Rojda Çelîker
I ka 'olelo no ka 'ola, i ka 'olelo ke
make
Di ziman de jîyan heye, di ziman de mirin heye
Gotina ewilan ya Hawaîîyan
Pirsek ji te
re: destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û bersîvê bide: eger tirkîya te
ji kurdîya te çêtir be û eger tu di nivîs, xwendin û axaftinê de
tirkî hêsantir bikaribî bi kar bînî; û du nivîs werin ber te, yek bi
tirkî ya dî bi kurdî, tuyê kîjan bixwînî? Her wisa, eger hewce bike
ku tu tiştek binivîsînî, tuyê bi kîjan zimanî binivîsînî?
Eger tu yek ji
wan bî yên ku ziman wekî pergalek danûstendinê dibînin, tuyê
bi tirkîya xwe ya “xweş û pak” jîyana xwe berdewam bikî. Lê eger tu
hişyar bî û bi rastî pê bawer bî ku “zimanê te hebûna te ye”
û rûmetek serbixwe bidî ziman, tuyê qedera xwe têkî destê xwe,
zorê bidî xwe û hewl bidî ku kurdîya xwe pêşvetir bibî. Tuyê
tercîha xwe li gel ziman, nasname û hebûna xwe bikî. Pirsgirêk
ev e: emê li hember şert û mercan serî bitewînin an emê van şert û
mercan biçirînin û daxwaza dilê xwe bi cîh binîn?
Min însîyatîfa
xwe ya şexsî bi kar anî û dest bi kampeynekê[1]
kir. Min bang li dezgehên kurdan kir û wan wekî teref da ber xwe.
Min got ku ew erkên xwe naynin cî, xwedî li zimanê kurdî dernakevin,
xwe dane ber bayên şert û mercan û ne tenê bêdeng in li hember
kirinên dijmin, lê wekî ku prosesa kampeynê jî eşkere kir, hin jî bi
argûmanên bêbingeh dixwazin helwestên xwe bi heq derxînin û berdewam
bikin. Li gor bîr û bawerîya ku sîyaseta bê nasname nikare bi ser
bikeve û ziman faktorek esasî ye a nasnameyekê, min got “bes e, ez
te boykot dikim”. Wekî ferd, ku nikare bi darê zorê bi van dezgehan
tiştan bide kirin, min got ezê mehekê (1ê tîrmehê û 31ê tebaxê);
Tu rojname û
kovarek kurdî ku zimanê tirkî bi kar tîne nestînim, nexwînim;
Tu malperek
kurdî ku zimanê tirkî bi kar tîne zîyaret nekim;
Tu belavokek
tirkî ji destê partîyek kurd negrim;
Beşdarê tu
civinekê bi zimanê tirkî nebim;
Tu sloganekê
bi zimanê tirkî navêjim.
Nêzî 60 kurd (yên
ku bi awayekî fermî navê wan çap bûn an nebûn) piştgirîya vê bangê
kirin û tevlê boykotkirina kurdên ku zimanê tirkî di nav me de belav
dikin, bûn.
Lê gelek deng
jî bilind bûn û ji gelek alîyên cûda helwesta xwe li hember vê
kampaniyayê eşkere kirin. Wisa hat gotin: ”ma ez kurdî nizanim, tuyê
zimanê min bibirî? Em nikarin kurdên ku kurdî nizanin ji xwe dûr
bixin! Nêrînên min ên sîyasî hene, divê ez wan bînim ziman.
Rêxistinên kurd ku doza azadîya kurdan dikin, divê xwe bi awayekî
bigihînin gel û eger gel kurdî nizanibe, ew mecbûr in bi tirkî xwe
bigihînin wan”. Yilmaz Çamlibel weha dipirse: ”Em bêjin li cîyekî 2
belavok tên belavkirin. Ya zimanê Tirkî da, qala yekbûn, azadî û
serxwebûna Kurd û Kurdistanê bike, ji bo Kurdistana Başûr alîkarî
dixwaze. Ya bi zimanê kurdî jî dijî van dîtinan derdikeve, serokên
Kurdên Başûr ra heqeret dike. Pekî hûnê kîjan belavokê biecibînin?”[2].
Dema mirov
giringîya ziman û nasnameyê (hem ji bo serkeftina sîyaseta azadîyê
hem jî ji bo xweşahîya jîyanê bi giştî) fehm nekiribe, ziman tenê
wekî pergalek danûstendinê bivîne (wisa be xebata Celadet Bedirxan
ji bo çi bû? Va dezgeha ziman a tirk –Turk Dil Kurumu- zimanek
afirandîye, em jî wî bi kar bînin û bidin û bistînin!), jîyana xwe
rojane bidomîne û pêşerojê nebîne, mirov dikare wekî jor jî bifikire.
Lê kurdek ku xwe ji qedera vî gelî berpirsyar bivîne, ewê zimanê xwe
fêr bibe da ku xwe ji îdeolojîyên binşiûrî ku bi zimanê tirkî re tê
xelas bike û da ku ew bi xwe nebe sebeb ku zarokên wî an kurdek din
bi zimanê tirkî mezin bibe û jîyana xwe li ser wî zimanî ava bike.
Xeynê wî, ez bi xwe bûme şahid ku kurdek gotîye ”ez kurdî nizanim”
lê piştî îsraran, karibîye xwe îfade bike. Dêmek zanibîye. Dêmek
cewhera kurdî di dilê hemû kurdan de heye û li benda şertên musaît
e. Çima kurdek ku ”kurdîyek saf” nizane, kurdek ku gotinên tirkî
dike nav kurdîya xwe, nikare bi rehetî wî kurdîya xwe ya ”qels”
xeber bide, bikar bîne? Gelo sûcê ”kurdên bilind” jî heye? Bi nêrîna
min heye.
Bi nêrîna min
”qapîyî açmiş bike” bi rihê xwe kurdî ye û kurdek divê bi rehetî
bikaribe ”qapîyî açmîş bike”. Divê em tev di wî hisê de bin ku her
gotinek kurdî ku tê telafûzkirin kara me ye. Û her gotinek tirkî
zerara me ye; dixwazî bila behsa zanyarî û rastîyên herî bilind
bike; dixwazî bila gotinên herî mezin bike. Bi vî awayî, eger tu bi
tirkî bêjî ”yaşasin Kurdistan” jî, ne di sîyaseta reel de, ne jî di
dema dirêj de ew gotin tiştek zêde îfade nake. Lê di dema dirêj (ne
rojane) de, geşbûyîna zimanê me wê bi xwe re nasnameyek kurdayetî
bîne ku hewce neke tu bêjî ”bijî Kurdîstan”; Kurdîstan wê bi xwe
bijî. Dimîne ku tu ew Kurdistana di dil û mêjîyê xwe de têkî jîyanê.
Lê Kurdistanek bi tirkî ne Kurdistan e, ne tiştek e jî. Tune ye.
Nêrîna ku emê bi tirkî Kurdistanekê ava bikin xwexapandin e.
”Yaşasin Kurdistan” mirina Kurdistanê ye.
Ez ji Çamlibel
pirsek bikim: kurd bivin cehş û qorîcî baş e, an gund û warên xwe
terk bikin û herin bajarên tirkan? Di dema dirêj (ne rojane) de,
kîjan di berjewendîya kurdan de ye?
Ew kurdên ku
li dij bangên ji bo ziman derdikevin, divê bersîva van pirsan bidin:
bikaranîna zimanê tirkî, zimanê tirkî di nav me kurdan de belav dike
an na? Her gotinek tirkî ku em kar tînin, cîyê gotinek kurdî digre
an na? Bi vî awayî, em zimanê tirkî di nav xwe de bêtir cîh dikin an
na? Bi vî awayî, em sîyaseta asîmîlasyonê (wendakirina taybetîyên
kurdî) berdewam dikin an na? Ev ne xizmeta dijmin e? Ev ne Kemalîzm
bi xwe ye? Eger ev gotin zora wan here, divê kuştina zimanê kurdî hê
bêtir zora wan biçûya. Lê nexêr!
Bi dîtina min,
helwesta desthilatdar a di nav kurdên Kurdistanî û ne
Kurdîstanî[3]
de, ya berdewamîya statukoyê ye. Xwe guhurandin zehmet e û gelek
normal e ku yên ku terefê vî pirsgirêkê ne, wê ji hezar kanîyan
gotin û argûmanan bînin da ku jîyana xwe ya kin bi rojek be jî
dirêjtir bikin[4].
Ji ber wî, ev dengên ku derketin û bi taybetî piştgirîya vî kampeynê
û bi giştî ya hewildanên ji bo zimanê kurdî dikin, hêja ne û
pêşeroja kurdayetîyê temsîl dikin.
Îro li bakûrê
Kurdistanê, wekî li seranserê Kurdistanê, em kurd di rewşek awarte
de dijîn. Ev rewşa awarte jî ev e ku em ne azad in, ne xwedî
desthilatdarî ne û şert û mercên jîyana me ji alîyê hêzên dervayê me
têne tayînkirin. Taybetîya van hêzan ev e ku ew neyarê me ne, xêra
me naxwazin û ji destê wan bê ewê me bi giştî ji rûyê dinyê hilînin.
Xewn û hêvîya wan ew e ku em tunebin û gelek caran wekî ku em
tinebin hereket dikin. Gelek caran “eger di mêjîyê wan de em tunebin
û eger em neyên bi navkirin, emê di ralîteyê de jî tunebin”. Wekî
desthilatdarên xwedî hêz û îmkan, ev dijminên me kurdan, her gavên
xwe li gor hesabê tunebûn û wendakirina me davêjin; di nav sînorên
xwe de sîstema xwe ji bo wendakirina me temzîn dikin, di
projeyên xwe yên sîyasî, aborî û civakî de tunebûn û
wendakirina me wekî faktor û hedefek dihesibînin, gotar û sloganên
vizyonên xwe li ser esasê tunebûn û wendakirina me
dadimezrînin û bi giştî hebûna xwe li ser tunebûna me
ava dikin. Êca em îro şerê hebûnê didin.
Em kurd
zarokên kolonyalîzmê ne. Welatê me dagirkirî ye û em di bin çerxek
psîkolojîk a kolonyalîzmê de derbas bûne û me teva para xwe ji vîya
stendîye. Kolonîalîzm, dagirkerî, ev tişt bi xwe re tîne: dijminê me
ji ber nasnameya me êrîşî me dike û em van êrîşan û êşa ku jê digrin
bi nasnameya xwe ve girê didin; ”eger ev nasnameya me tunebûye, ev
êrîş wê nehatina ser me û emê hewqas êş û ezîyet nejîyane”. Ji ber
wî, di bin şiûra xwe de me ji nasnameya xwe nefret kir, me ji hebûna
xwe nefret kir û me got ”xwezî em ne kurd bûne”. ”Xezî em jî tirk
bûne û wek wan bûne”. Kolonyalîzm vîya bi xwe re tîne û di bin şiûra
kurdê dagirkirî de cîh dike: ”xwezî em tirk bûne”. Ji ber wî ye ku
li bakûrê Kurdistanê kurdayetî qels e. Encamên sîyaseta kolonyalîst
a dewleta tirk kurdên wisa ava kirine. PKK encama vî prosesê ye.
Kurdên ku di salên 60, 70 û 80î de raman û îdeolojîyên cîhanê wekî
nasnameya xwe dîtin, encamê vî prosesê bûn. Ev yek mijara lêkolînan
e. Lê îro êdî kurd dixwazin xwe bi nasnameya xwe dagrin û bi
nasnameya xwe ya millî xwedî li îdeolojî û ramanên xwe derên[5].
Banga ziman ji ber vê yekê ye. Bangek e li dij kolonyalîzmê û dibêje
”kurdo, tu hêja yî, bi rûmet î. Ji xwe hiz bike, ji xwe nereve!
Xwedî li xwe derkeve”.
Ez wî ferd û
rêxistina kurd şermezar dikim ku dibêje ”kurd bi kurdî nizanin” û bi
cewhera dilê kurdan ne bawer in. Ezê hegemonyaya civakî û medyatîk a
kurdên tirk jî bidim ber çavan û boykota xwe berdewam bikim. Eger du
nivîs werin ber min, yek bi tirkî û yek bi kurdî, ezê hinek zorê
bidim xwe û ya kurdî bixwînim.
---------------------------------------------------------------
[1]
Kurd gotina ”kampanya” bi kar tînin û min bi xwe jî bi wî
peyvê dest pê kiribû. Lê birêz Brûsk Beşvan, ku bi xwe jî
beşdarê kampeynê bû, bala min kişand ser ew peyvê û pêşnîyar
kir ku bikaranîna beyva ”kampeyn” ji ya ”kampanya” wê çêtir
be ku bi ya min jî argumanê wî di cî de ye. Birêz Beşvan
wisa dibêje: ”Em Kurdên bakûr tim peyiva -kampanya- bikar
tînin û bi dîtina min ev peyiv gellek çewt e. Heku tu beji
çima? Bersîva min jî ev e: Di Îngîlîzî de peyiva -campaign-
heye ku tirk peyiva kampanya ji wê dere standine. Lev kirin
(telaffuz) a campaign ji "kempeyn" e. Di Îngîlîzî de
peyivekê din heye ku ew jî "company" ye û maneya şîrket dide
ku wekî "kampiny" tê xwendin û taybetî li Kurdistan Îraqê
pir belave tê bikar anîn û mîna "kempanya" tê xwendin. Gava
Kurdekî bakûr peyiva "kampanya" di maneya -campaign- de
dixebitîne Kurdên din heyîrî dimînin jiber ku ev cure
telaffuz kirin tirkî ye”.
[2]
http://www.demanu.com.tr/niv_03_yilmaz_camlibel.htm Min
bala xwe dayê ku di vî malpera destnîşankirî de kêleka gelek
nivisên Çamlibel ên bi zimanê tirkî, du nivisên bi kurdî
hene û herdû jî bi xêra nîqajên ser ziman hatine nivisandin.
Ev bi xwe serkeftina hewildanên bo zimanê kurdî ye!
[3]
Li gor min peyvên wek ”kurdayetî” û ”Kurdîstanîbûyîn”
pîvanên giring in û divê em kurd naveroka wan dagrin. Divê
nîqaj were girtin ka gelo ”kurdayetî” çi ye?
”Kurdîstanîbûyîn” çi ye? Ne tenê ji ber ku îro Evdila Ocalan
(Emê şîna wî bigrin lê neçin hawarîya wî), ku dixwaze
îradeya kurdan bi xwe re dîl bigre û têke destê dewleta
tirk, kurdayetîyek nû tê pêşkêşê me dike, lê her wisa kurdên
ku tozê li kurdayetîya xwe danaynin jî ew gotinan bi gelek
hêsanî bi kar tînin, bi nêrîna min, bêyî ku fahm kiribin ka
ew çi dibêjin. Di her halê de, divê em kurd di gelek awayan
de ji sifirê dest pê bikin. Nîqaja naveroka peyvan gava ewil
e.
[4]
Min di nivisek xwe de (http://www.navkurd.de/)
balê kişand ser nîqajên ser ziman û got ku ”hin deng
derketin ku bi ya min bêedebî dikin û tinazên xwe bi
destnîşankirina giringîya zimanê kurdî û talûkeya bikaranîna
zimanê tirkî tînin”. Li kêleka argûmana ”bi karanîna zimanê
tirkî xizmeta dijmin e”, ev gotinên min bûn wesîle ku hin
kes xwe acis bikin. Min li jor behs kir çawa dezgehên
kurdan, bi karanîn û belavkirina zimanê tirkî, xizmeta
sîyasetên dijminên kurd dikin. Rastî hertim ne şêrîn e. Lê
li ser mijara ”bêedebîyê”, ji ber formulasyona min a di
nivisê de, ew dibe baş nehatibe fahmkirin. Min wisa
nivisandibû: ”Hin deng derketin ku bi ya min bêedebî dikin
û tinazên xwe bi
destnîşankirina giringîya zimanê kurdî û talûkeya bikaranîna
zimanê tirkî tînin. Hinekan gotin ku ’ziman ne her tişt e’ û
hineka gotin ku ’dema em azad bibin û bibin dewlet, ewê her
tişt çareser bibe’”. Divîya min dû destnîşankirina
”bêedeban”, bigota ”hinekên din jî gotin…..”, da ku ferqa
”bêedeban” û ”hinekên din” çêtir eşkere bibûna. Lê dîsa jî,
bawer im herkes ji ber ew pirsgirêka teknîkî wê çewt fahm
nekiribe (eger li menîyan nîn be). Êca kî ne ev ”bêedeb”?
Dema ez dibêjim ”zimanê min hebûna min e”, ez pê bawer im û
wekî hebûn û tunebûnê lê dinêrim. Hebûn û tunebûna gelê min.
Dema mijarek wisa giring li ser maseyê be û hinek rabin bi
zimanê tirkî bêjin ” Nasnamen'nin yazarlarından Diclehan
LAÇİN son zamanlarda bazı Kürt sitelerinde başlatılan
Kürtçeyi teşvik kampanyasına yazısında değinerek bu
kampanyanın ardındaki art niyeti ortaya
çıkardı.Kürtçe okuma-yazma ve konuşma kampanyasına destek
veren yazarımız bakın bu kampanyanın neden amacına
ulaşamayacağını...” [reşkirin ji min,
www.nasname.de/modules.php?name=News&file=article&sid=4324
], ew hinek zora min diçe. Û ji xwe dipirsim: em kurd ji bo
çi sîyasetê dikin? Kurdayetî û Kurdîstanîbûyîn çî ye?
Ev nivisa malpera nasname.com ne li ser kampeyna
boykotkirinê bi xwe hatîye nivisandin, lê ya giring dîsa
helwesta wî ye. Eger ew nivis bi zimanê kurdî bûna minê li
cem xwe bigota ”dîsa jî mala te ava”, lê hem bi tirkî, hem
jî bi naveroka xwe ne hêjayê xwendin û şiroveyê ye. Diclehan
Laçin wisa dest pê dike: ”Son zamanlarda bir Kürtçe okuma
yazma seferberliği başladı. Özellikle tiraj sorunu
çeken bazı Kürtçe internet sitelerinde. Reklam almak için
oluşturdukları ama Kürt reklamvereni olmadığı için Kürtlerin
Kürtçe konuşup yazmasını ve de okumasını amaçlayan
birbirinden güzel ve çekici dizayn ve efekterle süsledikleri
flashları sayfalarında veren bu siteler zaman zaman kampanya
dışına çıkarak dil ırkçılığı mahiyeti taşıyan sloganlara
yer vermektedirler.” [reşkirin ji min] Dibe ew jî pêşketinek
be ku medyaya kurdan hatibe merheleya reqabetên tîrajê, lê
dema kurd xwedî li xwe û nasnameya xwe derên û kesek bêje ew
nîjadperestî dikin, ew kes kurd be bêedebî dike, tirk be
neyartî dike. Ji xwe îro li Tirkîyeyê jî ew dibe:
”’nîjadperestîya’ kurd û tirkan, herdû jî çewt in”.
[5]
Kurdên komînîst, misilman, lîberal… Kurdên Kurdîstanî. Ziman
pîvanek Kurdîstanîbûyînê ye….