Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

di dîrokê de bi gelemperî pêwendiyên kurd û ereban
Dr. Ebdilmecît Şêxo

Lêkolîn
                                        2



Dîsan dîroka Kurdistanê dibêje; ku dweleta (Dostikî an Merwanî) di salên (982 – 1086 z) de. ya ku Farqîn (Sîlêvan) paytexta wê bû, pêwendiyên xwe bi gelê Ereb re jî hebûn, şahê dewleta Dostikî-Merwanî- Ehmed Ibin Merwan pir dîplomasî û şehreze bû, lewre wî kanibû, têkeliyên xwe bi sê hêzên navçeyî yên mezin re ava bike. 1- Dewleta Ebasî li Îraqê, 2- Dewleta Fatimî li Misirê û dewleta Pêzentî, van hersê dewletan baylozxanên xwe li Miyafarqînê di sala 1013ê zayînî de vekirin, û herweha jî pêwendiyên vê dewleta kurdî bi dewleta el-Hemedanyê re li Helebê hebûn. Li vir jî em dîsan dibînin, ku çiqas pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re tamarên xwe di dîrokê de kûr berdane, ji me hemuyan re tê xuya kirin, ku helwestên Kurdan ji berê de li beramberî gelê Ereb, erênî bûne, û di hêzkirina têkeliyan de rolên xurt lîstine.
Di dîroka erebî de, pir rewşenbîr, ên bi regezên xwe Kurd bûn, di çand, wêja erebî, û ola îslamî de bûne stêrkên geş, wek Îbrahîm Ebdelkerîm Helebî 840 k. lawê el-Cinaz el-Erbîlî – el- Musilî 657 k. û, Hesen Esed Hesen el-Farqî 487. û Ebo Ebdela el-Hezbanî el-Kuranî 656 k. lê yê di vê babetê de, herî navdar Ibin el-Hacêb el-Kurdî ye, 570 k. ew rêzimanzanekî gewre di zimanê erebî de bû, navê wî Osman Omer bû, ew ji bajerê" Diwênê " penaberî Misirê bibû, guman heye, ku malbeta Ibin el-Hacib bi malbeta Eyobîyan re penaberî Îraqê, paşê Şamê û paşê Misirê bûbûn, û mirov kane texmîn bike, ku malbeta Ibin el-Hacib ji êla Riwandiya Kurd e.
Eger em li serdema Ebasiyan binêrin, em dîsan rastî navê kurdekî sazbend û dengbêjê pir navdar tên, navê wî Ziryab e. (160-230)k. (Ebo el- Hesen Ibin Nafih ). Lêkolînera Alman Zîgrîd Hongê di pirtûka xwe de "Roja Ereban li ser Rojavyê geş dibe" eşkere diçespîne, ku Ziryab bi kokê xwe Kurd e. Ziryab li nik Haron Reşît bû, şagirtê dengbêjê wî Îshaq el-Mosilî bû, piştre, ew bi xwe di dengbêjiyê de dibe mamoste, Ew maweyeke kurt liTunisê li nik Mîrê Qîrewan dimîne, piştre ew vediger Endelusê, û li nik lawê serdarê Endelusê Ebdilrehman wek dengbêjekî pir bilind dimîne, Ziryab têleke nû ya pêncan li navîna temburê zêde dike, ew li Endelusê mizraba(pena)temburê ji hestiyên lingên Başîqan çê kirbû, Ev dîsan tê vê wateyê, ku lawên Kurdan bi riyên têkeliyên xwe bi Ereban re hunera saziyê jî bi pêşxistine, û tiştên nû jî ava kirine. Mirov kane bêje, ku dirawsên me Ereb, ta di warê saziyê de jî dêndarê Kurdan in.
Di mêjû de herwisa jî rola malbeta Baramkê di damezrandina dewleta Ebasiyan di sala121ê de (k.) berçav e,K urdên Beramkî di rêvebirî û şalyaristanê de cihên bilind girtibûn, Ibin Xelekan dibêj; Bermekî ji êla Zerzariya kurdî ye, ew nasdartirîn êl ji Bermekiyan bû, lê Xalid Ibin Bermek damezrênerê malbeta Bermekiyan e, ew di sala 90 î de(k) ji dayik bûye, ew di dewleta Ebasiyan de dibe şaliyar, û paşê dibe serokwezîrê dewleta Ebasiyan, di sala 163- 165ê de (k.) ew diçe ser dilovaniya xwe. Yehya Ibin Xalid bi bavê xwe re di şoreşa Ebasiyan de zor çalak bû, ew di sala 158ê de (k) dibe waliyê Ezerbêcanê, ji ber ku, ew pir dilsoz bû, ew dibe nivîskar û şalyarê dewletê jî, û Haron Reşît li ber destê wî fêr û perwede dibe. Xanima Yehya Ibin Xalid, Haron Reşît bi kurê xwe el –Fedil re mêjandiye,yanê el-Fedil kurê Yehya û Haron Reşît birayên şîrî(memkan) ne. Cefer lawê Yehya lawê Xalid jî di sala 176ê de(k) dibe şalyarê Misrê û di pir waran de Haron Reşît xwe dispêre Cefer, lê mixabin piştî, ku malbeta Bermekiyan 17 salan di destlatdariyê de bûn, û tevî, ku têkeliyên Cefer kurê Xalid û Haron Reşît pir xurt bûn, bûyerek reş bi ser Cefer da hat, û ew ji aliyê Ebasiyan de hat kuştin, Yehya lawê Xalid û lawê xwe el- Fedil hatin zîndan kirin, ev hemû birayr bi fermana hevalê wan Haron Reşît hatibûn istandin, ji ber ku, ew ditrisya, ku malbeta Bermekî destlatdariya dewleta Ebasiyan bi temamî bi destên xwe ve bigirin. Eger dawiya pêwendiyên Beramkên Kurd bi dewleta Ebasiyên Ereb re bi tragîdî kuta bûye, lê wek me dît Kurdên Bermekî bi dilsozane û mêranî li rex erebên ebasî û dewleta wan rawestiya bûn .
Kî ji dîrokzanên Rojhilata Navîn û pisporên ewropî di mêjûyê de nizane, ku Ibin Xelekan , dîroknûserê gernas e û berhemên wî ji pisporên dîrokê re çavkaniyên balkêş û dewlemend in . Navê vî zanyarê nirxbilind Ehmed lawê Mihemed lawê Ibrahîm lawê Bekir lawê Xelekan e, Xalid lawê Bermek dibe bavpîrê, bavpîrên lawê Xelekan.
Ehmed lawê Xelekan di sala 608ê de (k) li Hewlêrê ji dayik bû, Ehmed li Helebê jî dijiya û li wir li nik pir Şêxan û bi taybetî li nik Beha el-Dîn lawê Şedad, hevalê Selah el-Dînê Eyobî , zanistiya olî fêr bûye û herweha jî li vir zanistiyên zimên, rêzimên li nik zanyarên mezin xwendiye, wî li Şamê jî xwendiye, paşê ew diçe Misirê. Piştî ku Mamalîkan destlatdariya Eyobiyan zep kirin, destlata Mamalîkan, lawê Xalîkan wek dadgerê Şamê di sala 659ê de(k) destnîşan dikin, lê lawê Xelîkan herdem cihê xwe di na vbera Misirê, Şamê û Helebê de dugeherî, û ew di sala 681 ê de(k) dimre . Pirtûka wî " wefiyat el- Eyan û enba ebna el- zeman "ji hemû lêgervanên dîrokê re cihderek zor giring û sudar e.
Dîrokzan el-Farîqî (1117-1181)z. Ehmed lawê Yosif el –Farîqî li bajarê Miyafarqînê paytexta dewleta Merwanî (Dostikî )(982-1081)z. Niha navê wê Silêvanî ye.
Di rastiyê de ev pirtûka ne tenê li ser dîroka Farîqînê ye, lê ew pir bûyerên siyasî û çandinî di wê serdemê de "sedsala 12 ê de hembêz dike, wî agahî li ser dewlet û mîrşenên, ku di çarçewa dewleta Farisê, Cezîrê, Kurdistanê, Ermêniyayê, Ezerbêcanê, Corciyayê, Şamê, Misirê, Selaciqî, Merwanî, Hemedanî dide xwendevanên xwe. El-Fariqî bi taybetî pêzanîna li ser dewleta Merwanî û pêwendiya vê dewleta kurdî bi dewleta el-Hemedaniya erebî re li Helebê, li ser Mosilê, û Ebasiyan li Bexdayê nivisiye .
Di vir de giring e, em bînin zimên, ku Mîr Seyf el-Dewle el-Hemedanî ji dayikek Kurd di sala 303 an de(k) li Mayafarqînê bû, piştî ku ew Mîr li Helebê dimre, ew li Miyafarqînê tê gorne kirin û herweha guman heye, ku xanima wî (diya Sed el-Dewle) jî Kurd bû, têkeliyên Kurdên Miyafarqînê hîn di sala 18ê de(k) dest pê kiribûn, çimkî di vê demê de Eyad Îbin Xenem bi navê îslamiyetê ev bajarê kurdî zep kiribû.

Têbînî :Taku em nekevin şaşiyan, em neçar bûn, salên koçî wek di cihderan de hatine weha jî li jor binivisînin.

Dumahîk heye





 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE