HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

Sitarnên mobayilê û nasnameya miletan
                                                                                                   rojava.net 01.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Kerem Yûsiv

 

Ne dûr e ku ew kesê telîfona destan bikartîne nasbike qewara telîfonê û dengê
zengilê wê çendî dihêle newekhevî hebe, belê teknelocî û pêşketin heye lê dîsa jî ne wekhevî heye, ev newekhevî tenha sedemeke wê heye û ew sedem dirave, bêrîkên germ û negerm ..
Dema ku zengilê çi mobayilê lêdikeve mirov nas dike ku ew çi kes e û tu şîrovekirin ji vê mijarê re nave çimkî her kes li sitranên miletê xwe guhdar dike û sitranên xweş li ber dilê xwe derbasî mobayila xwe dike û ev dibe nasnameyek ji her kesî re çimkî ji sitrana mobayilê xuya dike ku ew kes ji kîjan miletî ye .
Lê her kes nakeve hundirê vê çarçewê çimkî kesên din sitranên biyanî derbasî
mobayilê xwe dikin û di vir de pêşketin û teknelocî rola xwe dilîzin. dema teknelocî sînoran nahêle di nav netewan de û wiha hevpeyvîna şaristaniyan çêdibe, ev hevpeyvîn û di gûmana min de yek ji encamên globalîzmê ye , globalîzma ku ji rexê hinek miletan tê ferzkirin li ser miletan, belê miletê xurt û desthilatdar, xurtbûna xwe derdixe, diyar dike û ew ji mafê wî ye biwateya ne hemû milet Emrîkî ne anInglîz in lê xurtbûn û desthilatdariya teknelocî rola xwe dilîze dema ku hemû programê telîfonan bi zimanê wan e.
Belê ew hevpeyvîneke xweş e û tu kes dijî wê nîne lê dema ew hevpeyvîn hinek ji karê me – em kurd – tê de hebe û çawa dê karê me tê de hebe û em di vî warî de kar nakin , wate tiştê ku bi serê me dibe , ji karê me yê kêm e.
pêşketin her û her xurt dibe û pêdivî ye ku destê me jî tê de hebe , çimkî teknelocî zimanê cîhanê ye û ne weku tê zanîn ku zimanê Emrîkî, Japanî an ê Inglîza ye ….,
Lê wan zimanê pêşketinê li gora pêşketina xwe pîvandine û wiha jî bo me diyar dikin û em jî bê hiş û zanîn di van riyên ku ew ji me re amede dikin de dimeşin.
Ne ji berjewendiya kurda ye ku wiha di van riyan de herin çimkî ta nuha me bi wî rengê fermî xwe ji cîhanê re diyar nekiriye.
Çand û dîrok jî bi zimanê koledar û destladaran tê nivîsandin lewra divêt em vî
rengê han ji ser xwe hilînin û ev xwestek anuha ji kurdên başûr bêtir tê xwestin, wiha jî ji kurdên li dervî welat tê xwestin, çimkî derfet bi wan re heye ku ew ji cîhanê re nasnameya xwe ya nû bidine nasîn , nasnameya efrandin û pêşketinê , di vir de ez dixwazim bêjim gelek kesên bi van riyan doz û navê miletên xwe diyar kirine hene.
Di vir de ez dikarim du nimûneyan bidim xuyanîkirin, yek ji wan zilamekî ji
Qamişloyê firokek li ser rîmont kontrol afirandibû û wiha jî xortekî
din ku li Amûdê firokek çêkir bû û hikumetê tu xelat neda wan lê hindik mabû ku wan zindan bike û hên jî gelek kesên kurd afrêner hene lê ji tirsê û zehmetiyê dev ji van kara qeriyane..helbet ez li ser kurdên sûriyê dibêjim.
Di dawî de ez dixwazim bêjim :"dema ez van peyvan diyar dikim ne ji bo ez bîrbûna xwe diyar bikim lê bo ez hinek ji êşa xwe û we, êşa me tevan diyar dikim" ma ne wisa ye ?.
 



 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE