|
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve, spasiyên xwe yên germ
û dilsojane aresteyî hemî destên alîkariyê yên ku ji boyî li
darxistin û serkeftina kongireya diwemîn a Hevgirtinê hatin dirêj
kirin, dike. Hevgirtin bi rêzdarî û bi rûmeteke bêpayan li pêşberî
helwestên hunermendên kurd Birader û Miço Kendeş û Ronîcan radiweste
û alîkariya wan bi şahnazî li qelem dide. Herwisa Hevgirtina
Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve di vê spasnameyê de rola Mala
Çanda Kurdî li Bad Salzuflenê bi bîr tîne û spasiyên xwe yên ji dil
pêşkêşî rêzdar Qenatê Gemo dike bi hêviya ku li bin sîwaneya derdên
hevbeş ên çand û wêjeya kurdî her û her karên hevbeş û çalak werin
li dar xistin.
Spasiyeke pir taybet bo helwest û westana rêzdar Ekremê Gemo û
spasiyeke taybetir jî ji boyî alîkariya piralî ya rêzdar Şêrwan
Ibrahîm, bi ûmîda ku Hevgirtin hêjayî westana van kesan û cihê
baweriya van helwestan be.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve
Komîteya Kargêr
|