HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

JI XEBATÊN TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ - DÊRIK
                                                                                                   rojava.net 01.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Şevek şano
 

Roja 28 –8 – 2005 an tevna çand û huner pengek ji rîsê
Hevrûşî avête ser darteşiya xwe û bi hostayî avdeyên wê Li hev hûnandin.
Vê carê jî têljenek jêhatî û pispor dar û benê xwe raxistin û hûrik hûrik vehîza.
Dêrika Hemko silavek ji mamosta EHMED ÎSMAÎL re şand û vexwende nava refên xwe, da ko semînerekî li ser şanoyê pêşkêş bike.
Gelek nivîskar‚ heskirên toreya kurdî û endamên koman beşdarî şevê bûn, bi dilekî fireh û mezin pêşwaziya Semînervan kirin.
Vekirin ji layê Helbestvan CIWAN ve bi helbestekê li ser serhildana teze ya rojhilatê Kurdistanê destpêkir paşî mamoste EHMED semînera xwe di bin nav û nîşanê (pêgihana şanoyê li cem zarokan) raxist û xwend.
Guftûgoyek germ, têr û tesel di navbera beşdaran û semînervan de peyda bû û mijara şevê ji xwe re hilsingandin, sûdek mezin û bi nirx ji şevê hate wergirtin.
Hino-hino şeva me ber bi dawiyê diçû û tevna me rîsê xwe ji şevin din re dihêla, beşdaran jî soza berdewamkirinê nûkirin‚ ko di zûtirîn kat de careke din tevna xwe rayêxin û berhemekî nû pêşkêş bikin.

TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ - DÊRIK

 



 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE