Perîşanê
kurd
Hûr bimeş şêrîn bi meş bejna xwe bide ber lebatê
Wek sipîndaran ku hember bahozê navên tebatê
Hûr bimeş pêra bihej, ta dengê morê gerdena te
Rengê bûqa îsrafîl be, mirîyan rake heyatê
Hûr bimeş wan biskê reş avrêj bike tu liser singê
Av bide çol û beyaran bi ava diclew feratê
Hûr bimeş wê sînga geş tu bide ber bayê sibayê
Dîn bike dildar û mestan bi hilma sêvê xelatê
Hûr bimeş diz û keleş tevde li pey te jar û dîl in
Yê dibe dîlê te xanim naxwaze çar û felatê
Hûr bimeş ar û ateş berde dilê dildar û mestan
Arê te newroz û cejne têde pir kêfa dila tê
Hûr bimeş ta sed hebeş îdî di çav de bibin leşker
Dil bidin ber rim û tîran , hiş bixin sosret û matê
Hûr bimeş ta berf û qeş ji ser rûkê dilan bihile
Ta ku adar tacê derîne ji bin pence sibatê
Hûr bimeş jîna du beş bi gavên tere dibe yek jîn
Dolemend û ew xizan jibo te dibin ji yek qatê
Hûr bimeş xama nexweş saxlem dibe ew bi gavê te
Ger tu rawestî şêrîn hêrs û hêza xamê nema tê .