|
Sebrî Silêvanî
Ew nivîskarê ku bi zimanê dagêrkeran dinivîse xweristyek saz û rewa
dide dagêrkirinê
Wek pêkhate li gorî perwerdeya civakê xwe mirovê nesaz û kêmendam –
mebest bêhtir ji aliyê têramanê ve - nikare berhingariya rastiyê
bike yan bipejrîne. Herwesa naxwaze ji cih û zemanî derbikeve ji bo
bîndariya wê rastiyê, lewra neçare ku penayê bo ( hizra civakî,
tevayî ) û efsanebûnê bibe çunkî efsane li gel aqilî nagunce û çunkî
jî - hêj - bi asanî dihê bawerkirin û wergirtin. Ev yek li gorî
lojîk û yasaya fîzîkî rewa ye belê li gorî yasaya sinc û akarî
birîndarkirina zatê mirovî ye.
Tu dixwazî hebûna xwe biselmînî belê merc û pêkhînerên hebûnê kêm in
yan peyda nabin, nexwe çare çî ye?
Bi hoyê awayên eynî perwerdeyê tu nikarî bivenasînî ku nebûna wan
merc û pêkhîneran gunneha te ye lewra dê hewl bidî ku kesek din (
kes bi wateya berfireh: mirov, ajel û bêcan) gunnehbar bikî ji bo ku
bawer bikî ku tu saz û durist î û hevdem aliyê beramber jî weha
têbigehînî. Ev reftar, bi espayî, mirovan berev efsanebûnê dihajû.
Ji bîr dikî ku tu yek î ji tewerên sereke li bazinê jiyanê –
berdewamî û guhorînê - de û sercem kesên din beşên hevtevav in bo te
belê tu nikûliya ( înkara) zatê xwe dikî û li dawiyê pêwîstiya
hebûna xwe ( ya ku ji bo selmandina wê tu hewl didî) berguman dikî.
Di pirraniya baran de, dibe ku sadeyî û bêniyazî be yan jî nezanîn û
dîmaxojî be, tu dibî alîkar ji bo xirapkirina zatê xwe û di heman
demî de alîkar ji bo avakirina zatek din biyanî bo nimûne demê ku tu
tûşî tengasiyan dibî, bi awayek berwext di serê xwe de, sedeman bi
hêzek derve girêdidî wek: bûyer, qeder, xweda û xweza yan jî kesê
sêyem û neamade.
Ango, tu dixwazî bawer bikî evca bidî bawerkirin ku jêderê tengasiyê
dûrî te ye û ne bi xêr û ne bi gunneh tu ne peywendîdar î.
Herwesa li demê firehiyan jî, katê ku qazanc dikî yan bi ser dikevî,
wek xelat û bi awayek bêgezav qencî û supasiyê arastey heman hêza
derveyî dikî, û ev jî eynî wateyê derbarey avakirin û xirapkirina
zatê mirovî radigehîne belê cudayî di navbera herdû baran de ew e ku
ya yekê wek gotin tu nabêjî belê wek kiryar dikî û ya dûyê wek gotin
dibêjî belê wek kiryar nakî.
Di hebûn yan nebûna wan zatên biyanî û berdewam de - Xwedê wek mînak
- astê werar û gendeliya mirovî xuya dibe. Min girtî ku Xwedê heye,
wî çaxî dibe mehaneyek kês û penagehek aram li kêlîkên bêçarebûn û
alûziyê. Lê, min girtî jî ku Xwedê nîne, hîngê ew mirov dê penayê bo
kê bibe li tengaviyê? Yan dê supasiya kê bike li firehiyê?
Gelek asan e ku mirov rastiyekê bike efsane belê gelek zehmet e ku
mirov efsaneyekê bike rastî û di nava me de karên zehmet zû bi zû
encam nadin lewra rêjeya bêhtir karê asan hildibijêre û rastiyê gorî
efsanebûnê dike. Nimûne gelek in û di hemû biyavan de bi taybet yên
ramyarî, hunerî û wêjeyî.
Ez dê hewl bidim ku hindek mînakn derbarey biyavê dumahiyê bidim û
evca li ser bandor û karêgeriyê birawestim.
Nivîskarek wek Isimayîl Beşikçî – wek nimûne - saz û mirov belê
biyanî ( mebest ji aliyê nasname û neteweyê biyanî ) gava ku felsefe
û îdolojiya nejadperistiya tirkî nikûl û protest dike û derbirrîna
hêvîxwazî û armancên te dike, mafên te wek hebûn, netewe, dîrok,
nasname û ziman ne tinê vedinasîne lê belê pêkolê dike ku bihên
çespandin, efsanebûnê berev mirovayiyê û rastiyê dibe, ango karek
pirr zehmet dike û serarey vê tevê awayên derbirrînê nake mehane ji
bo havîbûn yan hevbûnê. Belê ji aliyek din gava ku nivîskarek kurd
li gorî ast û hişmendiya xwe felsefe û îdolojiya biyaniyan – çi bi
hemd û çi jî bêhemd – bi zimanê wan derbazî hundirê te wek xwandevan
dike, hîngê ew nivîskar rastiyê berev efsanebûnê dibe.
Ew nivîskarê kurd yê ku bi zimanê dagêrkeran dinivîse ne tinê
dilsemîne ku ew bi xwe dagêrkirî ye belê xweristyek saz û rewa jî
dide dagêrkirinê. Bi heman zimanî peyama xwe pêşkêşî te - yê qurban
û birîndarê bo wan elfebêt û zimanan – dike û mebest ji elfebêt yan
zimanan li vir pêkhateyê serbixwe ye ji bo nasname û serederiyê.
Ziman bê nasname dibe belê ma qey nasname bê ziman nabe?
Nivîskarek wek Ismayîl Beşikçî jî bi zimanê dagêrkeran dinivîse û
peyama xwe bi heman zimanî pêşkêşî aso û dahatûyê te dike belê
pirsyar ev e: gelo ew nivîskarê kurd dikare bi zimanê erebî – tinê
wek mînak - bêhtir ji Ismayîl Beşikçî bi zimanê tirkî biragehîne?
Ma qey ew dikare ji Ismayîl Beşikçî xweşiktir û saztir derbirrîna te
bike? Yan berevaniya maf û binemayên hebûna te? Erê çi maye û kesek
wek Imayîl Bişikçî negotî?
Ew bi zimanê xwe piştgêriya te dike belê tu bi zimanê wî piştgêriya
xwe dikî û di wê mewdaya ku di navbera ( ew ) û ( te ) de pirsyar
peyda dibin.
Ev wek teyorî û prensîp belê wek praktîk û buha, heman kes sera
mafên te, nasname û zimanê te hatiye girtin, zindankirin û
eşkencedan, ango weku nasname û netewe ne kurd e belê ew nivîskarê
din Kurd e û li gel hindê herdû xebatê dikin û li ser - mirîşkên
dayikan û tûtinên bavan - dinivîsin belê yek bi zimanê xwe û yek bi
zimanê dagêrkerên xwe.
Li vir dixwazim pirsyarekê araste bikim: di yasaya xwezayê de, û li
gorî zanistê fîmînîzmê, çi ciyawazî di navbera efsanebûn û rastiyê
de dimîne?
Kîjan ji herdûyan rastiyan dike efsane û kî efsaneyan dike rastî?
|