|
Kirîtîk*, rexne, nerx/nirx, hêjan
Heyder Omer
Wek ku ez ji zû de bawer im, baweriya min roj dû
rojê xurtir dibe, ku xwendin û gengeşekirina
berhemên çand û wêje her tim nîşana duristiya
rewşa dihevgihiştinê ye, bê ku nerînên nivîsevan
û rewşenbîran her tim li hevdu bibanin.Bi ser de
jî gotinek lêgervanekî eُreb î kevin ; Ebû Emro
bin El-Ela, ji zû de min di pirtûkên eُrebî de
xwendiye, û hîna jî di bîriya min de ye. Ewî
gotibû : Her ku min berhemek bi dawî anî, û roja
din lê vegeriyam, min digote xwe : Eger min weha
kiriba dê baş ba, û eger min ev alozî, an ewa
din bi vî awayî, an bi wî awayî şirovekiriba, dê
baştir ba.
Ev baweriya min û boçûna wî lêgervanê eُreb
baweriyeke din li ba min xurt dikin, ku eger
nivîsevan ; çi nivîsevan be, pozê xwe bilind
rake, û bêje berhema min bê kêmasî ye, dê gelek
gunehan, berî pêşî, li xwe bike.
Ji ber vê yekê eger nivîsevanê hêja Jan Dost ne
bendewarê sîngê min ê fireh ba jî, dîsan min dê
rexneyên wî bi dostanî wergirtana, ji ber ku min
bi xwe, di nivîsa xwe de, nerînên hevalkaran
xwastibûn. Ji hêla din de jî, tevî ku rexneyên
wî hêjayî nikarîbûn xwe ji destlata hêrsê wî
rizgar bikirana **, lê xuyane, ku rastiya
zanistî dipelînin.
Li ber ronahiya van baweriyan, ezê li ba nivîsa,
ku rêzdar Jan Dost bi sernavê ( Rexne , Peyv û
têgeh ) di her du malperên Tîrêj û Rojava de
weşndiye, û tê de rexneyên xwe li min girtine, û
di ber re jî hin xalên, ku dikarin bibin mijara
gengeşeyan, nîşan kirine, rawestim.
Berî pêşî li min digire, ku min peyva ( Rexne )
bi peyva eُrebî ( Enneqd ) ve girêdayî, û wateya
diravan pê hilpesartî. "Omer xwestiye bi çi
awayî be bide xuyakirin ku wateya peyva rexne di
kurdî de eynî wateya peyva rexne ( el Ned( النقد
ya eُrebî ye". Û pê de dihere, boçûna min di
gotara xwe dubare dike, da ji boçûna xwe re bike
deyax.
Min di gotara xwe gotiye: Lê mebest û wateya
peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miltean
tê xebitandin, ji wateya peyva criticism (
kirîtîsîzm ) a zimanên ewrupî, ku ji lêkera
krinein ( kirîneyn) a Girîkan hatiye wergirtin.
Û min bilêvkirina wê di sê-çar zimanên ewrupî de
jî daye xuyakirin, ku hemî wê peyvê wek
bilêvkirina kurdî ( kirîtîk ) bi lêv dikin, û
min weha domaniye, ku gava rexnevanên Eُreban
peyveke, ku dikare wateya kirîtîk hilgire,
pelandin, ewana peyva ( Enneqd ) vebjartin û
xebitandin, ev peyv di zimanê wan de wateya
dirav hilgirtiye, û di dû re bi wateya kirîtîk a
ewrupiyan dixebitînin.
Nizanim çima hêja J. Dost nerîna min, ku ya
rexnevanên Eُreban bi xwe ye, heya dawiyê nexwed
?. Eger xwendiba, dê bidîta, çawa min
şimitandina vê peyvê daye xuyakirin, û min
beriya wî encama, ku bi dilê wî û yê zanîn û
sanistiyê ye, diyar kiriye. Min di gotara xwe ev
pirs kiribû : Lê çima rexnevanên eُreb wê ( ango
peyva Enneqd ) bi wateya lêkera Girîkan (ango
krinein – kirîtîk ) dixebitînin ?. Bersiva vê
pirsê di gotara min de weha hatiye: Ewana weh
diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên
sexte cuda bike, ango dikare, di meydana diravan
de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast e û
eva din jî sexte ye. Ev wate peyva eُrebî ji
wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî
diyar dibe, ku evê peyva eُrebî, di zimanê wan
de, du wate hene ; yek jê dirav e, û ya din, ku
di meydana wêje de tê xebitandin, biryardayîn e,
nerxandin e.
Eger em vê boçûna min bidin kêlek ya hêja Jan
dost, gelo çi cudabûn dê di navbera her duwan de
bête xuyakirin ?.J. Dost dibêje : "Di erebî bi
xwe de koka gotina el Neqd ne pere ye,lê
jihevderxistina pak û pîs e di her tiştî de,
pişt re bûye ji hevderxistina pereyên qelp û yên
sax û rast, û dawî nav li pereyan kirine
Elneqd.Û ji wir têgeha gotina Elneqd fireh bûye
û wateyên xwe yên ku em niha dizanin peyda
kirine". Ev wateyên ku em niha dizanin çine ?.
Ma yek ji wan ne kirîtîk e?.
Dîsan li min digire, ku ez bi peyva ( Nerx /
Nirx ) lîstime, min tîpên wê guhertine, û ew li
nav hevdu xistine; dibêje: De ka em binerin çi
bi serê peyva Nirx hatiye heta ku bûye Rexne. Ez
nizanim ewî ev yeka di kîjan goşeya gotara min
de dîtiye. Tvevî ku di nivîsa xwe de dibêje:
"Min ew jî ( ango gotar min ) bi baleke fireh û
mejîyekî vekirî xwend" .Dîsan dikarim bêjim, ku
hevalkarê hêja gotara min heya dawiyê, nemaze jî
pêşgotina wê, bi mejiyê vekirî, nexwendiye. Eger
xwendiba, dê bidîta ez bi wê peyvê nelîstime,
belê min gotiye: Dêmek gava em peyva rexne di
meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan,
dixebitînin, hîngê mebesta me biryardan e,
nerxandin e. Vê lomê em weha diçin, ku peyva
kurdî ( nerx ) an jî ( nirx ) dê di vê pergalê
de ji peyva ( rexne ) rastir be.
Hêjayî gotinê ye bêjim, ku mamosteyê rexneya
wêje; pirofesor Mihemmed Xuneymî Hilal, yê ku di
zangowa Elqahîre li Misirê de dixebite,di
pirtûka xwe de (Rexneya wêjeyî ye nû) bi zimanê
eُrebî gava rexneya wêjeyî dide nasîn, dibêje: "Ew
( ango rexneya wêjeyî ) berhema nirxandina karên
wêjeyî li ber ronahiya celebên wêje û birêveçûna
wan ya cihaynî ye". Û pê de dihere, û dibêje : "Gewherê
( bi wateya delamet ) rexneya wêjeyî ew e, ku
warên serkeftinên hunerî yên berhemên wêjeyî
diyar bike, û ji yên neserkeftî, di riya
şirovekirin û diyarkirina sedeman re, cuda bike".(
Rûpelê 9 ji pirtûka wî ).
Tiştê mirov dikare ji vê boçûna wî pisporî
têbigihîne ew e, ku ew, bê dudilî, rexneya
wêjeyî bi nirxandinê re beramber dike.Lê min
biryara vê yekê, ji xwe berê nestand, belê min
got belkî tîpên peyva ( nerx ) li ba me bi paş û
pêş hevdu ketibin, û pêre jî nerx bûbe rexne.
Her kesê ku li gotara min vegere, dê bibîne ku
ez bi peyva (nirx) nelîstime, belê min nerînek
daye xuyakirin, û jibîra nekiriye ku
pêşkêşkirina nerînan ne dikare wan hilde asta
biryaran, û ne jî dikare rastî û nerastiya wan
biçespîne, belê tenê dikare wan nerînan bide ber
ronahiya gengeşeyan, lewre jî min ew boçûna xwe
danîbû pêş zimanzanan, da ewana biryara dawî
bistînin, ne ez.
Dêmek boçûna min, ku hîna jî pê bawer im, ew e
ku peyva ( rexne ), ku em bi wateya (kirîtîk) a
ewupiyan, di meydana wêje de dixebitînin, nikare
wê wateyê hilgire. Hemî wateyên peyva (rexne)
wek ( sist, jiberhevçûn, lomekirin, eُyb,
kêmanîdîtin, qels derz ), ku hêja J.Dost xwe
westandiye,û ji ferhengan bi derxistine,vê
nerîna min diçespînin,çimkê ew hemî neyênîn e (nêgatîv
), nikarin huneriya wêje binirxînin, lê dikarin
rexnevanan ji sînorên lêkolînên hunerî bi
dûrxînin, û rexnekirinê, di meydana wêje de, bi
riswakirinê re beramber bikin.
Dîsan tiştê balkêş di nivîs û boçûnên birêz J.
Dost de ew e, ku bi encama nerînên xwe, ji
boçûna min ve bi dûr de naçe, gava dibeje: "….ez
weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina
xwe ji vê peyvê re biguhêrin yan jî em wê peyvê
bi xwe nema bikar bînin û li şûna wê peyveke din
bibînin". Û pê de dihere û peyva ( Hêjandin, yan
hêjan ) li şûna peyva ( rexne ) pêşniyar
dike.Wateya wê jî, wek ew bi xwe dibêje, li gor
fehenga ( Elhediyye elhemîdiyye ) naskirina buha
û hêjabûna tiştekî ye.Gelo, ma peyva ( nerx an
jî nirx ), ku min gotibû ew di vê pergalê de ji
ya ( rexne ) rastir e, evê wateyê hilnagire?. Ma
nirxandin jî ne naskirina buhayê tiştekî ye?.
Hevalkarê me yê hêja, di navbera rexneyên xwe re,
xaleke dine balkêş nîşna dike, pêre jî hinek
lomeyên ku li min kirine, li xwe vedigerîne.
Di pêşiya nivîsa xwe de weha diçe, ku min
encamek di serê xwe de amade kiriye, û qirika
rastiyên zanistî badidim, da karmendiya wê
encamê bikin, ji ber ku min koka peyva eُrebî (enneqd
) bi paş guhên xwe de avêjtiye, û yekser gîhame
her du wateyên wê; pere û kirîtîk; ev her du
wateyên ku ewî jî bi min re erekirine.
Eger ev yeka kirike ne zanistî be, tevî ku
pêşgotina gotara min, ku van nerînan tê de cih
girtibûn, ne karekî zimanewanî bû, da ez bi pey
koka bêjeyan kevim û wan bipelînim. Eger kira
min ne zanistî be, ma boçûnên hevalkarê me, ku
bê nîşankirina rêbazan berdide holê, dê şûnên
xwe li kû derê bibînin?!.
Birêz J. Dost dibêje: "Guhertina tîpan bi xwe di
kurdî heye lê ew bi sîstem e ne ku hema çawa be
tîp têne guherandin". Û mînakan jî tîne "hin
tîpa L bi R re werdigerînin û li dewsa
wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M
bi Z re diguherin û li şûna nizim dibêjin nimiz.
Û weha bi hin tîpên din re jî".
Tevî ku tîpên peyva nizim/ nimiz nehatine
guhertin, belê tenê bi pêş û paş hevdu ketine,
lê evê xalê bala min kişnd, ji ber ku ji zû de
li bersivekê digerim.
Gava min ev xal di nivîsa birêz Dost de dît, ku
sîstema wê heye, min got qey dê rêbazine wê
sîstemê jî nîşan bike, lê mixabin gava xwe nêzîk
vê yekê nekir, gelek pirs liviyan:Gelo, di
meydana zanistiyê de çêdibe mirov bêje( hinan
weha gotine, an jî weha çûne ), bê ku jêdera wan
gotin an boçûnan nîşan neke?!. Ev hinên ku tîpan,
nemaze jî dengdaran, bi hevdu diguherin kî ne?,
li kû derê ne?, û kînga û li kîjan şûnê tîp (
dengdar ) bi hevdu têne guhertin?. Nebûna
bersivên van pirsan di nivîsa rêzdar J. Dost de
lekeyekê digihêne zanistiya şêweyê wê, û ji
usûlên gengeşekirina pirs, an jî aloziyên
zanistî, bê par dike.
Bi rastî jî eger ev yeka bibe, dê ne bê sîstem
bibe, lê ka ew sîstem çiye û çawa ye. Divyabû
hevlkarê me nerîna xwe weha bê diyarkirina
rêbazên wê sîstemê bernedaba holê.
Zimazanên eُreban bi awayên rêk û pêk ev yeka di
zimanê xwe de têr lêkolîn kirine. Wek nimûne,
ewana dane xuyakirin, ku eger tîpa Tت di forma (îfteeُle
افـْتعَل) de di pey her du tîpên sad û dad ص،ض)
re hat, hîngê ت bi tîpa ط tê guhertin; û dibêijn
اصطحب، اضطرب lê nabêjin اصتحب، اضترب ، û eger
tîpa w ْو ku sukon pê ve be, di wê formê de, li
pey hemzeya, ku kesre li bin wê ye (إ ), were,
hîngê tîpa وْ ) ( bi tîpa ت) ( tê guhertin, û bi
ت ya, ku di pey re tê guvaştin, lewre jî dibêjin
( اتـَّقد، اتـَّعظ ) lê nabêjin ( إوْتقـد،إوُتعظ).
Her weha dibêjin tîpa)y ي) di forma (feaُêl
فعائـل) de bi tîpa ( Hemze ء ) tê guhrtin, û
dibêjin (mesaêb, qelaêl مصائب، قلائل ( lê
nabêjin ) mesayêb ,qelayêl مصايب، قلايل ). Belkî
zimanzanên zimanên din jî ev yeka di zimanên xwe
de şirovekiribin, lê mixabin hevalkarê me nade
xuyakirin, ka ev yeka di zimanê kurdî de çawa
çêdibe, û kê wer kiriye, û rêbazên vê yekê çi
ne. Eger palpişta wî ew be, ku hin zaravokên
kurmancî dengdaran bi hevdu diguherin, hîngê
pirsek dê serê xwe li pêş me hilde û bêje: Gelo,
kînga û li kû derê boçûnên zaravokan bûne, an
dibine rêbazên rastnivîsînê û rêzimanan?. Ez
bawer im, ku hêja J. Dost şîva xwe bê rûn datîne
pêş me.
Dawî, careke din daxwaza min ew e, ku ev
aloziyan bala zimanzanên me bikşînin, da
bersivên pirsên buhurî bipelînin, û hêvîdar im,
ku ev gengeşeya min li gel boçûnên hêja J. Dost
li gor pêdiviyên zanistî bête fêmkirin, da
qeşayê nexîne navbera me.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
* Min peyva ( kirîtîk ) li gor bilêvkirina bi
zimanê kurdî nivisandiye.
** J. Dost di gotareke xwe de, bi zimanê erebî,
vê yekê diçespîne, û dide xuyakirin,ku nikare
xwe ji destlata hêrs rizgar bike, gava dibêje:
...بما جُبـِلـْتُ عليه من النزق النقدي... (
Biner : Jan Dost: .efrin.net. 24.01. 2007 ).
Hêrs jî, di meydana rexneyê û gengeşeyan de, her
tim dikare mirov ji rê bêxîne.
|