|
Nijadê min ba ye
navnîşana min baran e
Helbestvan: Mûsa Hewamde
Wergêr: Cankurd
Berî raman bi zerp li zevînê keve
Berî bihna h’eriyê belav bibe
Ez li bazara têdanan (1) geriyam
Gundên xwe hildigirim
Nefsa xwe dikujim
Ez H’ewa û Adem im
Habîl û Qabîl im,
Nifşê gunahê û hevmalê Sosinê me
Ji mala xweşbîna me.
Dibe ku li vir an li wir,
Di avka sindîganê an ya Erzê (2) de bim
Di lêma Nîl an di biniya Times (3) de bim
Dibe ez perrek bim, di basikê qirikekê de
Tozek binaxkirî di ariya jêrzemîna komira Çînî
de bim
Hinek ji mêweyên Afrîqî bim
an koka darekê li Panama bim
Tariya ku li „qutbê“ bakurî bim
An royek ji ser oqiyanûsê Pasîfîk bim
Dibe ez ji pêşserên (4) Mongol bim
An jî ji piştê (5) kuşterekî Romanî bim.
Dibe ku ez ji zincîra nijadekî kurdî me
Ji malbatek Bûdî me
Ji bermayên Indiyanên Sor im
An ji Evdalekî Hindosî me,
Kî teqez dike, ku hêstirên çavan nayin guhartin
û bayê payîzê di hemî rojên salê de derbas nabe
Kî destber dike (6), ku xaka goristanê
di e’wirên zivistana sedasla berî Suqrat de
nenistiye
Kî diçespîne, ku germiya leşê fîre’wn (7)
Tihutmes
ne ew germiya bi xwe ye,
ya ku dêmê dota min a biçûk terabera dike (8)…
Dibe ez ji pir neteweyan û ji pir mêran bim
Dibe ku bo min dapîr in Ûris û met in Espanî
hene
Ez bawerim, ku ava pêdakirinê
di navbera newalan û dilbijiniyê (9) de digerin
Di navbera hevrîşm û …helkehelkê (10) de
Ez bawerim ku zarê (11) min ne govdeyê min e
…û dengên firindan ji livîna ba û baranê ve ne
nenasin.
Ez firindek bûm di jîndema Farsan de
Xaçek bûm di çaxa Qustentîn de
Şûrek bûm di destê Selahiddîn de
Camek bûm di destê Xeyyam de
Kî min nîşanî min dike?...
Ez nikanim dijûna kewkeba Merîx bikim
Ez nevêm rexneya rêçûna Stêrka Sibê bikim
..û ez teqez nakim li ser libabûna (12) magnêtê
li ser hestiyên pêşserên ku mirî ne,
Bi min re vebrisînek ji debana îlah (13) Mars
heye
Çirîskek ji agirê Promêsiyûs (14) heye
û bi min re ayatin ji Quranê hene
Mezamîr in ji Dawûd
Lavêjin ji Paulus
Hinde kît ên Bûda
Wêjeyin ji Ebdil Beha (15)
Ez ne bi hilhatina gerdonan û ne jî bi roavaçûna
afirendiyan mijûl im
Ez êdî dest pêdikim ku fêrbibim matmayînê (16)
û di nînikên xwe re bixuyim!
Ez, yê min nizane, dizanim
Birayê min ê ku hîç têkiliyek wî bi min re tune
û navê min jî berê ne bihîstiye…
Xanga min ji Qafqasiya ye
Meta min ji Yûnan e
Dibe ku Turkan dengê min deqandine (17)
An zireyê (18) hovîtiya min tîmar kiribe
Dibe ku ji min cotiyarekî firensî pêda bibe
An jî ramiyarmendekî lawaz li Italiya
Dibe ez ji axa Los Angelos (19) hatibim
An ji h’eriya Athêna (20)
Kî dûroka (21) govdeyê min berî du hezar sal
dinase
Kî dêrîna hêga „hêka“ Teyrê Sîmir (22) di destê
xwe de didêrîne (23)
Kîyê min destnîşanê min bike?
Dilê min bi lêdanaka cîhanê tijî ye
Gavên min, min dibin mala yekem a agirê,
Dibe tu ji min î, û ez ji axa Merîx im
Ez têkiliya xwe bi Zêyûs (24) re bincil nakim
û hebûna xwîna wî di damarên min de erê nakim
Ez gumanê di rastiya çem de nakim
û zireyê „derya“ di xezneya xwe de venaşêrim
Nijadê min ba ye û navnîşana min baran e.
------------------------------------------------------------
(1) Têdanan: Wîshayetan
(2) Sindîgan û Erz: Du şêweyên darên bi hêz û
kevnar in
(3) Nîl û Times: Du çemên mezin û bi hêzin, yek
li Misirê ye û yê dî li Brîtaniya ye
(4) Pêşser: Bavpîr
(5) Pişt:Nifş û yên ji nijadekê pêda dibin.
(6) Destber dike: Li xwe digire, (Bi erebî:
Yedmenû)
(7) Fîre’wn:Padishahên Misirê yên berê.
(8) Terabera:Karê bê armancû bê hode.
(9) Dilbijinî: Şehwet
(10) Helkehelk: hilkisha seg
(11) Zar: Ziman, luxet
(12) Li ba bûn: Bi Erebî :Hubûb
(13) îlah Mars: Di mîtolociya Grîkî ya pêjinî
de, ew xwedayê Cengê bû.
(14)Promisiyos di mîtolociya Girîkî de agirê ji
xweîkên pêjinî yên Girîkan didize.
(15) EbdilBeha: ji desteya Behaî.
(16) Matmayîn: Dehshet.
(17) Deqndin: Dest û dêmkutan, weshimandin.
(18) Zire: Behir, derya
(19) Los angelos: Bajarê amerîkî, ku Holywood
lêye.
(20)Athêna: Paytextê Yûnanistanê.
(21) Dûrok: Ji dûriyê hatiye, li Behdînan (Dîrok)
bi kar tînin ji ber ku ewan (û) dikin (î).
(22) Sîmir (Rux): Firindekî pêjinî „balindekî
xeyalî“ ye, ku mirov dikare li ser pişta wî
suwar bibe, û ew di bin mirov de bala bifire.
(23) Dêrîn: mulkiyet.
(24) Zêyûs: Mezintirîn pûtxwedê yê Girîkan bû.
|