|
Kî çi sedemên vekişandina ordiya Tirkan ji xwe
re dibêje, bira dbibêje, lê rastiya li ber çavên
tevahiya cihanê ewe, ku Kurd biserketin,
leşkerên Tirkan dêlên xwe kirin nav şeqên xwe û
ji ber cengîrên gerîlayên PKK reviyan.
Hîro kes nikare vê rastiyê veşêre. Gerîlan
kulmên xwe di pozê leşkerên Tirkan xistin û dev
û bêvilên wan tiji xûnkirin. Gerîlan kulmên xwe
li pozê Nûrî Elmalikî û hevalmendên wî xistin,
dev û bêvilên wan jî tijî xûnkirin. Û ji cihanê
gîşkî re diyarkirin, ku ew ne têrrorîstin, ew
xwediyên dozeke bi rûmetin.
Ez gerîlan pîroz dikim, ew kec û xortên ku
yekcaran di roj-tv de derdiketin, min digot vana
ji xwe re piropagandê dikine, ew bi rastî
mîlîtanên azadiyênin, hîro gelê Kurd bi wan
serbilindin.
Ez gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê pîrozdikim,
ku rabûn ser piyan û singê xwe dan ber qurşînên
polîsên Tirkan, û gotin naaaa .. em êdina serî
xwe ji we re danaxînin.
Ez wan Kurdên ku poşman bûne, çima dengê xwe
dane Erdoxan; û eşkere dibêjin bira destên me
bişkestiyana û me dengên xwe ne dana AKPê. Ez
wan pîrozdikim, ku li dawiyê hişyarbûn, û dilên
wan bi jana gelê xwe şewitîn.
Ez gelê Kurd li Kurdistana Îraqê pîrozdikim, ku
bi fen û fûtan ne hatin xapandin, û derketin
kolanan dijî vê êrîşa gemarî, ji bo bibêjin Kurd
yekin.
Ez serokê herêma Kurdistana Îrakê birêz Mesud
Berezanî pîrozdikim, ji bilku Kurdên Kurdistana
Tirkiyê ji bo Kurdistana xwe re nekir qurban.
Ez gelê Kurdistana Suriyê pîrozdikim, ji bilku
tim ji doza kudî re amadene, û kurdewariya wan
viqas germe.
Ti carî di dîroka Kurdan de rojeke weha derneket
holê, ku Kurd di berxwedanê de viqas fedekaribin,
bi listikên hawirdoran nên xapandin, û
yekîtiyeke hêzdar avabikin, ji bo ev rojên teng
ser xwe re derbaskin. Ev bi tevahî tê wateyê ku
Kurdên me ne belengazên berê nin, Kurd ne yên
weke berê sîlan bixwin, û ser xwe de bigrîn,
kurd êdina ji sitemkarên xwe rehmê naxwazin.
Kurd hîro xudan vineke serbixwe ne, û kesek
nikare vê vîna wan serkunûva bişkîne.
Di van rojên dijwar de, hemû dijminên Kurdan
cêngeke dine qirêj ya sîkolojîk dimeşandin.
Nemûne, hinek şofînîstên Ereb pir kêf xweş bûn,
û bi hêvîbûn ku ordiya Tirkan Kurdan di bin
potinên xwe de bipelixinin, ji boku kurd weke
berê di bin solên şofînistên Ereb, Tirk, û
Farisan de ser xwe de biqîrin, û gazincên xwe bi
qedrê bikin.
Lê daxwazên wan di wan de şikestin, û ji wan re
hat bêlikirin, ku bi xeynî aştiyê, demokrasiyê,
û biratiyê, bira ji hîro pêve kesek bi Kurdan re
ne axive.
Kurd ne bes ji bo xwe karin di riya azadiyê de
dilopa xûna xwe ya dawiyê birjînin, belam ji bo
azadiya gelên Tirk, Ereb, û Fars jî xûna xwe
dirjînin. Vê rastiyê bira hemû sitemkar
bizanibin.
Kurd ku êdina biratiya gelan dixwazin, ne ji
belangaziya xwe ye, a ji bilku ew dîndarê
jiyaneke azane, ne bes ji xwe tenê re, a ji
gelên din re jî.
Ez li Kurdan gîşkî vê roja dîrokî pîrozdikim.
|