Xelat
Ehmed

Tablo: Reşîd Hisso
Gunehkar im
dojehan bi kela te diaferînim
nikil, nikil gewdê te nîşanî êgir dikim
rengê te di bexçê min de kêl dibe
û bihuştek erxewanî di xwîna me de diçirise
hilmek din jî nêzîk bibe
dilê xwe bi çavên min ve bîne
pencerekê tenê destê xwe dirêjî pêtê bike
gurr bibe
da te di barandina gulan de vemirînim
ez û tu ji hev nexuya ne
tenê nermbûna rengê tavesorkê
bîna me
di nîgarê de belav dike .