rojava@rojava.net

 
   


 Nêrînên Çavên Te

rojava.net 01.11.2005

 

 


( Sina Bachmann )
Wergera ji elmanî: Dîlan Zêbo

 


Tu rast li çavên min nanêrî
Dema ku ez li te mêzedikim
Ez germ û sar dibim
Ev pir zehmet e were bawerkirin
Erê dema ku tu li min dinêrî
Ez hest dikim di bin pêyên min de tiştek nîne
Wek ku li ser bayekî rawestiyayî me
Ez nizanim eger bi rastî ez ji te hezdikim
An jî keyfa min ji te re tê
Lê roj bi roj ez hizra te dikim
Tim û tim bi roj xewnan bi te dibînim
Û
Pişt re tu di bîranîna de yî
Tu bi giştî nêzîkî min î
Ez ji vê gelek bitirs im
Ku rojekê bêhemda xwe
Hestên xwe ji te re bişînim

22.10.2005
 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin