|
Çiya, ji wexta ku bûne çiya, di gelek têgeh,
wate, bîr û serpêhatiyan re, derbas bûne.
Çiya, di zimanê ferhengan de, parçeyek ji
ciyografiya bilind û berz e.
Lê di zimanê sîmbol, nîşan, assoziation(herikîna
xeyal, wate, bîr û baweriyan) û şîfreyan de,
çiya dikare bihtir, were xwendin û liqelemdanê.
Çiya, ne tenê bilindahiyek, yan panaveke berz,
di ciyografiyê de ye.
Çiya, hindek dîrok; hindek çîrok; hindek
mîtolojî; hindek hezkirina kovî; hindek xeyalên
berdayî; hindek destên bilind; hindek berf û
baran; hindek pêjna Xwedê; hindek heval; hindek
berxwedan; hindek xwîn û şehîd; hindek agirên
bilind; hindek westan; hindek razana bilez û
gelek tiştên din e jî.
Çiya, li gorî mîtosên berê, „pîroz“ bûn, çimkî
komelgeha Xwedayan li wir bû. Kiryar û demên „pîroz“,
ji wir dest pê dikirin, çimkî „hêza pîroz“ ji
wir bû.
Girîkan, bo nimûne, „çiyayên Olymp“, wek „çiyayên
pîroz“, li qelm didan, çimkî ew warê Xwedawendên
wan bûn.
Olymp, di fikrê Girîrkiyên berê de, „çiyayên
Xwedawendan“ bûn.
Wisa dihate bawerkirin, ku her duwazdeh Xwedayên
wan, yên herî mezin, di serê wan de „Zeus“, li
ser lutkeyên wan çiyayên „Xwedayî“, rûniştîne, û
karûbarên dinyayê bi rê ve dibin.
Bê guman, ne tenê Girîkan, wisa bawer dikir, ku
çiya û lutke, warê Xwedawendan e, belkû hemî gel
û gurûpên çiyayî, yên berê, wisa ji çiyan re,
perweste dibûn.
Bo nimûne, „çiyayên Himalaya“, ku 14 ji
bilindtirîn lutkeyên dunyayê, li wir dimînin(yek
ji wan lutkeyan Everest e/8850 m), di mîtolojiya
Hindistana kevn de, wek „çiyayên pîroz“ û „welatê
Xwedayan“, tên bawerkirinê.
Herweha „Cûdî“ jî, nedibû „çiyayê hêviyan“ û „çiyayê
qurtalbûnê“, eger hindek ji Xwedê, li gorî
hindek baweriyên kevn(di nav wan de, baweriyên
Kurdan, yên berê), ne li ser lutkeyên wî baya.
Weha, Xwedê di baweriyên berê de, çûn „welatên
bilind“.
Weha, çiya bûn „hêza herî bilind”.
Weha, „welatên hêza bilind“ Xwedê parastin.
Bê guman, bermaber bi „Xwedayên çiyayî“, „Xwedayên
deştî“ jî, her hebûn. Lê mebest li vir, tenê
lidarxistina xwendineke kronolojî ye, ji têrma „çiyê“
re.
Lê çiya, wek têgeh, di bîr û bawerî û rabûn û
rûniştina xwediyên wan de, tenê di sînorên „welatê
Xwedawendan“ de, ranewstiyan.
Her ku cîhanbînî, bîr û bawerî, dan û standin û
şeweyên jiyana xelkên çiyê û dorûberên wan, li
gorî demê, hatin guhertinê, çiya jî, wek têrm,
di mentiqê wan de, çû guhertinê.
Lewma çiya, wek têgeh, li gorî cihêwaziya
miletan, olan, baweriyan, ciyografiyan, waran,
ezmûneyan û kesan...htd, dikare wate, sîmbol,
şîfre, şirove û bîranînên cihêwaz, bistîne.
Wate, çiya jî, wisa, mîna gelek têgehên din, yên
guherbar, dikare di gelek xwendinên cihêwaz re,
derbas bibe.
Bi vî awayî, çiya li gorî kultûrên cihêwaz,
dikare wek „welatê Xwedê“, „welatê berfê“, „welatê
avê“, „welatê bilind“, „welatê tirsê“, „welatê
sext“, „welatê koçer“, „welatê serhişk“, „welatê
seferî“, „welatê dost û heval“, „welatê dûr“, „welatê
veşartî“, „welatê berxwedêr“ û wek „welatê azad“,
were xwendin.
Eger mirov Kurdan û dorûberên wan, li ser asta
têgeha çiyê, wek nimûne, werbigire, mirov dê
bixwîne, ku herçende çiya wek „dostên Kurdan“
hatine naskirinê jî, lê heman çiya bi heman
Kurdan re, ji qonaxekê heta bi qonaxeke din,
dostên cihêwaz bûn.
Çiya, bi Kurdan re, bûn „dostên Xwedê“(Cûdî,
çiyayên Lalişê); bûn „dostên evîna kovî“(Sîpanê
Xelatê/ çiyayê Xecê û Siyamend); bûn „dostên
qaçaxçîtiyê“(hemî çiyayên Kurdan); bûn „dostên
xwîna mezin“(çiyayên 1881an, çiyayên 1925an,
çiyayên 1930an, çiyayên 1937an, çiyayên 1946an,
çiyayên 1961an, çiyayên çiyayên 1984an) û
herweha, çiya, Kurd û Kurd, bûn hin tiştên din
jî.
Li ser asta antî-Kurdan jî, Kurd hîn wek „Tirkên
çiyê“, „serhişkên çiyê“, „koçerên çiyê“, „cinikên
çiyê“...htd., tên binavkirinê.
Lê çiya, bi Kurdî, bê guman, îro, tiştekî din
dibêjin.
Çiya, bi Kurdî dibêjn:
Çiya, bi zorê, nabin çiya. Wisa jî Kurd, bi zorê,
nabin Ne-Kurd.
Çiya, bi zorê, bilind nabin. Bilindên çiyê jî,
bi zorê, ji azadiyê peya nabin.
Çiya, bi zorê, nabin dost. Dost jî, wisa, bi
zorê, namînin dost.
Çiya, bi zorê, şehîd nakevin. Dostên çiyê jî, bi
zorê, tola çiyan hilnadin.
Çiya, bi zorê, nabin siyaset, herweha siyaset jî,
bi zorê, naçe çiyan.
Çiya, bi zorê, nabin hest. Hest jî, bi zorê,
nabin helwest.
Çiya, di vê demê de, bi qasî ku ew bi Kurdî,
bûne siyaset, hewqasî jî, dikarin wek têgeh,
xewn, hevaltî, hest û nestên xweşik bin jî.
Çiya hest in jî, wexta ku „dostên çiyê“, dibêjin:
„Ev çiya, çiyayên me ne. Em, li çiyayên xwe, yên
azad in…em, li vir, bi çiyayên xwe, azad in…û
çiyayên me jî, bi me ne“.
Çiya, wisa azad dibin, wexta ku ew azad, dewleta
dostên xwe ne.
Çiya, wisa azad, hest in, wexta ku ew azad,
dostên dostên xwe ne.
Çiya, wisa hestazad in, wexta ku ew azad, bilind
dibin.
Çiya, wisa azad, dibin dostên xwe, wexta ku dost
çiya ne û çiya dost in.
Û çiya jî, wisa çiya ne, wexta ku azadî, wisa
dost in û dost jî, wisa azadî ne.
hoshengbroka@hotmail.com
|