|
Metîn Zindan:
helbest çavên
min e …ger nema
helbestê
binîvîsînim ew
dem ez xwe ji
koran hesab
dikim.
Hevpeyvîn:
Nergiz Ismayil
sala
1977an, dayikeke
kurd zarokekê
têne. Ev zarok
dibe ciwan, dilê
wî dibeje
azadiyê,
kurdistan ji xwe
re dike bûk, û
li pey dikve.
Sala 1991ê tevlî
refên şoregeran
dibe. Sala
1995an, tifingê
davêje milê xwe,
û li çiya û
newalên kurdisan
li evîna xwe
digere. Hîna ji
azadiyê û ji
evîna xwe têr
nebû, di
pevçûneke
leşkerî bêbext
de, sala 2005an
birîndar dibe û
ronahiya çavên
xwe wenda dike.
Ev kes, niha
helbestê bi
zimanê dayikê ji
xwe re û ji me
re dinivîse. Ev
kes, Metîn
Zindan (Efrîn)
e. Werin em hin
ji çîrok û
helbestên wî
binasin. |
|
Nameyek Ji Sebrî
Silêvanî * Bo
Mesûd Barzanî *
Serokê hêja,
Ez evê nameyê bo
cenabê we
dinivîsim û dûr
nîne hindek kes
hewl bidin ku
negehe destê we.
Belê, çawan be
ez bawer dikim
her dê bigehe
we, bawer dikim
jî ku hûn dê
bixiwînin û
bersivê jî
bidin. Eve ne
erîze an
daxwazname ye,
belê pirsname û
dilsojnameyek a
kurdistanî ye
ji edîbekê kurd
bo serokekê
kurd.
|
|
YUNUS EMRE
Evîna te can ji
min
bir
Bijartin,wergerandin
û venivîsîn:
Husein Muhammed
Yûnus Emre (bi
tirkiya niha:
Yunus Emre) yek
ji giringtirîn
helbestvanên
klasîk yên tirk
e. Ew yek ji
şaîrên pêşîn
e ku bi zimanê
gelêrî yê tirkî
nivîsiye û niha
bi pirranî wek
helbestvanê
neteweyî yê
tirkan jî tê
hesibandin.
Bandora wî ji
hingê ta niha
gelek li ser
wêjeya tirkî
hebûye.
Helbestên
Yunus Emre bi
pirranî li ser
evînê ne. Evîna
wî dikare hem ya
dinyayî be anku
li hember jinekê
yan keçekê be û
hem jî yezdanî
be anku ew
evîndarê Xwedê
ye. |