Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:03

 

Mürüvet Y. Cacim

Weha binivîse dîrok
Mürüvet Y. Cacim


Hişyar bû rojekê
Rojhilata ku jîyan tê de
Dizanibû dema seknandinê nîne
Dema bê dengiyê hîc nîne
Ji rikê nexwaz û gornebaşa
Li ser çil û çîyayan
Ajda bû jiyana nû
Derewa herî dijwar
Di nav bêdengîyan de derdiket
Û hatibû gotin bi sed salan
Di kûranîyên dilê xwe de
Dizanibû
Bi sedsalan hatibû gotin ev çîroka
Di astengkîrina bîranînan de
Di qedandina hêvîdarîyan de
Bendewar bû benda ronahîyekê bû
Benda derketina triêjên rojê bû
Û hembêz bikira gerdûn
Bêhna jîyanê bihata
Bêhna azadîyê
Dixwazt ku bêje
Dixwazt ku biqêre
EY
Dicle û ferat ku bi hezarsalan
we singa dayika min çirand
Û niha qasî kela dilê min rabûne
Biherikin niha bi xwirtiya xwe ve
bihirşînin qelehê xûnxwarîyê
bitemirînin agirê nijadperestiya
tirk, ereb û firsa
û landika dayika min xwedî bikin
Ku pêçekên zaroka nebin kefen
bira aj bide mirovatî
EY
Teyrê baz ji nû de bifire
Bi hêrsa xwe vemirîne agirê
rojên westiyayî
Azad dibe niştimana min
EY
Çîyayê bilindê bê re û bê dirb
Bi salan e serê te mij û dûman e
Bela bike mija xwe êdi
Ka hembêza xwe veke
Zaroyên welatê min tên
Bibe parestgaha wan
dîrokek nû dineqişînin
EY
Axa xaka min
ka dengê min bibihîze
Bi dilgermî
hembêz bike zaroyên xwe
Zaroyên roj û agir in ew
tên yek û bi yek
Xwîna xwe diyarî te dikin
EY
Xaka pîroz ji vir waha
Axa xwe hêjî bereket bike
baran nîne ew
Xûna şêran e dibare li ser te
Şûna yekî seda bide hezaran bide
Rehmet nîne li ser te dibare
Xwîna zaroyên te ne
Dibare ser hestûyên kal û bava
EY
Dîrok
Dîroka ku di pelên xwe de
Bê dengî û rûreşî parastîye
Dîroka ku di çerxa felekê de
Dîroka ku dema bûhûrê de
Dîroka ku pelên reş in û ji xwîn dibare
Biguhere pelên xwe êdi
Biguhere dîroook
Rûpelên zer in derxe ji sandokan
Di nû de binivîse vê dîrokê
Di van rûpelan de xayîntî tûne ye
Rûreşî û koletî heç tûne ye
Di serî de binivîse vê rûpelê
Û xayiniyê neke ji min re dîrok
Êdî sebra min tûne ye ji xayîntîyê re
Û tîpên xwe bi zêr binivîse
Bi gewher bineqişîne
Bila xala dawî ji xwîna min bibe
Em pereng in bikevin axê jî
li şûna me bi hezaran di dorê de ne
Vêket argûra azadîyê
hêvîyên min di ronahiya rojê de ye
bêbextîyê naxwazim dîrok
Weha binivîse dîrok
Weha binivîse
Weha binivîse


22.03.1990 Nûsaybin














                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1