|

Kirîtîk*, rexne, nerx/nirx,
hêjan
Heyder Omer
Wek ku ez ji zû de bawer
im, baweriya min roj dû
rojê xurtir dibe, ku
xwendin û gengeşekirina
berhemên çand û wêje her
tim nîşana duristiya
rewşa dihevgihiştinê ye,
bê ku nerînên nivîsevan
û rewşenbîran her tim li
hevdu bibanin.Bi ser de
jî gotinek lêgervanekî
eُreb î kevin ; Ebû Emro
bin El-Ela, ji zû de min
di pirtûkên eُrebî de
xwendiye, û hîna jî di
bîriya min de ye. Ewî
gotibû : Her ku min
berhemek bi dawî anî, û
roja din lê vegeriyam,
min digote xwe : Eger
min weha kiriba dê baş
ba, û eger min ev alozî,
an ewa din bi vî awayî,
an bi wî awayî
şirovekiriba, dê baştir
ba.
Ev baweriya min û boçûna
wî lêgervanê eُreb
baweriyeke din li ba min
xurt dikin, ku eger
nivîsevan ; çi nivîsevan
be, pozê xwe bilind
|