwe li Yemenê
bûrandin, vegerya welatê xwe Diyarbekir û
gelek zêr û mal bi xwe re anîn û kurên xwe
bi xwendin û zanîn dan, nemaze li Stenbolê û
Ewropa, ta ku di sala 1900 de, li bajarê
diyarbekirê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Di dawiya sed salên 19 an û despêka 20 na
de, kurên Cemîl Paşa di nav rewşenbîrên
imperatoriya Osmanî de, ji yên sereke
dihatin hejimartin, hem jî pir têkilîyên wan
bi malbatên kurdperwer re li Diyarbekir û
Stenbolê hebû..
Li piştî ku destûrê 1908 an hate deranîn,
kurên Cemîl Paşa jî bi welatparêzên kurdan
re wek: Bedirxaniyan, Baban û Şemdînan,
xebat û bizav kirin, da ku navê gelê kurd
wek gelên Yûnan, tirk û Ereb bilind bikin û
wiha doza mafê gelê kurd li Sultan kirin.
Di sala 1912 an de " Omerê Cemîl Paşa(2 bi
xwendekarên kurd re li Stenbolê, yekemîn
komele ji xwendekarên kurdan re bi navê "
Hêvî " damezirandin, hingê ew serokê komelê
bû, hem jî dostanî bi hin kesên gelên bin
dest re danîn wek Ereb, Yunan û Ermenan..
Lê ku em vegirin ser kurê Cemîl Paşa yê din
" Qasim " ku dibe kalikê " Dr. Qasim Miqdad
" emê binerin ku " Qasim beg " ji kurên
Cemîl Paşa yên mezin bû, camêr ne kêmî
birayên xwe bû, belê ji gişa bêtir barê
mabata Cemîl Paşa bi xwe ve hiltanî û di
berde dixebitî. Dîwanxaneya wî di bajarê
Diyarbekir de, ji her çar dîwanxanetên din
bêtir bi mêvan û dan bû, hem jî
welatparêzekî dilêş û xemgîn bû..
Dema serok " Wilson " her 14 bendên xwe di
sala 1917 an de li cîhanê belavkirin " Qasim
beg " komelek kurdî bi navê " Komela tealî
kurdî " di bajarê Diyarbekir de damezirand,
bi alîkariya kurdên welatparêz wek: Dr.
Evdella Cewdet, Dr. Fûad Hac Ibrahîm Efendî
û Memdûh Selîm Beg .. û gelek şaxik jêre li
bajarên rojhilatê vekirin. Hem jî dan û
standinek bi komelên Kurdî yên Stenbolê re
çêkirin, hingê Qasim Beg hate bijartin ku ew
li Stenbolê serokê komelê be.
Lê ku em vegirin ser kurên " Qasim Beg * emê
bi nerin ku sê Kurên wî hebûn, Şemseddîn,
Ekrem û Miqdad:
Şemseddîn: li Siwîsra, bajarê Lozanê, bi
bira û pismsmên xwe re xwendina xwe dikir.
Dema ku şerê cîhanî yê yekemîn dest pêkir
vegerya tirkyê û beşdarî di şer de kir, ta
ku di sala 1916 an de giha Dêrazorê û di
eynê salê de çûye ber dilovanya xwedê.
Ekrem: wî bi birytê xwe re li Lozan dixwend,
di dest pêka şerê cîhanî de vegerya Stenbolê
û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di
komeleyên kurdan kiriye.
Di sala 1919an de, bi mîr Celadet Bedirxan û
birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel
mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana
bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd
nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê
mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta
Osmanî de ..
Di sala 1925 an de, pir têkiliyên Ekrem beg
bi Şoreşa Şêx Seîdê Pîran re hebû, bi
hilweşandina şoreşê re, Ekrem beg li
Stenbolê hate girtin û navî wî hate xwendin
bi darvekirinê .. lê bi hêza zêran hate
berdan..
Miqdad: bavê Dr.Qasim, ji kurên Qasimê Cemîl
Paşa yên biçûk bû. Dema ku şerê cîhanî yê
pêşîn, herdû birayên wî û pismamên wî ji
Ewropa vegryan tirkyê, hingê rê ji ber
xwendina wî li Ewropa hate birîn, vêca bavê
wî, ew li Diyarbekir û Stenbolê bi xwendi da
. lê mixabin, vê dawiyê û bi taybetî piştî
şoreşa şêx seîd efendî, cî û war li tirkyê
ji ber wan hat girtin, wan jî xweş naskir ku
nema bi hêza zêran karin hikûmeta Mistefa
Kemal Paşa bixapînin. Hingê jî, Mistefa
Kemal paşa navê wan ji Cemîl Paşa guhertibû
bi (Cemîl Oglo), vêca ji neçarî Miqdad Beg
bi birayê xwe Ekrem Beg û bi pismamên xwe re
wek: Qedrî Beg (3, Mihemed Beg (4, Bedrî Beg
(5, Wecdî Beg ... hwd, binxetî Sûriyê bûn di
Adara 1929 de.
Wiha tev bi zarokê xwe ve, li bajarê
Dirbêsiyê û Hesekê kom bûn. Di wê navê re
komela Xoybûn li Bêrûtê di sala 1927 ande
hatibû dameziran din, vêca tev bûn endamê wê
komelê û xwe ji şoreşa Agrî re amedekirin ku
ji sînorê Sûriyê ve êrîşî tirkan bikin, lê
mixabin ew pilanên wan jî ber avêtî derketin...
Di wan salan de eynê sala 1932 an xwedê
kurek da Miqdad beg li bajarê Hesekê, navî
wî kir Qasim, li ser navê bavê xwe.
Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa
1932 - 1992
Dr. Qasim, biçkanîya xwe li bajarê Hesekê û
gundê Tehlikê bûrandiye ta ku temenê wî bûye
8 salî. Hingê bavê wî mala xwe barkirye Şamê,
wiha wî xwendina xwe ya seretayî, orte û
bilind li Şamê bi dawî aniye. Di ber re jî,
fêrî gelek zimanan bûye wek: Erebî, tirkî,
Ferensî, Ingilîzî, ji bil ku zimanê kurdî,
zimanê axaftina mala wan bû.
Piştî ku xwendina xwe ya bilind di bijîşkiyê
de, di zankoya Şamê de kuta kir, vegerya
bajarê " Derbêsyê " û lê kilînîkek vekir. Lê
pir lê dom nekir û berê xwe da bajarê "
Qamişlo " di roja 7ê Adarê de di sala 1963
an, û têde kilînkek vekir û bi şev û roj, êş
û nexweşyên gelê Qamişlo û Cizîrê bi derman
dida. Wiha " 28 " salan berdewam kir di
bajarê Qamişlo de, ta ku çû ber dilovanya
xwedê di roja ( 13-10-1992 ) an de.
Di roja ( 14-10-1992 ) an de, bi guhestina
termê wî re ji bajarê Qamişlo, ta bi
goristana gundê " Dugirê " piranîya netewên
Cizîrê, bi Kurd, Ereb, Ermen, Siryan beşdar
bûn. Ew li kêleka Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi çî
û war kirin. Li ser gora wî çend gotin hatin
xwendin, di pesin û şarezayiya wî de. Ji
gotina dawîn a metran Antiranîk wiha got:
((Dr. Qasim, sembol bû ji hevgirtina netewên
Cizîrê re.. Pîroz be ji wî gelê ku ew jê ye..))
Di çil rojiya wî de, tev netwên Cizîrê û
girngtirîn kesayetiyên hukûmetê beşdar bûn,
di gel dost, heval û mirovên wî yên ku ji
Şam û Helebê hatibûn, hem jî gelek gotin û
helbest hatin xwendin.
Çima Dr. Qasim Miqdad bi vê rêxistina dûr û
dirêj ? gelo ji ber ku bijîşkekî jîr û zana
bû..?! An ku ji mala Cemîl Paşa Diyarbekirî
bû ?!
Ev tev netêne, bi tenê tiştekî giring li bal
peyda dibû, wî tiştî dihişt ku tev dost û
hevalên wî jêre temene bibin, ew tişt;
mirovantiya bû, wekheviya wî bû, cangoriya
wî bû.
Dr. Qasim, xwe di ser kesekî re nedigirt, û
kes jî di ser xwe re ne digirtin û qet
rojekê ji rojan xwe bi esil û feslê xwe paye
nekir, hem jî ne got, ez kurê Cemîl Paşa me,
û qet wî pîş bi paşnavê xwe ( Cemîl Paşa )
nekir. Tenê bi navê Dr. " Qasim Miqdad " di
hat naskirin.
Dr. Qasim, kes di ser kesî re negirt, ne got
ev kurd e, ev Ereb e, ev Ermenîye, ev
Siryane, û ne jî ev misilmane an filehe an
Yezîdiye .. tev li bal wek hevbûn..
Di şevên zivistanî de, cizme dixist lingê
xwe û bi dûv nexweşên xwe de diçû gundan û
taxên dûr ji bajêr..
Pere ji xizan û belengazan ne distand, belê
pirê caran bihayê derman jî, ji bal xwe ve
dida wan..
Mêr bû, ji kesî ne ditirsiya, ne ji Şêx û
Keşan û ne ji hêzên dewletê û piraniya wan
pêre dost û hevabûn..
Dr. Qasim, merd bû, li malê dinyê negerya,
ku geryaba wê niha çend qûnaxên wî hebûna ..
ji ber vê merdiyê " 28 " salên xwe yên dawîn,
di hotêla " Semîr Emîs " de libajarê Qamişlo
bûrandin, bi kurên " Baho " re li bajarê
Qamişlo..
Raste jin ne anî, û bê ku bedena wî şîn bibe
çû ber dilovaniya Xwedê, wî jî ev yek dizanî
ne ku ne dizanî, lê wî tev nexweşên ku diçûn
bal wek zarokên xwe di dîtin, û di piraniya
wan de di dît ku tiştek ji wan nayê ji bilî
çêkirina zarokan pêve, vêca pêwîst di dît ku
riya tundiristiyê şanî wan bide, da ku di
pêşerojan de saxlem bin, û karibin tiştekî
hêjayî ji xwe û yên dora xwe re pêk bînin.
Ji ber ku wî raman û xebata rast û durist di
beden û laşê saxlem de didît. Ne di yê
nexweş de. Vêca dixebitî Ku laşan saxlem
bike, ne ku peran bi dehev wek doktorên îro..
Wiha di wê navê de, jin jibîr kir û xwe
winda kir di nav bera mirovhezkirinê de û
mirov parêziyê de..
Dr. Qasim, pir jîr û zîrek bû, wek me got,
hem jî di warê ilm û zanînê de, kêm kes di
sûrî de wek wî hebûn, mirov ne dizanî, Dr.
Qasim, bijîşke, an dîrokzane an.. Kêm zêde
di her warî de xwedî zanîn bû, bi gotina
dostên wî yên nêzîk ku ji min re gotin: "
Dr. Qasim Miqdad ansîklopîdyake li ser dû
lingan bû.. "
Dr. Qasim di warê kurdayetiyê de ne çav
girtî bû, belê bi dû saloxdanên tevgera
kurdî de bû, û di salên dawîn de hêviyên wî
pir mezin bûn bi welatekî rizgarkirî. Tiştê
jê dihat xwestin dikir û Dida.. Mirov dikare
wî bixe rêza wan doktorên ku canê xwe gorî
xaka kurdistanê kirine wek: Dr. Evdulla
Cewdet, Dr. Fûad, Dr. Ehmed Nafiz Zaza û hin
din..
Di bawerya min de çi mirovê ku di jiyana xwe
de bibûre da ku jiyana kesên li dor xwe xweş
û geş bike, ew mirov mêre û çi mirovê ku êş
û nexweşiyên xwe jibîr bike, bi êş û
nexweşiyên xelkên li dor xwe ve dakeve, ew
mirov giranmêre, hêjaye pesn û şabaşan..
Dr. Qasim, yek ji van giranmêran bû, camêr
jiyana xwe tevde diyarî gelê " Cizîrê " kir
bi tev netewên ku têde dijîn, çi Kurd, çi
Ereb, çi Ermen, û çi Aşûrî, û qet rojekê ji
rojan li ola mirov ne pirsî, Mislmane an
Filehe, an Ezidiye, bi tenê berguhka wî di
guhên wî debû, û destên wî jenên nexweşan di
hejmartin, wiha bi jîr û zîrekiya xwe raport
û lîstên dermanan ji nexweşên xwe re
dinivîsandin. Pirê caran nexweşên wî bi
dermanên wan lîstan rehet dibûn, bêtir ji
dermanên lîsteyên doktorên " Şam " û "
Helebê " yên bi teybetî. Sed rehmet li
giyanê wî biba re, bihişt cî û warê wî be..
________________________________________
Perawîz û jêder :
1- Dr. Fûad yê ku li Diyabekirê bi şêx Seîd
re hatiye bidarvekirin, kurê Hacî Ibrahîm
Efendî ye...
2- ta roja îro zarokên Omerê Cemîl Paşa li
dervî kurdistanê dijîn, nemaze li Edirne û
Stenbolê wek: Dr. Farûq û Dr. Cemîl û Kemal
Sahib..
3 – Qedrî Beg ( Zinar Silopî ): Di sala 1946
an de wek nûnerê Kurdên Binxetê çû Mahabadê
bo pîrozkirina Komara Demoqrat, zarok jêre
nebûn ew xalê Dr. Qasim bû.
4 – Mihemed Beg di dawiya sala 1992 de li
gundê xwe ( dade Ebdal ) çû ber dilovanya
Xwedê, nuha kurê wî Mistefa Beg li eynê gund
dimîne, nêzîkî Serê Kanyê
5 –Du kurên Bedrî Beg li Sûryê dimînin yek
Dilawer e, derman xaneyek wî li Helebê ye,
yê din Welîde li Şamê akencîye.
6 - Qedriyê Cemîl Paşa ( Zinar Silpoî ) –
Doza kurdistan ( bîranîn ) Erebî
7 - Dr. Celîlê Celîl: Nehdet elekrad
elseqafiye we elqewmiye 1984- bi Erebî
8 - Kamîran Haco, dîrok û şax û paxên dara
malbata Cemîl Paşa ji devê Dr. Qasim girtibû
û nivîsibû, tev dane min ..
9 - Di herdû salên dawîn de têkilyên min bi
Dr. Qasim re hebûn, pirê caran min jê
dipirsî li dor malbata Cemîl Paşa, wiha ez
serwextî gelek nûçeyan bûm.