|
Werin ey kewên Welatê Rojê werin!
Werin hêlînên xwe di dilê min de deynin
Û
konên mirinê ji kolanên wî hilînin.
Werin
bi destana Şêxê min re bifirin û tîrêjên dengê
windayî di hişê demê de himbêz bikin .
Werin
baskên xwe li ber givalên xwînî vekin û guliyên
Qamişloka Evînê bi kesk û sor û zer av bidin.
Werin
şîhîna xwîna netebitî di asîmanên payitexta
welatê min de biramîsin
Û
nexşên şîniyê ji derdora wê bi..çi..rî..n…in.
Werin……….
Werin……….
Kew hatin ….
Hatin…….
Û torek ji pirsan avêtin ser pûtên gewdeyan:
Çima babelîska mirinê destê xwe da stemkaran û
kulîlkên bihna pîroz hilweşandin?
Çima Ehrîman roja wan xûz dike û nervîna wan di
zeviyên rewrewkê de zindîgor dike ?
Çima Zagros û Cûdî û Arerat xwe ji pişta wan
didin alî û pencên biyaniyê berê xwe didin wan?
Çima….?
Çima….?
Dengvedana peyvine rengîn ji dûr hat û canên
gewdeyan li wan vegeriyan:
Xak pê hate vejandin.
Buhişt pê hate xemilandin
Dîrok pê hate ronî kirin.
Firîşte pê hatin gulav kirin.
Mindal pê hatin Me`şûq kirin.
1/11/2006
Menal Huseynî. Amûdê
|