|

Ji bo bîranîna 15 saliya koçkirina Rewşen xanim
Bedirxan ku dikeve roja 01/06/2007 an de
Emîre Rewşen Salih Bedirxan 1909 – 1992
Konê Reş
Rewşen xanim Bedirxan; neviya mîrê Botan e,
dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin
bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên
pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku,
pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan,
mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û
Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiş û
xeyalê xwe de di parast û bi zimanê kurdî di
mala xwe de diaxifî di gel keça xwe Sînem xan.
Li gor 83 salên ku di sere derbas bûn, wê
danûstandin bi welatparêzên kurdan re dikir û
tev jêre bibû pend, zanîn, kurdzanîn û
zanîndan..Ta berî ku koça dawîn bike, Rewşen
Bedirxan a tekane bû di nav Bedirxaniyan de ku
navê Bedirxaniyan di parast. Wê jî mîna herdû
pismanên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan.
Ji ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî
razî bûne ku li şûn navê Bedirxan(Çinar) bê
nivîsandin, bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li
tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku
niha li Stenbolê dijîn û zarokên Hikmet beg
Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata
Walî ku hiha li Misrê, bajarê Feyûm dijîn û
filimçêkirê bi nav û deng di nav ereban de Ehmed
Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan
û gelek Bedirxaniyên din ku niha li Misirê dijîn,
ji bilî Bedirxaniyê ku li sûriyê ne wek: Zarokên
Yûsif Bedirxan, ku niha li Şamê, taxa Mihacirîn
dimînin û zarokên Sureya Bedirxan yên ku li
Urdin, bajarê Eman in..Lê mixabin nizanin bi
zimanê Bedirxan, Tenê Rewşen xanim; navê
Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û
ta roja dawîn ji temenê xwe. Rewşen xanim, di
roja 11ê tîrmeha 1909 an de li bajarê Qeyserî
hatiye dinyayê, dema ku bavê wê di sirgunê de bû.
Ew ji rex bav ve, dibe; Rewşena Salihê Mehmûdê
Salih (birayê mîr Bedirxan). Ji rex dê ve ew
dibe; Rewşena Samiya Bedrî paşa (kurê mîr
Bedirxan).
Rewşen xanim bi tenê çar sal ji biçûkaniya xwe
li Stenbolê derbas kirine. Di sala 1913 an de,
careke din Bedirxanî, ji Stenbolê û tirkiyê
hatine sirgunkirin û di rojhilatanavîn û
afrîqyayê de belav bûne, nemaze di Misrê, Lîbiya,
Suriya û Libnanê de, hingê para bavê Rewşen,
Salihê Bedirxan li Şamê, taxa Salihiyê ketiye,
hingê ji vê taxê re dihat gotin (Salihiyet
Elekrad).
Li Şamê, Rewşen dest bi xwendinê kiriye di
dibistana Tereqî de, di pey re sê salan di
mamostexanê de xwendiye, ta ku di sala 1925 an
de bûye mamosta zimanê erebî di qunaxa seretayî
de li Şamê. Pey re du salan zimanê tirkî û sê
salan zimanê fransî û ingilîzî xwendiye û wiha
fêrî van zimanan jî bûye..û bûye mamosa zimanan
li Urdûnê, bajarê Kerek, hingê Urdûn û Suriye
yek bûn.Sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an
de zîviriye Şamê û li Şamê mamostetiya xwe
berdewam kiriye ta sala 1935 an, jê pêve bûye
berpirsyara dibistanê(Mudîre), ta sala 1964 an,
hingê ew vegerandine karê wê yê berê mamostetiyê.
Ew jî di wan salan de ji kar aciz dibe û temenê
wê jî mezin dibe, vêca teqawîta xwe distîne û li
mala xwe rûdinê.
Di vê navberê de du caran di zewice; Cara pêşîn
di sala 1929 an de bû, bi xortekî ereb re ji
suriyê navê wî Omer Malik, lê pêre dûmnekir, di
sala 1931 ê de hev u din berdan, bi tenê keçek
bi navê Ûseyma ji vê zewacê maye, Rewşen ev keça
xwe bi xwedîkirin daye ta ku ew zewicandiye bi
Zihêrê Alî axa Zilfo û niha li Qahîre dimîne, sê
keçen wê hene; Şêrîn, Nesrîn û Rewşen.
Cara dudiwan di sala 1935 an de di zewice, bi
kurmamê diya xwe mîr Celadet Bedirxan re. Bi vê
zewacê kefxweş û şad dibe. Di sala 1929 an de nû
mîr Celadet ji ewrûpa, Misir û Libnanê tê Şamê û
çav bi Rewşen dikeveû hev nas dikin. Piştî
beravêtina şoreşa Agrî û weşandina kovara Hawarê,
mir Celadet û Rewşen xanim , ra û devdîrên xwe
dikin yek û bi hev re dizewicin.
Ji vê zewacê du zarok ji wan re çêdibin; keçek
bi navê Sînem xan di sala 1938 an de, di sala
1957 an de bekeloriya standiye û di zankoya Şamê
de xwendina xwe di avokatiyê de xwendiye, di
sala 1961 ê de bi endezyar, nivîskar û wergêr
Selah Sadella re zewicîye- mamoste Salah ji
xelkê Zaxo ye- du zarok ji wan re çêbûne, Azad û
Dilnaz. Ji dor salekê ve mala xwe ji Bexdê
biriye Hewlêrê. Lê kurek bi navê Cemşîd e di
sala 1939 an de çêbûye, di dawiya sala 1939 an
de çêbûye, di sala 1958 an de bekeloriya li Şamê
standiye, diya wî, ew di deynê salê de, li ser
kîsê xwe rê kiriye Almaniya da ku bibe bijîjk,
wek ku bavê wî mîr Celadet dixwest..Li wir
xwendina xwe bi dawî anî û jinek Almanî ji xwe
re anî, ji wê jinê kurek û keçek jêre çêbûn, kur
navê wî Kurdo ye, niha dokrore li Almaniya
dimîne û keç navê wê Evîne, ji berî salekê ve
Evîn bi neviyê Cegerxwîn re zewiciye û herdû li
Almaniya dimînin.Dr. Cemşîd, di 10 meha dêsember
de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê.
Berdewamiya jiyana mîr Celadet û emîre Rewşen di
di gelek qunaxên dijwar re derbas bûye, gelek
rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan bi kirê bû û ta
roja ku emîre Rewşen koça dawîn kir di xaniyê
bikirê de bû.
Li ser rewşa wî a çetîn û xaniyê bikirê wiha ji
min re got: Kurê min binivîsîne: Haza min fezil
elekrad, Ango; eve qenciya ku kurdan bi min
kiriye…Tiştê ku ji kovara Hawrê û Ronahiyê dihat
destê wan, jiyana xwe pê derbas dikirin. Tevî ku
dewletên mîna Fransa, Iran, Urdûn û Tirkiyê
dixwestin alîkariyê bi mîr bikin lê mîr
alîkariya wan qebûl nedikir. Tenê razî bû bi wî
tiştê ku ji kovarên wî têne dest di gel mehiya
kebaniya xwe Rewşen. Bi van herdû jêderên diravî
jiyana xwe derbas dikirin, tevî ku xaniyê wan ne
li gor wan bû, lê ew pê razî bûn.
Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî
Celadet Bedirxan pê çû ber dilovaniya Xwedê, di
bîra qederê de roja 15/07/1951êr, Emîre Rewşen
Bedirxan ma dil biêş û xemgîn, rewşa wê a aburî
jî, êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan lê
ne pirsî, ne jî alîkarî pêre kirin..vêca ji
neçarî di sala 1972 an de mala xwe ji Şamê
barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî, li
wir xanîk ji xwe re kirê kir û têde ma ta roja
dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek Çerkez,
bi navê Sebahet(Xwîşka jina helbestvanê kurd
Qedrê Can bû), pêre dijiya û alîkariya wê dikir..
Xebatên Rewşen Bedirxan di warê rewşenbîrî de:
Rewşen xanim, di navbera sala 1925 – 1926 an de,
ji bo doza erebî dijî fransîzan bi nivîsên
sekiniye, û bi taybetî di rojnameyên
Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de.
Di navbera salîn 1926 – 1973 an de,gotar ji
kovara Alhuriye re dinivîsandin, ewa ku xwediyê
wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1958 – 1959
an de, çîrokên zarokan di radiyo ya sûriyê de
belav dikirin.
Di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye
Yûnan, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena
xwe amade bûye, û her çaç kursiyên ku navê
Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi
heybet û sawa xwe dagirtin. Tevî ku gelek kes li
dij wê sekinîn û rêtengî jêer çêkirin mîna Mîşêl
Aflaq, lê wê guh li wan nekir û navê gelê xwe
bilind kir, bi tenê sefîrê sûriyê Yorkî Hekîm li
pişt sekiniye, wek ku wê ji min re got…
Rewşen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî
dinivîsand û di karîbû bi zimanê fransî û
ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..
Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana
Melle mustefa Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên
kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên kurd
damezirand…
Wergerandina Pirtûkan
1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî
wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951 de
li Şamê çap kiriye.
2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji ji
zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li
Şamê çap kiriye.
3 – Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê
tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap
kiriye.
4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di
sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji
bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.
5 – Nameyek ji Mistefa kemal Paşa re: Ji tirkî
wergerandiye erebî û di sala 1990 li Şamê bi
alikariya D. Zengî çaop bûye.
6 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo
zimanê erebî û di sala 1990 de, D. Zengî li Şamê
çap kiriye.
7 – Giramêra Zimanê Kurdî: a mîr Celadet û Roger
Lescot e, ji fransî hatiye wergerandin bo zimanê
erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li Şamê
çapkiriye.
Her wekî diyare ku Bedirxanî di dîroka tevgera
gelê kurd de, xwedî cihekî bilind û bihane, çi
di warê xebat û bizava netewî de be û çi di warê
wêje û rewşenbîriya kurdî a giştî de be.
Rewşen xanim, xwe didît wek diya kurdan. Hejaye
kurd jî jêre bibêjin Dayê. Dayê Rewşen xwedî
hestekî kurdeyatiyê bû, pir dilovan û dilsoz bû,
dêmê wê di rengê dêmên ewropiya de bû, nerîna
çavên wê kûr û tûj bûn, dema ku mirov cara
yekemîn pêre rûdinşt hestekî bi tirs diket nava
cegerê wî de, mezinahî û serboriyek kûr û dûr di
tîpên wê de xuya dikir, mirov dixwest her dem
pêre rûne û lê guhdarîbike, nemaze dema ku
serpêhatiyên jiyana xwe û mîr Celadet Bedirxan
digot û dibiland.
|