HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 
                                                                                                   rojava.net 01.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ciwanê ABDAL

1 -
TENAHÎ


Yarê ..
Min bêriya te kiriye
Min sar e,
Û dil pê re ye
Ez tenê me beyar
Li ber mûma bîranînê
Şevbêrka dibe sewar,

Li derve ba û bahoz
bi hev're êrîşdikin
Ji qeliş û terkên di dil de
têne dil
Cinn û Allat
Lawir û dêwên zexel
Yên tenahî dijîn bi xwe re
Ew berf û baran
Li derve dîlana çox reşê dikin
Geh dibare,
geh radiweste
Û tew şeva zîz
pê gêş bibe .
***
Şev û serma û dilê vala
Û ez û tu ji hev dûr in
.. De were ez tenê me
Min bixe himêza xewnên xwe
De were tu jî tenê yî
Hijmara neha berî deha ye
De were dest bavêjin destan
Çavan li kewdê hev rapêçin
Mijankan li hev vemalin,

Dilê min lûsiyaye
û xew xeyidiye
Û şefeq li ber min
Ber bi min de tê
Li derî dixîne
.. Ez dibêjim te :
- Kî ye .. Derbas be
Derî li her çar alîya vekirî ye ?!!


2 -
ÇÛN Û HATIN


Çendî buhar wê bê
Wê bê û here
Xunc li ser şaxan
Di pêçeka xwe de
Sehar xunav dibare
Xunc tev li bendî civanê wê ne
Şîntên liber simê ba û baranê
Çendî bibin kulîlk û gulên zer,
Mixabin..
Çendî wê zer bibin ..
Û dawî .. Evîna min !

Ey buhara tê
Tê û dere
Gelo wê mîna te jî..
Wê ne bê û here
An weke te wê xwe nû bike
Bi nû zayîna di pêre
Oh,
Mehder ji te buhara dilê min
Ev çi dirûtiyeke xweş e..

Lê na ..
Ez ne poşman im
Madek ezê nû bibim mîna te
Mehder ji min û ne tiştekî din.
De here weke xwe bike
Madekî tê here û bê
Madekî tê bê .


3-
JÎN Û JIYAN


Kengî
ji te têr bibim ez
Û ez tî me carek û dido
.. Nizam çawa
Li xwe dînim vê yekê bidoşim
Vê yekê bi şekirekî bêjim ,

Vê newroza pêrgîbûnê
Çendî dotim bendewarî
Çendî gotim kelûgirî
Hînê şipya me li ser ya xwe
Al ne niçimandim ta nuha rast,

Ew heyvanê dimeya
ji lihev-hatina doh bû
Û berî hevdîtina qoşa nuha bû
An berî barkirina sibehê li dû bû ?

Vê buharê,
Nizam çawa vê yekê bidoşim ?
Vê yekê bi şekirekî bêjim

Ey felek
De min bidoşe
Guhanê derd û xeman têre
An
hîna mişt e ji evîn û awiran
Dîtina ji nişkave çenkirî
Ramîsanêd xewna kurkirî
Hêviyên dima demûşkirî ,

Vê newroza pêrgîbûnê
Kengî ezê jê têr bibim
Ez nizanim ji te zêwan .

Vê buharê,
Nizam çawa vê yekê bidoşim
Vê yekê bi şekirekî bêjim..?!


4-
SOZEK DEREWÎN


Evarê..
Bi sozek derewîn,
Derengî
Û beravêtî avisbû
Teva bi hev re
sema kirin li nik min
Û li bendî te bûne pût
Li tenişta baxê keleka delavê.

Pir çûn û hatin
Li qayika demjimêrê siwar bûn
Delava derbasbûnê
pevgîhan nekir
Lê tu ne di nav wan de bû
Û tu ne hatî û dernehatî ji binî,

Siya min
Li ber min û li dû min
dibeziya
Teqteqa kenê wî zîzbû bi min
Li wê quncikê.. û li wê derê
Lingê û gewdê min
Tev dilê min jî pelçîmbûn

Pir hat û çûn
Çota-çot û fera-fer
Lê tu ne di nav wan de bû
Ne mêvan û ne serdan
Ta rokê hino hino
Roniya xwe çût û xwar
Û sih bazda ji dîlê pêrgîbûnê
Hindek, hênik av vexwe .

Lê ez tenê mam li bendî
Ya ne li bendî tu kesî
Çav çep û rast digeriyan
Û bi ser xwe de digiriyan
Geh pelên diweşiyan dijmart
Geh zixur û hin kevir dipîvan,
Û tiştin dî
Ta dawî sar bû cî
Bi dest ma termek nîv helbestî
Çinkî nîvî yê din
Li cem te ma nîvî ..

Pir hat û çûn
Çota çot û ferafer
.. Lê mixabin
Tu ne di nav wan de bû yeke fer.




 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE