Tengezarê Marînî
Li van qeraxên dûr, ji derveyî desthilatdariya xwedê û tûpişk û
pêşiyan, me dengê sirûdên çandina xewnên berbi rastiyê ve dibhîst û
li ber awazên mêrxasiya we me jî, ne bi dilekî, belkî bi sed dilî
govenda mizgîniyeke rojên hilimkêşanê digerand û hîn jî lawijên xwe
li ber agirê peyvên we dipêjin.
Li vir cihê me bi kurtepistî, nîşanên xwe dixemilandin, vedenga
peyva we çiya, welat û sinor derbas dikirin. Di xwîna kewan de,
bizdonekên kolanên girnijînê, xwe vedişartin û we hêlhêla xwe di
asîmanê şev û rojên me de diçand.
Li wir cihê pêşî û sîxuran kevlankên xwe ji tirsa peyvên we, li şûn
xwe hiştin, we di pêjnên me de, mujdeya pêşerojên ronîdar vedihûnan
û em li vê xerîbistanê sermest dibûn li ber awazên wêrekiya dilê we.
Eger hat û rojekê dîrokê jibîrkir, ku pelên xwe bi wêneyên we
bixemilîne dê hinga naletê li sirûdên şevên xwe yên bêdeng bikim.
Eger hat û firyada pêxemberê mîrneşînan, kubariya xwe bi riha Melayê
Cizîrî hinnekir, dê bibêjim
„ Ey mela namê te ye xemse aşer bi wa şi,irê ne te gotî xe dikî qend
û şeker
ev çi teqlîd û şetat in, çi petat in tu dikî tu xwe vêra dihejînî bi
dused ah û keser“
Dê ji xaftnanên bazbendên wan newalên dengê we di germahiya xwe de
parastin, dibim ber meqesan û ji tîpên sirûdên we keserên dengbêja
bixemilînim.
Çi bînim bîra xwe û çi ji bîr bikim, şevên Hilêlîka ku ji tarî û
heriyê, dengê Gîvara ku asîmanê kambaxiya me bi xemil û rewş kir..!
yan jî di sêşêmbên peyv û zanînê de..
Di mihrecana dengê nûxwaziyê de, yan jî xatirxwestina ji tirs û
nezaniyê..
Libo-libo li ber we stêr jî xûz dibin û dengê izzeta we şînên me spî
kirin.
Ji bêdengiya mişthêviya Xalid, yan jî ji bêciriya berhingariya di
ber peyva rast û heq de, ji sirûdên Ibrahîm, dê xunavên sibehên min
mirinê biqerêsin.
Ji kû tên bila bên.. dê awaz û tilîliyên dayîkên me, barbangên li
paş xwe nenihêrtî geş bikin û tiliyên we payîzên peyvê bihar birêsin.