Berzomehmud@myway.com
I
Guftûgo û gengeşe[1]
di şîrovakirina diyardeyên ziman
de karekî pir baş e, û pir
pêwîst e. Belê danûstandin
buwara ziman nabê bi awakî sakar
û zanebûneke seresere, bê ku ser
rêbazeke zanistî werê. Guftûgo
di buwara diyardeyên ziman de
pêwer/pîver û mercin xwe hene,
ango nabê wek bar û doxê
axaftinên siyasiya bin, yên ku
fetlînok û canbazî û nîqbazî
têde peyda dibin, jiber ku
mebesta siyasiyan her linga
danin ber hevalê pêşber. Axaftin
di ziman de, nemaze di babetên
fonetîk û morfolojî û ristesazî
û watesazî û gelek astên dîtir
çi tiyorî û çi piratîk her
rêbaza xwe heye û yasa û qanûn
jêre hene. Zanayên Ewrupî ev
buwar têr û tesel kirine, lewre
zimanzan eger xwe çekdar nekê ji
van tiyoriyan, wê gelek astengî
di lêkolînê de bibînê, û wê
bikevê gelek şaşiyan de, ji ber
ku derbirrîn bi vî awayî cihê
xwe nagirê, wilo jî tênegihiştin
di herdû aliyan de çê dibê.
Birêz Hozan Robar gotarek bi
navê ((Hin dîtin li nivîsa Berzo
Mehmûd “Nivîsîna Paşkokan
Navbera Likan û Nelikanê de”))
buwara lêkolîna min nivîsiye û
di malpera Rojava de belav
kiriye.
Tevî ku birêz Hozan di xwendina
xwe de di hin xalan de bi ser
mebesta min ve nebûye, dema
hatiye ser ravekirina hin xalên
ku di lêkolîna min de diyar bûne,
lê dîsa cihê sipasiyê ye ku xwe
têde baş mandû kiriye, û bi
viyaneke saxlem dixwazê xwe
berdê hundirê hin kuncên tarî, û
ligor zanebûna xwe findekê têde
pêbixê, nemaze, di mijara
morfêmên[2]
babeta lêkolîna paşkokan de, ne
wek hin nivîserên ku babet
dixwênin û bi ser guhê xwe ve
tavêjin.
Ew xwendevan û nivîserên ku di
ziman û rêziman de kar dikin, ya
giring ew e ku di xwendina
têkistekê de têbigihin, ji ber
ku têgihiştina mebesta nivîser
mercekî bingehîn e di
danûstandinê de, her ev jî wek
destnîşankirina wate û mebesta
têkist e, da ku tevlîhevî
navbera wan de peyda nebê,
nemaze ku xwêner werê têbîniyên
xwe binivîsê. Eger xwênerê
rexnegir hat û rexina xwe yan
dîtina xwe di raya nivîser de
got yan nivîsî divê rastî di
navbera wan de cih bigirê, yan
jî mi çi got û te çi got wê hişê
xwênerê sêya gêj bikê, nema êdî
riya xwe navbera wan de nas dikê,
û ti mifa ji vê danûstandinê
nayê wergirtin. Di vê piroseya
han de du xwêner û nivîser, yê
pêşî Dr. Memo, di gotara xwe de
ya bi navê ((Rastiya "rênivîsa
peyva kurdî" Nirxên wê û rexnên
lê)), û yê duwa birêz Hozan
Robar bû. Helbet neku bîr û
rayên wan bi tevayî dikevin ber
vî barî de, lê belê tevavek jê
dikevê vî alî de, ji ber wilo jî
ez naçar kirim ku ez bersiva wan
bidim, ji bilî vê jî, min dît ku
danûstandin û giftûgo baştir e,
û ronîkirina bîr û rayan karekî
bisûd e.
Di vê gotarê de, ezê li ser hin
dîtin û têbîniyan rawestim, ewên
ku kak Hozan Robar derbara
lêkolîna minî bi navê “Nivîsîna
Paşkokan Navbera Likan û
Nelikanê de” tomar kirine, û di
malpera Rojava de belav kirine.
Ne ku meselê ez weha dibînim ku
her yek rayek got inca em
bersiva wan bidin, lê dema ku
hin tevlîhevî yan hin tozik
tavêjine ser mijarê, ev yek dibê
sedema danîna ronîkirinê.
II
Min di despêka lêkolînê de
babeta xwe destnîşan kiriye, û
têde dibêjim: ((Di vê lêkolînê
de ez dixwazim girêşkekê di
nivîsîna Kurdiya (Latînî)de
berçav bikim, her ew jî ew e ku
van paşkokên han, di şêweya
rêziman û rênivîsê de gelek
qerebalix bi xwe re aniye, lê
emê tenê di aliyê rênivîsê de,
li ser van paşkokan bîr û
raya xwe bidin, herçende astên
şîkariya zimanvanî ji hev
venaqetin.)) û paşê min
birrek ji nimûneyan aniye û
dibêjim ((kêşe bi xwe di
awayê nivîsîna van paşkokan
deye, dema ku di risteya bêkar
de diyar dibin, ku ew jî başqe
(cuda) têne nivîsandin, wekû di
rêzimana Celadet de hatiye:
|
Cuda/nelikaw |
|
Tak |
ko |
|
1~ Ez mezin
im |
Em mezin
in/în |
|
2~ Tu mezin
î |
Hûn mezin
in |
|
3~ Ew mezin
e |
Ew mezin
in |
|
|
|
Likaw |
|
Tak |
ko |
|
1~ Ez mezinim |
Em mezinin/în |
|
2~ Tu mezinî |
Hûn mezinin |
|
3~ Ew mezine |
Ew mezinin)) |
Kak Hozan bîr li vê gotinê
nekiriye û bi giştî hêla xwe
pirtir berdaye nav astên
morfolojî û ristesazî, bê ku van
astan bi serûber bixê di bin
xizmeta ravkirina xwe de. Ji ber
vê yekê jî, şîrovekirin ne ligor
rêbazeke zimanvanî sînordar
hatiye, pirtir di aliyê agahiyên
xwendina rêzimanên kurmancî de
tê. Ev şêwe ravekirin û şîkirin
pirtir qerebalixê di hin xalan
de peyda dikê, ta ku encamên
zanistî bi ser bixê. Ez vê yekê
dibêjim wek aliyek ji gotarê, lê
hin aliyên pozetîv û başiyê jî
hene pêwîst e ku em bêne
ziman.
Têbîniya yekê:
Lêkolîna likan û nelikan
paşkokan:
Hozan derbara Mijara likan û
nelikan paşkokên im, î, e, in
dibêjê: (((Nexwe BERZO
cudakirina pirtikan wek kêşeyekê
dibîne û her wiha ew dibîne ku
ti kesî ji zimanzanan ew pirtik
bi bêjeyan ve nelikandine, ew
dibêje: “Li vê pêkê, nivîserên
Kurd ji hemî cih û aliyan bi vê
destûrê girtine, bê ku yek ji
wan nivîser û zimanzanan bîr li
vê kêşeyê bikê, ka gelo
pêvekirina van bêjeyan
(morfêman) bi peyva pişt xwe ve
raste yan ne?”.
Lê ev ji rastiyê dûr e, ji ber
ku rêzimanzanên kurd berî niha
ev pirsgirêk vekirine û di
çarçoveya çareseriyê de bûne du
bir:
1. Celadet Bedirxan, Kemîran
Bedirxan, Rojê Lîsko û se’îd
Şivan û hinên dî, di rêzimanên
xwe de gotine ku ew parek ji
lêkera bûn’ê ne û hertim divê
serbixwe bihêne nivîsandin.
2. Qanatê Kurdo, Reşîdê Kurd û
hinên dî jî di rêziamnên xwe de
gotine ku divê ew bi bêjeya berî
xwe ve bihêne nivîsandin))).
Bersiva min:
Bi rastî kak Hozan xwestiye, bi
mebest yan bê mebest, gotina min
li şaşiyê biqelebênê, û bi awakî
xwehr rave bikê da ku
piroblimeke bêwate di kêşeyê de
derbixê, ku hîç pêwendî bi
kakilê babet nîne. Ev reftar (bahviour)
pirtir li bejina kesên siyasî tê,
dema li hevalê xwe dizîvirin.
Ravekirina Kak Hozan ji mebesta
têkista min dûr e. ji ber ku
gotina min xwe bi xwe rave dikê.
Baş e! dema ez dibêjim (bi vê
destûrê girtine ). Herweha min
hin nimûne ji pirtûka Celadet
der anîne, û min amaje li navê
wî kiriye bi heman gotina ku te
aniye, ev bi xwe ango ew destûr
ku berê hatiye, û yê ku daniye
Bedirxan e, kî bi dûde hatiye bi
wê destûrê girtiye, her ev jî
nivîserên roja îro ne. Lê gotina
Celadet bi çend peyvan nakevê
warê lêkolîn, herçend ev peyvên
hindik encamek e û helwêsteke
zimanî didê, belê mebesta min
lêkolîn di vî babetî de ta dema
ku min nivîsiye nehatine
nivîsandin (ku cara pêşî berî ku
di pirtûkê de belav bibê di
govara Zevî de belav bûye); eger
hebin jî min nedîtine, û ev bi
xwe ne piroblim e, ji ber ku bi
vê yekê mebesta min ew e: ez
dixwazim mijareke zimanî
tevbidim, zimanzanan li ser
şiyar bikim, û bala wan lê
bikişênim, her ev mebesta min e.
Lê nisbet raya Qenatê Kurdo û ya
Reşîdê Kurd gerek min anîba
ziman, ev bi xwe ne ku min
nidizanî, lê ev dibê kêmasî di
lêkolîna min de, sedema wê jî ew
bû ku nehatiye bîra min, her ev
jî berî niha min kak Memo amaje
lê kir. Înca her yek eger
bixwazê, dikarê bo vê yekê ji
xwe re li daholê bidê, ne xem e.
hin kêmasî hene bêhemdî bi mirov
re derbas dibin û li nik mirovên
bîrber û zana wek van kêmasiyan
nankevin ber tûjikên rexne de,
bo nimûne di têkista kak Hozan
de şaşiyeke bêhemdî pêre derbas
dibê ew jî gote weha hatiye,
dibêjê: ((dûpaş
digihin paşiya kok û raya
lêkeran, ew mêjer û zayenda
kirar belî diki).
Di vê goteyê de şaşîtiya Hozan
di anîna têrma zayende de ye
(gender, nêr û mê di rêziman),
ya ku Celadet daniye. Mebesta
Hozan ku bêjê (kes). Ji ber ku
nakevê ber aqil ku ev şaşîtiya
zanyarî ye. Lewre nabê rexnegir
li ber şaşiyên wilo diranê xwe
tûj bikê.
Ya dîtir jî gava ez dibêjim
(gelo pêvekirina van bêjeyan
(morfêman) bi peyva pişt xwe ve
rast e yan ne?”.)
ez dixwazim meselê bixim ber
lêkolînê de, ne ku ez ji
naveroka wan yasayên ku Celadet
Bedirxan, Kemîran Bedirxan û yên
dîtir danîne ez kêm dikim, lê ez
dixwazim vê kêşeyê di şêweyê
pirsê de û di warê lêkolînê de
pê bixim, ne ku her yek werê li
gor vê yasayê vê kêşeyê bi dawî
bênê, likan û nelikan li ber
hoyên zimanvanî birryar tête
birrîn. Ya dîtir jî her ev jî bû
sedema livandina kak Hozan ku
têde bifikirê û ew jî serê xwe
têde gêj bikê!
II. Têbîniya duwa
Hozan di gotara xwe de dibêjê:
(((Diviyabû BERZO pêşî
dîtinên Celadet derbarê vê
mijarê de şîrove bikira paşê
nêrîna xwe bidaya, çunkî kesê ku
gotarê bixwîne tênagihe ka çira
(ji bo çi) Celadet ev pirtik
cuda kirine, wî nêrîna Celadet
tenê wiha nivîsiye: “ez wa
dibînim, ku Celadet Bedirxan di
destnîşankirina van morfêman de,
ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im,
-î, -e, -in) wek peyvên serbixwe
li wan dinerê, bo vê yekê jî,
wan cuda dinivîsê”.
Lê nêrîn û ravekirina Celadet ji
vê mijarê re ji van çend gotinan
ferehtir e. Celadet gotiye ku ev
pirtik, ên cuda tên nivîsîn (im,
î, e, in) şêweyekî lêkera “bûn”
ê ne di dema nuhokê de, ciyê wê
di zimanê kurdî de beramberî
“hestenهستن
“ a farisî, “be” a ingilîzî,
“être” a frensî, “sein”[7]
a almanî, “ser”[8]a
îspanî û “vara”[9]ya
swêdî ye.)))
Bersiva min:
Baş e, hey Xudê ji te razî, ma
min jî her ev gotiye û min her
ev daye xuyakirin ku Celadet van
paşkokan: (im, î, e, in) wek
şêweyên lêkera “bûn”ê di dema
nuhokê de dibînê û min bo vê
yekê nimûneyên pirtûka wî bi xwe
danîne ser rûpel, û hemberî wan
bi zimanê Ingilîzî (verb to be)
û Firansî (être). Ma ka ev
ferebûna tu behs dikî di kûderê
de ye??? Ma her fikire û têbînî
di heman çarçêwe de digerê, te
hîç zanyariyeke nû ne-aniye!!!
Te em naçar kirin ku em meselê
dubare bikin, wek ku di lêkolînê
de hatiye:
(((Celadet Bedirxan di danîna vê
destûrê de, li pêka nivîsîna
zimanên Ewrupî çûye, nemaze, yê
Frensî û Ingilîzî û gelekên
dîtir, wek:
|
Ingilîzî |
Frensî |
Kurdî |
|
I am good
You are good
He is good
She is good
It is good
We are good
You are good
They are good |
Te suis
Tu es
il est
Elle est
Il\Elle est
Nous sommes
Vous etes
Ils sont |
Ez baş
im
Tu baş
î
Ew baş
e
Em baş
in
Hûn baş
in
Ew(an) baş in |
...... )))
Lê dema ez dibêjim Celadet “ketiye
şaşiyeke rêzimanî, (-im, -î, -e,
-in) wek peyvên serbixwe li wan
dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda
dinivîsê”. Ev wê yekê didê
xuya kirin ku baweriya min di
desnîşankirina van morfêman de
ji ya Celadet cuda ye, lê ji ber
ku lêkolîn her di warê rênivîsê
de bû, min pêwîst ne dît ku ez
di rêbazeke dîtir de lêkolînê
dirêj bikim, ango
destnîşankirina van paşkokan di
astê rêzimanî de. Min jî weha
dît ku ez ji rêbaza pirtûkê
buwara rênivîsê der nekevim.
Inca ez rabûm min amaje lê vê
buwarê kir, û li dawiya lêkolînê
di perawêzê de di bin navê (Têbîniyek
Rêzimanî) min tomar kir
û got: (Bi rastî rayeke minî
taybetî di destnîşankirina van
paşkokan de, heye, bi taybetî
(~e), ku pêwîstî bi lêkolîneke
serbixwe heye). Dîsa yek
dikarê vegerê lêkolînê û vê jî
bi çavê xwe bibînê. Weha diyar
dibê ku kak Hozan haj mesala
rêbazî nîne, her ev jî dibê
sedema ku rêge li bin guhê hev
bikevin.
III. Têbîbiya siya
A.
Kak Hozan
dibêjê: (((BERZO ji
aliyekî ve rexneyan li Celadet
dike ku ketiye bin bandora
zimanên ewropî û ji layekî dîtir
ve bi xwe dikeve wê şaşiyê, di
mînakên xwe de kurdî hempayî
frensî û ingilîzî kiriye û bi
qalibekî teng, derbarê (am, is,
are) de wî nivîsiye: “... riste
heye ku bi vê peyvê dest pêbikê,
weku di risteya pirsyarî de tê:
Are you good ?
Ma tu başî ?”
Mebesta wî ku di hevoka kurdî de
ew (î)ya li paşiya (baş) nahê
despêka hevokê wek (are)ya
ingilîzî, ev jî qalibekî teng e
û li kurdî nabe, ew rêpîvana
hevoksaziya ingilîzî ye: ……..)))
Bersiva min:
Ma kî ji te re gotiye li Kurdî
tê?? Ma kî ji te re gotiye ev ne
rêpîvana hevoksaziya Ingilîzî
ye?!! Ez ne dibêjim çima
paşkokên me nayên pêşiya ristê,
ne xêr. Ev herî betal e, ez
dixwazim ew kesê xwendevan ji
xwe re ciyawaziyê bibînê, belê
her zimanek li gor strekçerê
ristsaziya xwe, taybetiyên xwe
dirêsê. Taybetiyên (kar) çi
karên destûrî û çi karên nelê (şaz,
nesaz) (regular and irregular
verbs) di zimanê Kurdî de form û
cih û rewişt û reftarên xwe hene
ku ji yên Ingilîzî ciyawaz in,
da ku pîvanin li ba me hebin, em
çilo peyvan di rêziman de ber
ber dikin û wan di riya sirûşt û
rola peyvê di ziman de nas bikin,
ne ku rola peyva zimanekî dîtir
bikin kirasek li peyva xwe bikin.
B.
Bi dû vê de Kak Hozan hin nimûne
tênê û li ser strekçerê hevoka
pirsyarî navbera Kurdî û
Ingilîzî de radiwestê û
ciyawaziya navbera wan de didê
xuyakirin, û paşê raya min jî
didanê, bê ku têbigihê ka ez çi
dibêjim, û bê ku mebesta min
têbigihê, dema ku dibêjê:
(((Her wiha wî nivîsiye: “Morfêma
(am, is, are) di risteya Ewrupî
de, dikarê cihê xwe biguhêzê, û
dikarê wek peyvên dîtir qalibê
xwe, di ziman de biparêzê, û
rola xwe bi şêweyeke serbixwe
bibînê, wek:
A. He is a tall man, isn’t he?
B. Is he a tall man?
C. No, he is not a tall man.”.
)))
Bersiv:
Bi dû van risteyên ku anîne, Kak
hozan wan werdigerênê zimanê
Kurdî heçku ez li babeta
strekçerê van risteyan dikolim,
ev têgehiştineke şaş e, Hozan
dikevê pey binyata rista
pirsyarî ya kurdî û ya Ingilîzî
û wan berawurd dikê, heçku min
rista pirsyarî aniye jibo vê
mebestê, herçend min mebesta xwe
di têkist de hişkere gotiye, û
wî bi xwe aniye ziman bê ku
têbigihê. Belê babet hîn lêkolîn
jêre divê û ez di vê gotarê de
ti birryara nadim ta ku ez
lêkolîna xweyî taybet bi van
morfêman belav nekim. Li me
negirin.
Têbîniya Çara: tawanbarî
A)
Hozan dibêjê: (((Şaştiya
BERZO ya dî ku zanyarê me
Celadet Bedirxan tewanbar dike
ku ew di vî warî de ketiye bin
hikariya[6]
zimanên biyanî nemaze frensî û
ingilîzî, li ser Celadet ev
nivîsiye: “Ez bixwe dixwazim vê
yekê di vê lêkolînê de şîrove
bikim ku raya Bedirxan şaşe, û
rayeke dîtir li şûnê bidim.)))
Bersiva min:
Di warê lêkolîn û şîrovekirinê
de weha heye bîr û ra ne wek hev
werin, heye ku ez rayekê rast
bibînim yan şaş. Wilo jî heye
nivîserekî dîtir raya min rast
yan şaş bibînê. Lê, herçende min
şêweyekî hişk pêkaniye, lê
mebesta min ji vê yekê ew bû, ku
ev hişkî, yan ev şêweya qeşartî
bibê handerek li nik zimanzanên
kurd, ku di vê buwarê de yan di
vê xalê de bilivin û bigerin ka
rastî di kûderê de ye!! Ji ber
ku armanc ne bilindbûn yan
nizimbûna kesekî ye, armanc
dîtina diyardeyên zimanê kurdî
ye, naskirina wan nihêniyên ku
ta niha lêkolîn bi awakî
rasteqîne û kûr û fere li ser
nebûye, eger hebê jî, di astekî
lawaz de ye, yan jî babet
nehatiye têr û teselekirin. Eger
her rayek cuda ji ya min, yan
dijî ya min, ez bi tawanbarî lê
binerim, ev bi xwe di warê
zanyarî de nîne, jibilî ku
tiştekî xirab e, û nabê em hevdû
li ser vê yekê xwedî bikin,
dêmek nivîser nema dikarê raya
xwe bêjê, yan jî wê kevirdevî
bibê; û bi vê yekê dergehê
danûstandina bîr û rayan tê
girtin.
Ji alîkî dîtir ve, ev têbînî,
yan ev raya ciyawaz ticarî qîmet
û qedrê zimanzanê me, Celadet
Bedirxan, kêm nakê. Vî cuwamêrî,
çi di dema xwe de û çi jî di
roja îro de gelek daye, û
bingeheke xurt ji rêzimanê Kurdî
re daniye, û eger em bikêrhatî
bin, emê dîwarê ku Celadet ava
kiriye, emê bilindtir bikin. Em
çiqas bilind bibin jî, em dîsa
bejina xwe jêre ditewênin.
Pêşiyên me, herçende hindik in,
rê û rêbaz li ber me hesanî
kirine, û ticarî em wan bê qîmet
nakin, bere bîrûrayên me di hin
xal de cuda werin, ev tiştekî
siruştî ye, û dikevê warê xebat
û têkoşîna piroseya lêkolînê de.
Ez vê yekê dibêjim da em tovê
bîr û baweriyên pûtperestiyê
neçênin, da ku hişê bexbexayî
cihê xwe di serê nivîser û
lêkolerên kurd de negirê. Lê
hember vê jî, babet bi druşman:
(ciyawazî tenê bo ciyawaziyê) ti
sûdmendî û ti mifa bi dû de nayê
girtin. Ya baş ew e ku em
serbestiya raman û fikir û
ravekirin û lêkolîn û derbirrînê
ji hev re bixwazin, belê ev
şîkirin û ravekirin, pêwîst e di
rêbazeke zanyarî de derbas bibê;
yan jî emê dergehê pêşxistinê li
ber xwe bigirin.
B)
Herweha Hozan dibêjê: (((Tewanbarî
bi şaştiyê ne gunehek e, gava
merov serastkirina şaştiyê bi
sergihayî çespandibe, û kesekî
wek Celadet ku sembola vejîna
zimanê me ye bi hêsanî nahê
tewan kirin))).
Ez dema dibêjim Celadet di
ravekirina van morfêman de şaş
çûye, ez vê yekê ne ji
valabûnekê yan ji qurrebûnekê,
yan bo kêmkirinekê, wek biraderê
me fam kiriye. Ji ber ku nabê
(im)a Kurdî bibê heman karê
(am)a Ingilîzî, weha jî nabê (î)
û (in) bibin heman karê (are)a
Ingilîzî, Inca, bere tu piştrast
bê di vê buwarê de, lê ya baş
ew bû gerek min raya xwe ne bi
vî awayî gotiba, da ku ev
mijûmoran xwe ber nedabana ser
naveroka vê mijarê, ji ber ku
nivîser dikarê bi gelek şêweyan
mebesta xwe bêjê, bê ku yê
pêşberî xwe aciz bikê yan şaş
meselê têbigihê, nemaze gava
babet bihingivê mirovekî hêja
wek Celadet Bedirxan, ku core
hesteweriyek bi xwe re tênê. Ez
vê yekê dibêjim nekû bîr û
baweriyên min di mijara van
morfêman de hatine guhartin,
lêbelê wek min berî niha jî
nivîsiye û dupat kitiye ku di
demeke nêzîk yan dûr de ezê
lêkolînekê di vê mijarê de belav
bikim, û raya xwe têde hişkere
bêjim. Ezê van baweriyan bi
şîrovekirin û yasayên ziman
bidim xuyakirin, ne ku kêşeyê di
warekî teng de derbas bikim.
V. Têbîniya Pênca:
Ronîkirin
Xaleke dîtir jî Hozan pêşkêş
dikê, ew jî di têkista jorî de
hatiye, dema dibêjê: (mirov
ciyê wê di zimanê kurdî de
beramberî “hestenهستن
“ a farisî, “be” a ingilîzî,
“être” a frensî, “sein”[7]
a almanî, “ser”[8]a
îspanî û “vara”[9]ya
swêdî ye).
Wek têvejoya têkist, yek ji
alîkî ve têdigihê ku Celadet
gotiye, lê heye jî ku ev gotina
raveker bê, lewre bi raya min
gerek Hozan ev yek ji hev der
xistibane: eger Celadet gotiye,
gerek navê jêder bê gotin, lê
eger dikevê ber gotina raveker
de, ji xwe tiştekî dî ye. Kak
Hozan di vê xalê de palpişt bi
gotara HUSEIN MUHAMMED
(Kurtenerînek li hin beşên
rêzimana kurdî) girê daye, wek
ku di perawêzê de hatiye. Lê
dîsa ev bi xwe ne piroblim e, ji
ber ku bîroke û fikira Celadet
her di wê hêlê de dimeşê.
Mebesta tenê ronîkirina bîr û
rayan di nivîsînê de baştir e.
Ez vê yekê dibêjim ne ku ez bi
xwe jê şiştî me, hin car eger ne
gelek car bê jî ez dikevim
kêmaniya ronînekirinê, ji ber ku
weha diyar e ku zimanzanê me yên
roja îro ne ji yek kaniya
zanyarî avê vedixwin, lewma
xwêner di xwendina xwe de şaş
têdighê. Yan li ber nakevê. Bi
ser ku em dizanin carna wê yek
hebê ku baş jê fam dikê, û
dizanê mebesta nivîser ji vê
şîrovekirinê çi ye, lê dixwazê
xwe şaşomaşo bikê da ku li
nivîser bizîvirê û serkeftineke
bêwate bikê. Ez bi xwe ji herdû
aliyan re amade me çi ronîkirin
bê, û çi jî
Di vê têvejoyê de ku em di
babeta rênivîsê de ne, ne xisar
e ku em bênin bîra kak Hozan ku
navê zimanan wek (farisî,
ingilîzî, frensî, almanî,
îspanî, swêdî) yên ku di gotara
wî de hatine bi tîpa mezin gerek
bê nivîsîn, ango şêweyê rast ev
e: (Farisî, Ingilîzî, Frensî,
Elmanî,Ispanî, Swêdî).
Peyva (peywir) bikar aniye bê ku
wate yan mebesta wê şîrove bikê,
herçende wek wateya (qiyas) tê
famkirin.
Têbîniya Şeşa:
Likan û nelikan van morfêman û
paşkokan
Wek berî niha jî hate xuyakirin
ku zimanzanên kurd di helwêsta
likan û nelikana van morfêman de
bûne du birr: Celadet alîgirê
nelikanê ye, belê Reşîdê Kurd û
Qenatê Kurdo likawxwaz in.
Min Kêşeya likana van paşkokan û
hoyên likanxwaziyê di rênivîsê
de di lêkolîna belavkirî de
pêşkêş kirin û sedemên likanê
dan xuya kirin. Kak Hozan di
gotara xwe de bûye alîgirê
nelikanê, lewre hin hoyên
nelikanê, yan em bêjin
cudakirina van paşkokan, diyar
kirin, û hoyên wî jî di cihê xwe
de ne. Ya dîtir jî, rast e min
aliyê likana van morfêman daye
xuyakirin di hin xalên
zimanewanî de, lê sebaret
nivîsîna van paşkokan di risteya
bêkar de ez ne hewqas hişk im di
bîr û baweriyên xwe de. Hin car
jî dibim alîgirê cudakirina wan
di şêweyê rênivîsê de, ji ber ku
nepevekirina van morfêman (im,
î, e, în, in) di hin movik û
kêşeyên rênivîsa kurdî de di
rista bêkar de - her wek Celadet
weha destûr jêre daniye - dibê
alîkarê ronîkirina risteyên
ziman di astê wate de. Helbet
gava ez vê yekê dibêjim ez ji
zimanê Kurdî gavên xwe tavêjim,
ne ku pişta xwe bi rênivîsa
zimanekî dîtir girê bidim, her
wek Kak Hozan weha dakokî li
raya xwe kiriye. Di peregrafê de
ezê hin hoyên zimanvanî yên
nelikanê bidim xuyakirin, ku ew
jî ev in:
1.
Berî her tiştî nivîserên Kurd bi
giştî şêweyê likandî didin
peyrew kirin, ku ev bi xwe tenê
bes e ku em vî şêweyî pêkbênin
bi armanca yekîtiya rênivîsê di
dema îro de, herçende bîr û
rayên taybet hebin jî, ev bîr û
ra dikevin warê lêkolînê de, û
ev jî mafê her mirovekî ye ku
raya xwe di babetekî ji babetên
zimanê Kurdî bidê. Belê
birryardan di guhartina hin
xalên zimanî de pêwîstî bi
kongirên ziman heye, ku takekes
bi tena xwe nikarê guhartinê
bikê.
2.
Şêweyê rênivîsa van paşkokan, çi
likandî û çi cudakirî, guhartinê
di wateyên rêzimanî de peyda
nakê.
3.
Nivîsîna cudakirî (nepevekirî)
ya van paşkokan du core riste di
zimanê Kurdî bi ruwalet (durv)
destnîşan dikê ku di astê
rênivîsê de berçav dibê.
4.
Ya dîtir jî hincar morfêmên (î,
e, în, in) bi du rola radibin:
rola sîntaksî û rola ferhengî,
wek morfêma (e) eger likandî
hat, hin lêlî û tarîkî tavêjê
ser forma peyvê di hin têvejoyên
taybet de, ku heye xwêner
navbera (e) wek morfêma isnadê,
û (–e ) wek morfêma paşgir yan
rêziman, bo nimûne:
A.
Peyva (riste) du wate yan
du mebestan hildigirê, ku
hemberî têrima (hevok) bikar tê,
û (ew rist e), ango ristik tê û
hincar wateya malika helbestê
yan helbest bi xwe li nik hin
nivîseran bikar hatiye.
B.
Forma (bere) dibê du
forim (ber e, bere):
Ew ber e. Ango ew
kevirek e. berekî kevira.
Bere
wek: berey nîştimanî (Cebha
wettenî).
C.
Di zarê Soranî de dibêjin (em
kiçe) ku bi du awayan tê
ravekirin wek şêweya frêza nav
(noun phrase) ku dengê (e) her
bi peyva kiç ve ye, wek em bi
kurmançî bêjin (ev keç) yan (ev
keç baş e) lê eger me dengê
(e) dûr nivîsand gotin dikevê
şêweyê ristê de ku weha tê (em
kiç e) ango (ev keç e).
5.
Morfêma (in) jî bi du rolan
radibê: 1. wek nîşana (indefinit
article) di vê risteyê de
(Pîvanin hene); û rola xweyî
ristesazî, wek: (Ev pîvan in).
Lewre cudakirin di şêweyê
nivîsînê de rol û erkê bêjeyê
ronîtir dikê.
La dawî ez xwêneran agadar dikim
ku di maweyekî nêzîk de, ezê
lêkolîneke zimanvanî derbara van
morfêman (im, î, e, în, in)
belav bikim ku hin bîr û rayên
nû têde derdikevin.
5. 7. 2007